Jinên dengbêj: Em ê kevneşopiya xwe bidomînin

  • 09:06 21 Îlon 2021
  • Çand û Huner
 
COLEMÊRG - Jinên Dengbêj ên Çelê diyar kirin ku dengbejî dîroka wan e û bi biryar in ku kevneşopiya xwe bidomînin. Jinên dengbêj her wiha daxwaz kirin ku zarokên wan jî bi zimanê xwe stranên xwe bêjin û kevneşopiya xwe bidin jiyîn.
 
Gelê Kurd seranserê dîrokê kevneşopiya xwe ya dengbêjiyê ku tê de şer, êş, evîn û jiyana civakî ya kurdan dihewîne heta roja îro didomîne. Li navçeya Çelê ya Colemêgê jin vê kevneşopiyê didomînin. Jinên dengbêj ên Çelê, diyar kirin ku dengbêjî ji mezinên malbata xwe fêr bûne û gotin ew dixwazin nifşê piştî wan jî kevneşopiyê bidomînin û dengbêjî dîrokek e. Jina gotin her stranek wan çîrokek e û ev çîrok di jiyana rastîn de hatine jiyîn.
 
Êş û kêfxweşî tên ziman
 
Dengbêj Ayşe Daş bi lêv kir ku dema biçûk bû bi dayika xwe re stran gotiye û wiha pê de çû: “Dayika min her tim stran digotin. Ez jî ji dayika xwe fêrî van stranan bûm. Em diçin dawetan, li wir stranan dibêjin. Mînak me stranek striya. Navê wê ‘nazê’ ye. Çîroka wê heye. Di çîrokê de evîna du kesî heye. Em êş û kêfxweşiyên xwe di stranan de tînin ziman. Yekane daxwaza min ev e, nişfê piştî me bila bi zimanên xwe biaxivin, wek me bi zimanê xwe stranan bêjin, em çawa ne bila ew jî wisa bin.”
 
‘Denbêjî dîroka me ye’
 
Dengbêj Emîne Seraç jî anî ziman ku di temenê zarokatiyê de bêrîvanî kiriye, bi bav û birayê xwe re stran gotiye û bûye dengbêj. Emîneyê ev tişt anî ziman: “Birayê min stran digotin û digot tu jî dubare bike. Min wisa hîn kirin. Denbêjî dîroka me ye, zimanê me ye. Înşallah dengbêjî her tim bidome. Heta ji destên me bê em ê bidomînin. Yekane daxwaza me ev e ku zarokên me vê kevneşopiyê bidomînin.”
 
‘Em dixwazin bi kurdî biaxivin û stranan bêjin’
 
Dengbêj Adalet Yilmaz jî destnîşan kir ku 27 sal in li Çelê dijî û got bi keda xwe jiyana xwe didomînin. Adaletê der barê denbêjiyê de jî wiha got: “Min stranên hevalên xwe yên dengbêj dubare kir û wisa dest bi dengbêjiyê kir. Niha em diçin dawetan bi hev re stranan dibêjin. Zimanê me kurdî ye û em gelekî ji zimanê xwe hez dikin. Ji ber vê em dixwazin her tim bi kurdî biaxivin û stranên xwe bêjin.”