44 weşanxane ligel astengiyan tevlî Fuara Pirtûkan a Rojava bûn

  • 11:54 4 Tebax 2021
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - 5'emîn Fuara Pirtûkan a Şehîd Herekol îsal ligel astengiyan bi dirûşma "Pirtûk kana jiyanê ye" pêk hat. Ji welatên cuda 44 weşanxane û 120 hezar pirtûk di fuarê de cih girtin. 
 
5'emîn Fuara Pirtûkan a Şehîd Herekol 29'ê Tîrmehê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a li Qamişlo dest pê kir. Fuar bi dirûşmeya ''Pirtûka kana jiyanê ye'' dest pê kir, ji Bakur-Rojhilatê Sûriyê, başûr, bakur, rojhilatê Kurdistanê, Sûriyê, Italya, Misir, Irak, Tunis, Libnan û Tirkiyê 44 weşanxanê lê hazir e. Li Fuarê 120 hezar pirtûkên 13 hezar nivîskarî hene.
 
Di fuarê de herî zêde beşa Efrînê balê dikişîne ku ji hêla Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê ve hatiye vekirin. Piraniya vê beşê ji berhemên nivîskaren Efrînê pêk tê. Vê salê nivîskarên Efrînê 54 pirtûk çap kirin û li herêmê hijmara herî zêde ev bû. Li vê beşê bernameyeke bi navê ''Ji bo Efrînê û gelê Efrînê tu jî tiştekî binivise'' heye. Kesên ku diçin vî beşî ji wan tê xwestin ku ji bo gelê Efrînê tiştekî binivisin.  Heta niha gelek nivîs hatin komkirin. Hate gotin nivîsên ku hatine komkirin wê bigihînin ber destê Efrîniyan ku li herêma Şehba li kampên koçberan dijîn.
 
Li fuarê beşekî taybet a çîrokên zarokan jî heye. Bi vî beşî re keçeke 12 salî têkildar e. Rona Egîd a ji Qamişlo par di bin sîwana Weşanxaneya Amara de tevlî fuarê bûbû. Rona îsal bi pereyên ku komî ser hev kirî beşekî taybet vekir. Pir serdana vî beşî tê kirin. Rona ku lehenga zarokên kurd e, çi pirtûke tê firotin tiştekî lê dinivisine.
 
Di dema amadekariya vekirina fuarê de gelek astengî hatin derxistin. Lê li gel vê jî fuar vebû û bi rengekî serkeftî jî didome. Dewleta Tirk nehişt ku gelek weşanxane ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê werin fuarê.
 
Hin kesên bi ser ENKS'ê ve hêj fuarê dest pê nekirî dest bi reşkirinê kirin lê gelê Rojava guh neda van gotinên reşkirinê û planên wan pûç kirin. Hêzên rejîma Sûriyê jî nehiştin ku pirtûk ji Helebê û Şamê werin. Bi bihayê zêde yê kargoyan pirtûk gihaştin fuarê, lê pirtûkên ji Helebê negihaştin.
 
Weşanxaneya Aramê pirtûk diyarî wan zarokan kirin ku di pola 9 û 12'an de serkeftî ne. Her wiha piraniya weşanxaneyan pirtûk diyarî gelek kesan kirin.  Piştî fuarê wê pirtûk diyarî zanîngehên Rojava wer kirin.
 
Li fuarê serdanvanan bêhtir bala xwe dane ser romanan, pirtûkên dîrokî, lêkolîn, felsefî û çandî. Di fuarê de herî pir berhemên kurdî û erebî hebûn.