Mîhrîcana Mûnzûrê hat taloqkirin

  • 14:51 23 Tîrmeh 2021
  • Çand û Huner
 
DERSIM - Komîteya Amedekar a Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê, ragihand ku ji ber vîrûsa koronayê mihrîcan taloqî sala bê kirine. 
 
Komîteya Amedekar a Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê, têkildarî 20'emîn mihrîcana ku dihat plankirin ji aliyê Şaredariya Dersimê ve bê lidarxistin, li Eywana Konferansê ya Şaredariya Dersimê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ji Komîteya Amedekar a Mihrîcanê Alî Mukan axivî û diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê mihrîcan taloqî sala bê kirine. Mukan, destnîşan kir ku rexmî taloqkirina mihrîcanê jî wê xwezaya xwe biparêzin û xebatên xwe yên ji bo jiyandina çanda xwe bidomînin.