Li MED-DER’ê perwerdeya bi kurdî ya rûbirû dest pê dike

  • 09:09 31 Tebax 2021
  • Çand û Huner
 
Sema Çaglak
 
AMED - Mamosteya MED-DER’ê Seyhan Şaşmaz diyar kir ku di meha îlonê de ligel perwerdeyên online dê perwerdeyên rûbirû jî dest pê bike û got: "Serlêdanên kursên perwerdeya bi kurdî didomin. Em ê bi zaravayên kurmanci û kirmanckî perwerdê bidin. Xebatên me ya ji bo zarokan jî dê bidomin û em armanc dikin ku gel xwedî li zimanê xwe derkeve." 
 
Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ya li Amedê xebatên ziman bi rê ve dibe, piştî demek dirêj wê dest bi perwerdehiya rûbirû bike. MED-DER’ê ku cûrbicûr xebatên li ser ziman dide meşandin di pêvajoya pandemiyê de jî xebatên xwe neda rawestandin û bi destpêkirina pêvajoya pandemiyê xebatên xwe bi rêya online li ser bernameya ZOOM’ê dabû berdewam kirin. Lê di meha Îlonê de perwerdehiyên xwe hem bi awayekî online hem jî bi rûbirû wê bide destpê kirin. Serlêdanên perwerdehiyên dersan heya 3’ê îlonê berdewam bike. Têkîldarî mijarê mamosteya MED-DER’ê Seyhan Şaşmaz axivî.
 
‘Serlêdanên kursên me berdewam in’
 
Seyhan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dersên xwe yên ser online û diyar kir ku bi saya dersên online ji gelek deverên cuda kesan perwerdehiya bi kurdî dîtin. Seyhan, got: “Dema ku pandemî dest pê kir, em ketin di nav lêgerînê. Me jî xwest perwerdehiyên xwe yên ziman bi awayekî online bidin berdewamkirin. Ji bo dersên me gelek serlêdan çêbûn. Destpêkirina dersên online li ser perwerdehiyên me jî bandorek baş kir. Ji ber ku vê gavê ji her aliyê welat û derveyî welat serlêdanên ji bo dersan çêbûn. Ew bandorek gelek girîng bû û em pê kêfxweş bûn. Ji ber ku derfeta hemû kesan nîn bû ku perwerdehiya rûbirû bibînin. Êdî piraniya xwendevan dersên online dixwazin bibînin. Ji ber ku hemû kes ne li Amedê ne. Em ê di meha îlonê de dest bi perwerdehiyên xwe bikin. Lê belê vê gavê piştî demekê em dersên rûbirû jî bidin û dersên xwe yên online jî bidin berdewam kirin. Serlêdanên kursên me berdewam in.”
 
‘Em ê dersên xwe bi zaravayên kurmancî û kirmanckî bidin’
 
Seyhan anî ziman ku dersên wan ji asta destpêkê heya asta mamostetiyê berdewam dike û wiha axivî: “Astên ku em ê bidin hem bi rêya online hem jî bi rûbirû bê. Lê ji bo asta mamosteyiyê em tenê dersên rûbirû digirin. Em dersên xwe bi du zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî bidin. Ji bo zarokan jî kargehên me hebûn. Zarok bi kêfxweşî beşdarî wan kargehan dibûn. Ew ê kargehên me yên ji bo zarokan berdewam bikin. Bi destpêkirina perwerdehiyên ziman, li gorî rewşê ew ê zarok êdî di dawiya hefteyê de tevlî kargehan bibin. Ji ber vê yekê em ê qeydên zarokan jî bigirin û kargehên me bi vî şiklî berdewam bike.”
 
‘Eleqeya li hemberî kargehên zarokan zêde ye'
 
Seyhan, di axaftina xwe de bal kişand ser şahiyên ku ji bo zarokan li gundan hatibû lidarxistin û wiha bi lêv kir: “Şahiyên ku ji bo zarokan hatibû lidarxistin bandorek baş li ser xebatên kir. Zarok bi kêfxweşî û coşekê mezin tevlî wan bernameyan dibûn. Me alfebeya kurdî nîşanê zarokên gund dida û zarokan tevlî perwerdehiyê dikir. Bi vê yekê me kargeha zarokan vekir û malbatan zarokên xwe şandin wan kargehan. Gelek serlêdan çêbûn û hêjî berdewam dike.  Zarok bi kêfxweşî hem perwerdehiya zimanê dibînin hem jî bi muzîkê re eleqedar dibin. Mixabin êdî gelek malbat bi zarokên xwe re tirkî diaxifin. Zarok bi zimanê zikmakî mezin nabin. Zarok îro ji çand û zimanê xwe dûr dikevin. Di van kargeh û şahiyan de zarok dê nêzî çand û zimanê xwe dibin.”
 
‘Xwedî li ziman, çand û hunera xwe derkevin’
 
Seyhan banga xwedîderketina li ziman û çandê li gel kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi salan e zext û zorî li ser zimanê me heye. Me qala zarokên xwe kir, qala zimanê xwe kir. Em dibêjin ku bila malbat zarokên xwe bişînin cem me. Gava em dibêjin perwerdehî em tenê qala rêzimanê nakin. Li vir çand û huner jî heye. Ji ber vê yekê kesên ku tevlî perwerdehiyên me dibin li dijî zext û zordariya li ser zimanê jî dibin xwedî li helwest. Bangewaziya min ew e ku xwedî li ziman, çand û hunera xwe derkevin.”