Şanoger Berfîn Emektar: Em dixwazin bingeha şanoya kurdî ava bikin

  • 09:01 6 Îlon 2021
  • Çand û Huner
Sema Çaglak
 
AMED - Şanoya Bajêr a Amedê, atolyeyên  bê pere ku perwerdeya şanoyê jî di nav de cih digirin li dar dixe. Listîkvana Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar destnîşan kir ku ew dixwazin bingeha şanoya kurdî ava bikin û wiha got: “Bila yên ku xwedî qabîliyetin û bi taybetî hevalên jin û kesên ku dixwazin şanoya kurdî pêş bikeve bila serî li me bidin. Em li benda wanin.”
 
Şanoya Bajêr a Amedê ku her sal li Amedê bi gelek lîstikan derdikeve pêşberî temaşevanan, wê bi piştevaniya Enstîtuya Goetheyê atolyeyên bê pere ku perwerdehiya şanoyê jî di nav de cih digirin li dar bixe. Serlêdanên xebatên atoleyên ku kesên di ser 18 salî re dikarin tevlî bibin û ji 20 kontenjanên pêk tê, wê di 13’ê Îlonê de bi dawî bibin. Piştî serlêdan temam bûn wê di 18 û 19’ê îlonê de ji nav kesên serlêdan kirine hilbijartin bê kirin. Têkîldarî perwerdehî û  xebatên atolyeyê, listîkvana Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar axivî.
 
Berfînê di destpêka axafina xwe de diyar kir ku ew proje ji berê de li pêşîya wan bûye û wiha axivî: “Berê de wextê ku şaredarî di destê HDP2ê de bû, me wek konservatuar li Aram Tîgranê perwerdehî dida. Piştî ku konservatuar hate girtin mixabin şanoya kurdî jî hatibû astengkirin. Em berê jî ji bo ku bingeha şanoya kurdî ava bikin di nav hewildanan de bûn. Lê ji ber ku cihê me têrî nedikir û derfetên me kêm bûn me nekarîbû ew armanca xwe pêk bînin. Lê belê niha li cihê xwe yê nû em dixwazin projeya xwe pêk bînin.”
 
‘Wê di nav kesên ku serî lê dane hilbijartin bê kirin’
 
Berfînê destnîşan kir ku ji bo perwerdehiyê zêdetir derfet pêwist in û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di aliyê teknîkî û di aliyê mamosteyan de pêdiviya me bi derfetan heye. Ji bo perwerdehiya atolyeyan zêdeitr ji derve mamoste tên. Lewra aliyê aboriyê de jî me dixwest hinek bingeha wê ava bikin. Bi vî awayî bi piştgiriya Ensîtuya Goetheyê me serî li projeyê da û ew proje hate qebûlkirin. Piştî ku ew proje hate qebûlkirin me serlêdanan dan destpêkirin. Serlêdanên ji bo perwerdehiyê wê heta 13’ê mehê berdewam bikin. Piştî 13’ê mehê em ê atolyeyek li dar bixin û ji nav kesên ku serlêdan kirine em ê kesên guncav hilbijêrin. Ji ber ku derfetên me di aliyê teknîkî de kêm in em nikarin hemû kesan bigirin. Em dixwazin hemû kesên serî lê dane bigirin lê mixabin em tenê dikarin 20 kesî bigirin. An jî heke ku ew kes pir bi qabiliyet bin ew hêjmar dikare hata 30 jî bê zêdekirin.”
 
‘Em dixwazin bingeha şanoya kurdî ava bikin’
 
Berfînê diyar kir ku bal û eleqeya ji bo serlêdanê gelek baş e û ew jî hêvî û kêfxweşiyek dide. Berfînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha nêzî 100 kesî serlêdan kirine. Lê wekî me got divê em wan di atolyeyekê de hilbêjêrin. Em ê li motivasyon û qebîlîyeta wan binêrin. Lê bila çavê tu kes netirse. Ji ber ku em dixwazin ne wek hobî,em dixwazin bingeha şanoya kurdî ava bikin. Helbet qîmeta yên ku wek hobî dikin jî heye lê ji ber ku derfetên me kêm in, em bi taybet dixwazin ji bo avakirina bingeha şanoya kurd perwerdê bidin.”
 
‘Bal û eleqeyek baş heye’
 
Berfînê di berdewamiya axaftina xwe de got di bin dîsîplîna şanoyê de gelek beş hene û li ser beşên ku wê perwerdehî derbarê wan de bê dayîn wiha axivî: “Atolyeyên wek Clown, Pandomîm, Hereket û Dans, Bûkoke, Jonglor û Nivîskariya Dramatîk de dersên Lîstikvaniya Bingehîn, Deng û Kondusyon, Dîrok û Têoriya Şanoyê, Analîza Metnên Dramatîk, Rîtm û Perwerdehiya Deng wê bê dayîn. Demeke kurt e ku me afîş ji bo serlêdanê daliqandine lê rastî jî bal û eleqeyek gelek baş jê re heye. Ew jî me kêfxweş û hêviya me zêde dike.  Ew eleqeya ji bo şanoyê nîşaneya xwedîderketin û daxwazek gelek mezin e.”
 
‘Yên ku zêdetir serî lê dane jin in’
 
Berfînê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku herî zêde jinan serî ji bo perwerdehiyê li wan daye û ev tişt got: “Bal û eleqeya jinan a ji bo şanoya kurdî, ji bo me kêfxweşiyek mezin e. Her wiha daxwazek mezin ji bo zarokan jî heye. Lê heke derfetên me têrî bike em ê ji bo zarokan jî di pêşerojê de atolyeyên drama li dar bixin. Lê niha tenê ji bo yên mezin em dikarin atolyeyan li dar bixin. Bila yên ku qebiliyeta wan heye û bi taybetî hevalên jin û kesên ku dixwazin aliyê ziman û şanoya kurdî pêş bikeve  serî lê bidin. Em li benda wanin.”
 
Navnîşana serlêdanê
 
Her wiha, kesên dixwazin beşdarî xebatên atolyeyê bibin dikarin serî li Şanoya Bajêr a Amedê ya li navçeya Peyasê bidin û  dikarin nav, paşnav û nimreya telefonê ji navnîşana maîlên xwe ji amedtiyatro@gmail.com re bişînin û serlêdanê bikin.