Di 5'ê îlonê de KASED tê vekirin

  • 09:18 4 Îlon 2021
  • Çand û Huner
 
Sema Çaglak
 
AMED - KASED a ku ji bo jin û zarokan dê perwerdeya çand û hunerê bide, di 5’ê îlonê de bi merasîmekê xebatên xwe didin destpêkirin. Mamosteya KASED’ê Neşe Toprak diyar kir ku ev sazî saziya jin û zarokan e û got: "Deriyê saziya me ji hemû jin û zarokan re vekirî ye. Em bi hêvînê ku gelek kes beşdarî merasîma me ya vekirinê be." 
 
Komeleya Çand û Huner û Wêje ya Jinan (KASED), bi dirûşma “Bi naverokeke têr û tijî ya dersên hunerî, di xizmeta jin û zarokên hunerhez de ye” di 2020’an de dest bi xebatên xwe kiribû. KASED a ku bi armanca di hêla çand û hunerê de xwe bigihînin jin û zarokan hat vekirin, ji ber pêvajoya pandemiyê perwerdehiyên xwe dabû rawestandin. KASED’ê niha jî wê dest bi perwerdehiyên xwe bike û bi vî minasebetê di 5’ê Îlonê de wê ji bo destpêka xebatan bernameyek li dar bixe. Bername wê li avahiya KASED’ê, di 18:00’an de pêk were. Têkîldarî mijarê Mamosteya wêneyê ya KASED’ê Neşe Toprak axivî.
 
'Ji bo jin û zarokan dixebitin' 
 
Neşeyê di destpêka axaftina xwe de qala xebatên xwe yên piştî tayînkirina qeyûmê kir û wiha axivî: “Bêriya qeyûmê saziyên me hebûn. Wekî Cigerxwîn û Aram Tîgranê de me perwerdehiya çand û hunerê dida. Piştî ku qeyûm hate tayin kirin cihên me yên hunerê jî hatin girtin. Lê belê me nexwest xebatên xwe di nîvî de bihêlin. Bi vê awayî saziyên alternatîf vekir û xebatên xwe dîsa berdewam kirin. Çend sal wisa me xebatên xwe da berdewam kirin lê piştre me xwest saziyek bi taybetî ji bo jinan hebe û KASED’ê vekir. KASED, xebatên xwe ji bo jin û zarokan a di hêla hûnerî ve dide meşandin. Piştî ku me cihê xwe girt û tadîlat û amadekariyên xwe qedand pêvajoya pandemiyê dest pê kir. Lewra em neçar man ku perwerdehiyên xwe bidin rawestandin.”
 
‘Li hemberî komeleyê eleqeyeke baş heye' 
 
Neşe diyar kir ku serlêdanên ji bo komeleyê gelek baş in û ew jî kêfxweşî û morîvasyonek dide û got: “Piştî pandemiyê me dîsa dest bi perwerdehiyên xwe kir. Her wiha me ji bo komeleyê li Rêzanê avahiyek girt ku ji bo her kes xwe bighîne komeleyê. Ji bo hatin û çûyina komeleyê di hêla aboriyê de ji jin û zarokan re nebe bar me wisa kir. Niha hem jin û hem jî zarok eleqeyeke baş nîşanî xebatên me didin. Bi coşek mezin tên komeleyê. Ji ber ku gava em behsa hunerê dikin di nav civakê de hêvî û motîvasyonek çêdibe. Serlêdanên ji bo komeleyê gelek baş e. Em ê piştî 5’ê îlonê dest bi perwerdehiyên xwe bikin.”
 
‘Di 5’ê Îlonê em ê xebatên xwe bidin destpêkirin' 
 
Neşeyê dawiya axaftina xwe de li ser bernameya 5’ê Îlonê ya ji bo vekirina KASED’ê rawestiya û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber pandemiyê me perwerdehiyên xwe dabû sekinandin. Ji bo ku em ji nûve dest pê bikin me xwest bêriya destpêkirinê bi konserekê wan pêşwazî bikin. Ji bo bernameyê amadekariyên me berdewam dike. Di konserê de wê “Jin Ma” cih bigire. Ez hêvidarim ku gelek baş derbas bibe. Em dixwazin hemû jin û zarok werin saziyê me û rastî jî em di wê hêlê de bi kelecan in. Piştî bernameyê em ê dest bi perwerdehiyên xwe jî bikin û çoş bi coş berdewam bikin. Ev sazî saziyê jinê ye, ev sazî saziyê zarokan e. Deriyê saziya me ji hemû jin û zarokan re vekirî ye. 5’ê îlonê de jî em dixwazin werin vê dere bi me re bibin. Em li benda hemû kesan e.”