Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê di roja 2’yemîn de didome

  • 16:16 22 Tebax 2021
  • Çand û Huner
 
WAN - Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê di roja 2’yemîn de li navçeya Elbaka Wanê bi konsera Aryen Kom Ensturumal dest pê kir. 
 
Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li Wanê tê lidarxistin. Mîhrîcan di roja 2’yemîn de berdewam dike. Mîhricana îro bi konsera Aryen Kom Ensturumal li trawertanên (peri bacalari) li gundê Taxikê ya bi ser navçeya Elbaka Wanê ve dest pê kir. Aryen Kom Ensturumal li vir konserek da, govend hat gernadin û dengê dirûşma û tilîliyan olan da. 
 
Mîhrîcana wê li hewşa Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê bi dîwana dengbêjan û nîşandana fîlm berdewam bike.