Dengbêj Gulîstan:Bi klamên dibêjim dilê xwe rehet dikim

  • 09:01 5 Tebax 2021
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
SÊRT - Gulîstan a ku barê jiyanê di temenekî biçûk de girtiye ser milên xwe û gundê wê ji aliyê dewletê ve hatiye valakirin û şewitandin dibêje “Dengbêjî çandeke. Divê em li çanda xwe xwedî derên. Ez bi kilamên dibêjim hem dilê xwe rehet dikim û hem jî çanda xwe diparêzim.”
 
Li Botanê mirov berê xwe bide kîjan aliyî çîrokek bi êş a jinan heye. Hîn jin ji ber ku gundê wan ji aliyê dewletê ve hatiye şewitandin, an jî di temenê biçûk de barê jiyanê girtine ser milên xwe û hinek jî jî ji ber derdê kezebê çîrokek wan a bi êş heye. Ev jinên ku ev qas êş kişandine hinekan ji wan di nav bêdengiyê de ji vê cîhanê koç kirine û hinekên wan ên ku êş û azarên xwe bi rêya dengbêjiyê anîne ziman di heman demê de ji çanda xwe re jî xizmet kirine. Ji van jinên ku bêdeng nemane yek jê jî yek jî dayika 11 zarokan Gulîstan Teymûr a 58 salî ye.
 
Gulîstan a ku ji gundekî navçeya Dihê ya Sêrtê ye, zarokatiya wê li gund di nav aramiyê de derbas bûye di 15 saliya xwe de ji aliyê malbatê ve bêyî daxwaza xwe tê zewicandin û tê li gundê Seyfiyê bi cih dibe û barê jiyanê di temenê zarokatî de digire ser milên xwe.
 
Di sala 1993’an de leşker di ser gundê Seyfiyê de digirin û ji bo ku Gulîstan û malbata wê bibe cerdevan gef û zilm li wan tê kirin. Gulîstan a ku bi malbata xwe re vî tiştî qebûl nake û ji gundê xwe koçî Sêrtê dikin wiha dibêje: “Em neçar man ji gundê xwe derbikevin û gundê me ji aliyê leşkeran ve hat hilweşandin. Lê piştî bi salan me dîsa berê xwe da gundê xwe. Di sala 1995’an de dîsa hatin gotin an hûnê bibin cerdevan an jî em ê gund bişewitînin. Em carekedin neçar man ku mala xwe bar bikin û em hatin li Sêrtê bi cih bûn. Dema em hatin Sêrtê xaniyê me tunebû û em di xaniyên kirê de man. Piştre em ji wir deretin û di sala 1996’an de me mala xwe barkir navçeya Turgutluya Manîsayê. Em 14 salan li wir man. Jiyana me tim di nav koçberiyê de derbar bû. Zarokên me biçûk bûn û me gelek zor û zehmetî kişand. Piştî ku em 14 salan li Manîsayê  man şûnde me carekedin berê xwe da welatê xwe û di sala 2010’an de em li Sêrtê bi cih bûn. Jiyana me berê gelek xweş bû. Lê êdî ew aramî nemaye.  Dema em li gund bûn me hemû pêdiviyên xwe bi destên xwe çêdikir. Lê êdî ne gundê me ma û ne jî jiyana me ya berê ma. Li vir jî zilma dewletê li ser me kêm nebû. Kurê min hat girtin û 11 sal û nîv ceza lê hat birîn.”
 
‘Dema stranan dibêjim dilê xwe rehet dikim’
 
Gulîstanê, bi lêv kir ku hem ji ber zilma dewletê, hem ji ber bêrîkirina welat û hem ji ber  şert û mercên jiyanê yên zahmet  dest bi dengbêjiyê kiriye û wiha domand: “Ez êş û derdên xwe bi kilaman tînim ziman. Ji ber ku xeynî dengbêjiyê ez nikarim êşa xwe vebêjim. Ez dema eciz dibim kilaman dibêjim. Ez dilê xwe rehet dikim. Ez ji dengbêjiyê gelek hez dikim.”
 
‘Xwezî bi rojên berê…’
 
Gulîstanê, destnîşan kir ku di nava malbata wê de metika wê dengbêjî dikir û wiha pêlda axaftina xwe: “Dengê meta min gelek xweş bû. Meta min jinekê gelek zana û jîr bû. Dengbêjî çandeke. Kal û pîrên me jî dengbêjî dikirin. Ez dengbêjiyê ji metika xwe elimîm. Dema wê kilam digotin min jî lê guhdar dikir. Ev çanda dengbêjiyê çandek berê ye. Demên berê televîzyon tunebûn. Em êvaran dihatin gel hev û mezinên me ji me re çîrok digotin. An jî civak kom dibû şevbihêrk dikirin û kesên dengê wan xweş kilam digotin. Niha ji ber teknolojî pêşketiye kes zêde guh nade dengbêjiyê. Êdî dem ne dema berê ye. Tu kes êdî şevbihêrkê nake. Em di navbera xwe de carna kilaman dibêjin. Xwezî bi rojên berê. Qîmeta çanda dengbêjiyê zêde baş nayê zanîn. Dema em zarok bûn li çolan û li dawetan dengbêjan kilam digotin.  Niha êdî  di dawetan de orkestra lêdidin. Kes bi devkî stranan nabêje. Ez ji zarokatiya xwe stranên dengbêjan gûhdar dikim. Dema ez zarok bûm kastên stranan hebûn min wan gûhdar dikir.”
 
‘Em xwedî li çanda xwe derbikevin’
 
Gulîstanê, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê hemû kes xwedî li çanda kurdî û dengbêjiyê derbikeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber êş û elema dilê xwe her cure stran dibêjim. Stranên dengbêjiyê yên şahî, kêfxweşî û şînê. Ji ber wê yekê divê em xwedî li çanda xwe derbikevin. Em destûrê nedin ku çanda me winda bibe. Divê em  xwedî çanda xwe derbikevin. Ger çand winda be em ê jî winda bin.”