NÇM ji bo konsera 'Berbangê' amadeye

  • 13:16 15 Cotmeh 2021
  • Çand û Huner
 
STENBOL - Hunermenên NÇM'ê yên amadekariya konsera “Berbang” a li Bastanci bê lidarxistin dikin, banga beşdarbûnê kirin. 
 
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ku di 27'ê Îlona 1991'ê de hat avakirina, 30 sal in bênavber xebatên xwe didomîne. NÇM ku bi xebateke komunal çanda kurdî digihîne girseyên mezin, dê di 16'ê Cotmehê de bi boneya 30 saliya xwe konserekê li dar bixe. Konser dê bi dirûşmeya "Berbang" saet di navbera 18.00-24.00'an de li Navenda Çandê ya Bostanciyê bê lidarxistin û ji bo vê amadekarî tên kirin. Amadekarî bi dawiyê ve diçin. 
 
Dê di konserê de hunermend Xêro Abbas, Gulseven Medar, Mikaîl Aslan, Koma Jinên Sûrê, Ferit Elalmiş, Engîn Cengîz, Denîz Esmer, Genim, Weysî Ermîş, Nûray Baliktir, Ûgûr Can, Nûrcan Degîrmencî, Rûken Yilmaz, Umît Ûçar, Mervan Tan, Nûrhak Kilagoz û Talat Yeşîl bistrên. Her wiha dê Koma Folklorê ya Jinan a Sulfê, Koma MA Muzîk û Hinek Henek jî bi lîstik û stranên xwe li ser dikê bin.