Xwendekarên Birca Belek: Em ê xwedî li zimanê xwe derkevin

  • 09:04 17 Cotmeh 2021
  • Çand û Huner
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Xwendekarên Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, da zanîn ku ji bo ziman winda nebe xebatên bi vî rengî girîng in û got: "Ji bîrkirina zimanê kurdî windakirina kurdayetiyê ye. Em ê xwedî li zimanê xwe derkevin.”
 
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ku di 22’yê îlona 2019’an de li navçeya Cizîra Şirnexê hat vekirin. Komeleya piştî hat vekirin ji ber pandemiyê neçar ma ku xebatên xwe bide rawestandin. Lê piştî destpêkirina rewşa asayî niha xebatên xwe nû dike. Niha kursên xwe ya perwerdeya bi zimanê kurdî xist faliyetê. Xwendekarên ku tevlî perwerdê dibin ji ajansa me re behsa rewşa zimanê kurdî kirin.
 
'Perwerdeya bi zimanê kurdî girîng e'
 
Xwendekar Dîcle Akin, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdeya ziman û got: "Di desptêka perwerdeyê de gelekî kêmasiyên min hebûn, hêdî hêdî ev kêmasiyên min yên li ser ziman kêm dibin. Bi taybeti ji bo rastnivîsê ez perwerdê dibînim. Berê saziyên ku perwerdeya bi kurdî bidin tunebûn û em tenê bi perwerdeya zimanê tirkî re rûbirû diman. Niha kêm be jî saziyên perwerdeya ziman heye. Her çend di nav gelê me de kurdî bê axaftin jî di nav nifşên nû de bi kurdî axaftin kêm e. Bi taybetî zarokên xwe hînê tirkî dikin. Divê di zarokatiyê de ziman bê hînkirin, dema wisa bibe mirov qet ji zimanê dayikê ji bîr nake."
 
‘Tu ziman li şûna zimanê zikmakî nagire'
 
Xwendekar Rojîn Altintaş jî bal kişand êrîş ser ziman û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Hîn derdor dibêjin ev der Tirkiyeye û divê hûn bi tirkî biaxivin. Tiştek wisa tuneye. Em kurd in û zimanê kurdî ye. Mirov çi zimanî bizanibe başe, lê tu ziman cihê zimanê dayikê nagire û ji ber vê yekê divê em zimanê xwe pêş bixin. Dema me zimanê kurdî ji bîr kir wê demê em dê kurdayetiya xwe jî winda bikin. Min berê zimanê tirkî nedizanî lê li dibistanê ez fêrî tirkî bûm. Bila malbatên me nebêjin zimanê kurdî erzan e û zimanek din fêrî zarokên xwe nekin. Her wiha divê li dibistanên tirkî de jî bi kurdî perwerdê bê dayîn."
 
'Ji bo parastina ziman kurs girîng e'
 
Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Bêrîvan Kutlu tevlî perwerdê dibe wiha axivî: "Di dîroka cîhanê de hemû netew bi zimanê xwe tên nasîn. Berê di nava civaka me de axaftina zimanê biyanî weke tiştek eyb dihat dîtin û ev yek ji bo parastina zimanê kurdî tiştek baş bû. Niha ev yek hatiye guhertin û gel êdî bi zimanê tirkî xwe îfade dike. Ev yek weke kêmasiyekê ketiye nava civaka me. Bi taybetî ciwanên me bi awayekî heskirin êdî zimanên biyanî himbêz dikin û diaxivin.”
 
'Divê kurdî bibe zimanê perwerdê'
 
Bêrîvan, da zanîn ku divê di her qada jiyanê de kurdî bê axaftin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila tu kes nebêje ku min di dibistanên tirkî de perwerde dîtiye an jî li gor peywira min a fermî divê ez tirkî biaxivim. Ji bo ku zimanê me neyê ji bîrkirin em îro hatine û perwerdeyê dibînin. Divê em destûrê nedin ku zimanê çil mîlyon kurd ji nava jiyanê derkeve û zimanê serdestan bikeve cihê zimanê me. Li herêma me bi hezaran xwendekarên kurd hene lê li dibistanan destûr nayê dayîn ku hînî zimanê xwe bibin. Divê zimanê me bibe zimanê perwerdeyê weke her zimanî.”