MED-DER: Pêwîst e ku zarok bi çand û kevneşopiya xwe bijîn

  • 12:55 6 Îlon 2021
  • Çand û Huner
AMED - MED-DER’ê têkîldarî serdema perwerdehiya salên 2021-2022’yan daxuyaniyek da û got: "Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, di warê hemû  maf û azadiyan de derfetên ku ji bo zarokên welatiyên Tirk tên pêşkêşkirin, pêwiste ji bo zarokên kurd û hemû gelên ku hemwelatiyên Tirkiyeyê ne jî bên dayîn. Dev ji helwesta xwe ya înkar û asîmîlasyonê berdin."
 
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER)’ê têkîldarî serdema perwerdehiyê ya salên 2021-2022'yan de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya MED-DER’ê pêk hat. Di daxuyaniyê de pankarta bi zaravayên kurmancî û kirmanckî de “Perwerdeya mafên zimanê zikmakî mafekê bingehîn û derdûnî ye! Binpêkirina vî mafê sûcê li dijî mirovahiyê ye.” hat vekirin. Her wiha daxuyaniyê de lolîpopên wekî “Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî” , “Zêwaneko azad, cuyêka azad e”, “Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekê bingehîn e” û “ Ez bi kurdî dijîm”  hatin rakirin. Metna daxuyaniyê ji hêla hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî ve hat xwendin.
 
‘Mafê zimanê dayikê mafekê bingehîn e’
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Weke 98 salên borî, dê li vî welatî bi milyonan zarokên kurd, zimanê zarokên gel û etnîsîteyên cuda ên ku li vî welatî dijîn,  ji aliyê rayedarên dewleta Tirkiyeyê ve tune werin hesibandin û dê dîsa zimanê tirkî li dehmilyonan zarokan were ferzkirin û ji pêşdibistanan heta zanîngehan zimanê perwerdehiyê bi tirkî be. Lê belê di Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî de, ji bo hemû maf û azadiyên zarokan yeko yeko xal hatine danîn û hatine diyarkirin. Ev peyman weke belgeyeke temînat û mîsogeriya mafê hemû zarokên cîhanê ji aliyê welatên endamên NY. ve hatiye qebûkirin û welatên endam ên NY'ê îmzeyên xwe danîne binê vê peymanê. Dewleta Tirkiyeyê jî yek ji van welatan e ku ev peymana NY'yê ya mafê zarokan di sala 1995'an de îmze kiriye.
 
Pêwîste ku zarok bi çanda xwe bijîn
 
Lê belê ji bo xalên 17-29 û 30'yemîn ên vê peymanê ku derbarê perwerdehiya zimanê dayikê, jiyana zarokan de ku pêwiste zarok bi çand û kevneşopiya  dayik û dapîr, bav û bapîr û cavaka xwe bijîn de ne, dûreparêzî daniyê û îmze neavêtiya binê van xalên peymanê ku ji bo hemû zarokên cîhanê jiyanî û jêneger in. Ligel hemû hişyarî û rexneyên ku di raporên NY. û saziyên navneteweyî de tên kirin jî, rayedarên dewleta Tirkiyeyê yên demên borî û AKP'ya ku digot ez ê pirsgirika kurd çareser bikim, bi helwesta xwe ya nîjadperest, bi milyonan Gelê Kurd tune dihesibîne, înkar dike û îmzeya xwe ya dûreparêziyê ji binê van xalên perwerdehiya bi zimanê dayikê paşve nakişîne.
 
Êrîş û zextên li ser zimanê kurdî..
 
Vê polîtîka, feraset, helwest û nêzîkatiya dewletê, di sedsala 21'emîn û serdema pêşketina mirovahiya hemdem de dibe sedema ciwanên kurd ên ku bi kurdî distrên jî, rastî êrîşên nîjadperest werin. Heta niha bi dehan caran êrîşên bi vî rengî re rûbirû mane û ev êrîş bûne sedema qetilkirina bi dehan kurdan. Herî dawî, li Navçeya Meram a Konyayê malbata DEDEOĞLU bûye hedefa êrîşa nîjadperest a ku bingeh û wêrekiya xwe ji polîtîkayên dewletê digire û di encama êrîşê de, ji heman malbatê 7 kes bi awayekî hovane hetine qetilkirin. Herwiha li zindanan qedexeyên li ser zimanê kurdî her roja ku derbas dibe zêdetir dibin. Li zindanan nivîsa bi kurdî hatiye qedexekirin, pirtûkên kurdî nadin girtiyan û girtiyên ku di nava xwe de bi kurdî diaxivin dikevin ber lêpirsînan û û ceza li wan tên birîn.
 
Dev ji helwesta xwe ya înkar û asîmîlasyonê berdin
 
Di serî de mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê, di warê hemû  maf û azadiyan de derfetên ku ji bo zarokên welatiyên Tirk tên pêşkêşkirin, pêwiste ji bo zarokên kurd û hemû gelên ku hemwelatiyên Tirkiyeyê ne jî bên dayîn. Em bang li Wezareta Perwerdhiyê û hemû rayedarên dewleta Tirkiyêyê dikin ku demildest  ji vê şaşiyê vegerin, dev ji helwesta xwe ya înkar û asîmîlasyonê berdin, Pergala Perwerdehiya Pirzimanî bixin meriyetê û ji zarokên kurd ên ku 98 sal in mafê wan ê perwerdehiya bi zimanê dayîkê hatiyê binpêkirin lêborînê bixwazin.”