Li Hollandayê şahî: Kurd ne xeta xiyanetê xeta azadiyê esas digire

  • 16:25 25 Îlon 2021
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şahiya Çanda Kurd a Navneteweyî ya 29’an îsal li Hollandayê pêk hat. Bi hezaran kes ji Ewropayê berê xwe dan qada ku şahî lê bê kirin û li vir peyama "Ji Abdullah Ocalan re azadî û li dijî êrişan avakirina yekitiyê" hat dayîn. 
 
Ji aliyê Konseya Civaka Kurd a Demokratîk (DEM-NED) ve Şahiya Çanda Kurd a Navneteweyî ya 29’an îsal li Hollandayê hat lidarxistin. Şahiya ku li bajarê Kandgraf hate kirin, bi deh hezaran welatî yên ji deverên cihê yên Ewropayê bi otobusan û wesayîtên taybet berê xwe dan qada şahiyê.
 
Şahî sala 2020’ê ji ber şewba vîrûsa Koronayê nehatibû kirin. Kesên ku karta bikaranîna derziya li dijî koronayê û testa Covît-19 pêk anîbûn girtin qada şahiyê. Gelek komên Ewropî û Tirkiyeyî tevlî şahiyê bûn.
 
Li qadê li gel standên pirtûk, rojname, xwarin-vexwarin, standên gelek saziyên ku xebatên çandê dikin, hatin danîn. Dîsa li qadê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Li qada şahiyê pankarta ku daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dike hate vekirin, dîsa li ser dikê posterê li ser "Free Ocalan- Ji Ocalan re azadî" vekirin.
 
Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û diyar kir ku hemû gelên cihanê "Sekna Gelê Kurd" dît û di şexstê "Şehîd Sînan Dêrsim de hemû şehîd" bîr anî. Yuksel nerazîbûn nîşanî êrîşan da û diyar kir ku berpirsyariyeke mezin a Gelê Kurd û dostên wan ên li dijî dagirkerî û ji bo rakirina tecrîdê heye.
 
Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngur jî destnîşan kir ku konsepta dagirkerî û îmhayê vala derxistine û wiha bi lêv kir: "Li vir kurd dema xwedî li çanda xwe derdikeve heman demê li dijî xeta xiyanetê xeta azadiyê esas digire.” Fatoş bang li NATO, DYE û welatên Ewropayê kir û got: “Ji Kurdan, Kurdistanê û dostên wan netirsin. A hûn jê bitirsin hişmendiya DAÎŞ’ê ya ku dixwaze kurdan tine bike ye, sîstema kapitalîzmê ye. Kurd heta dawî wê têkoşîna doza xwe ya rewa bidomîne.”
 
Di şahiyê de bernameyeke xurt a çand û hunerê jî heye. Yelda Ebbasî, Çoman Reşîd, Hozan Canê, Şivan Perwer, Hozan Diyar û Nanobeat tevlî şahiyê bûn û gelek peyam hatin şandin.
 
Di şahiyê de Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs jî di şahiyê de wiha axivî: "Çar dewletên dagirker di serî de li ser esasê konsepta navneteweyî li dijî Gelê Kurd şerek dimeşînin. Li hemberî Gelê Kurd çekên kîmyewî tê bikaranîn. Dijmin li her çar parçeyên Kurdistanê çi bike jî divê em bi îradeya berxwedêr li hemberî dijmin li ber xwe bidin.”
 
Serokê Yekîtiya Parastina Heq û Azadiyan (AIDL) Dr. Muhammed El Şamî jî wiha peyam da: “Têkoşîna Gelê Kurd ji bo hemû gelan e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alaya azadiyê bilind kiriye, em jî kêfxweş in ku îro li vir in. Em ê jî têkoşîna xwe bi we re bidomînin. Em sozê didin we em ê peyama we bigihînin ji saziyên navneteweyî û gelê Ereb re. Em tevî têkoşîna gelê Filîstinê, têkoşîna Gelê Kurd jî bidin naskirin.”