Bajarê çand û dîrokê: Dara

  • 09:02 9 Tîrmeh 2021
  • Çand û Huner
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Di landika şaristaniyê de ango li herêma Mezopotamyayê bi hezaran cihên dîrokî li ser lingan mane û dibin meskenê çand, dîrok û geştiyariyê. Yek ji van cih û waran jî bajarê qedîm Dara ye. Kesên riya wan bi Mêrdînê ket bê guman pêwîst e li bajarê Qedîm li Darayê yê weke muzexaneyek servekirî ye bigere.
 
Bajarê dîrokî Dara yan jî Darê, girêdayî Gundê Darayê yê Mêrdînê ye, 30 kîlometreyî dûrî navenda bajêr e û li ser riya navçeya Nisêbînê ye. Dara xwedî dîrokek kevnar a berî 2 hezar û 300 salan e. Bajarê qedîm di serdema Romayiyan de ji bo cihê parastina sînorên Împaratoriya Romaya Rojhilat a li hember Sasaniyan weke bingehek leşkerî hatiye avakirin. Bi dîrok û dîmenê xwe bala mirovan dikşîne. Her sal bi hezaran kes diçin serdana Bajarê Dîrokî, Darayê û dibin heyranên vî bajarî.  
 
Dema em di destpêkê de digihêjin Darayê zarokên biçûk ên ku dîroka Darayê vedibêjin derdikevin pêşiya me û her komek ji wan li taxekê yan jî li cihekî temaşe dikin. Bi kurdî û zimanên biyanî dîrokê bi lez vedibêjin. Di destpêkê de mezelên bi kevir pişt re jî zindan û cihên avê hene. Ya ku balê dikişîne jî li ser wan şopên dîrokî avahî hatine çêkirin. Li gorî agahiyên em digirin jî ev avahî ji kolana arkeolojiyê dibin asteng. 
 
Dara ji aliyê kê ve hat avakirin?
 
Dara di salên 2010’an de di encama koladinên arkeolojyê de hat lêkolînkirin. Di dema Bîzansiyan de navê wê Anastasîopolî bû û di salên 1950’î de jî weke Oguz hate guhertin. Di 2010’î de piştî lêkolînê jî weke Dara hat binavkirin. Ji ber ku Dara, ji aliyê hikumdarê Persan Dariyûş ê sêyem ve hatiye avakirin. Bajar heta çend sedsalên piştî zayînê carnan di bin hikumdariya Împaratorirya Romayê û car caran jî di bin ya persan de maye. Di sedsalên 7’an de dikeve destên ereban  û heta sedsala 15’an jî di bin desthilatiya hikumdarên herêmî de dimîne. Piştî sedsalên 15’an jî dikeve destên Osmaniyan.
 
Daraya ku yek ji cihên qedîmtirîn ya nîştecîhbûnê tê hesabkirin bi sarinc, mozaikên xwe ve weke muzexaneyeke servekirî ye. Her ku diçe jî hejmara geştiyarên ku serdana Darayê dikin jî zêde dibin. Bi taybetî qenalên avê li gorî tê texmînkirin di tevahiya cîhanê de sîstema yekem e. Dara ji 4 taxan pêk tê. Ev tax Hecaciyan, Kelê, Axê û taxa Filehan e. Dema em li taxan digerin jî em dibînin ku di bin xaniyan de û di taxan de şopên dîroka bi hezar salan hene.
 
Dara ji nû ve tê avakirin
 
Bajarê antîk piştî şerê Gagmelayê, berê zayînê di 331’ê de ji aliyê Îskenderê Mezin ve li gorî bingeha xwe ji nû ve tê avakirin. Lê berê şûnwarê bajarê kevnar ê ku îro li Darayê tê dîtin ji hêla împaratoriya Bîzansê ve piştî zayînê 491 - 518’an ve tê avakirin û navê Anastasiopolîs lê tê kirin. Herî dawî jî di sala 530’î de ji aliyê Împaratoriya Romayê ve bi mîmariyek helenîstîk ji nû ve hatiye avakirin. Bajarê ji aliyê Persan ve hatiye çêkirin tê hilweşandin û kevirên wê ji bajarê nû re tê bikaranîn.
 
Ger ku rêya we bi Mêrdînê ket bê guman yek ji cihên ku hûn lê bigerin Dara ye. Bi dîroka xwe û bi çanda xwe re efesa Mezopotamyayê ye.