Mîhrîcana Hawarê ya li Şehbayê hatibû destpêkirin bi dawî bû

  • 11:02 21 Îlon 2021
  • Çand û Huner
 
ŞEHBA - Bi dirûşma "Çanda resen vedenga serdemê ye" 3'yemîn Mîhrîcana Hawar li kantona Şehbayê hatibû destpêkirin bi dawî bû.
 
Ji bo parastina çanda dengbêjiyê di nav gelê kurd de Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê 3'yemîn mîhrîcana Hawarê ya dengbêjiyê li kampa Berxwedanê ya Kantona Şehbayê li dar xist. Mîhrîcana Hawarê di 6'ê Îlonê de dest pê kir û heta 20'ê Îlonê bi serkeftina sê kesan bi dawî bû. Di mîhrîcanê de gelê Kampa Berxwedan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û nûnerên Tevgera Çand û Hunerê amade bûn.
 
Ev mîhrîcan yekem car di sala 2013'an de li Efrînê hate lidarxistin, di sala 2016'an de cara duyemîn dîsa li Efrînê bû û cara sêyemîn di sala 2021'ê de li kantona Şehbayê hate lidarxistin. 
 
Roja dawî ya mîhrîcanê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre li ser nave rêveberiya mihrîcanê, Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Efrînê Henan Sîdo axivî û wiha got: "Em mîhrîcana Hawarê li gelê berxwedêr û Rêber Apo pîroz dikin. Armanca me ya lidarxistina vê mîhrîcanê derxistina dengên veşartî yên di nav miletê xwe de ye. Ji ber dengên zêrîn hene û me heta niha nedihat zanîn. Hawarê deriyê serkeftinê ji ciwanên pêşerojê re vekir."
 
Li ser nave Rêvebera Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê Rûmet Beko wiha got: "Hawar serkeftinên mezin bi dest xist û hêviyek li gel her kesekî ku zehmetiyê dikêşin, ava kir. Mihrîcanê hemû astengiyên li hember meraqên ciwanan rakir."
 
Li ser nave Rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê Efaf Hiskê jî wiha got: "Di nava şerdê koçberîyê yê zehmet de lidarxistina mîhrîcanek bi vî rengî cihê serkeftin û serfiraziyê ye. Gelê Efrînê yê berxwedêr di vê gavê de ji cîhanê re ispat kir ku xwedî îrade û huner in û nahêlin çanda wan bê qirkirin."
 
Di dawiya mîhrîcanê de Zêrîn Îbiş, Mustafa Şêxo û Ferîde Tarî di qada xweşbûna deng de ji aliyê Rêveberiya Mihrîcanê ya herêma Efrînê ve hatin xelatkirin.