'Ez ê tim xizmetê ji zimanê kurdî re bikim'

  • 09:01 8 Tîrmeh 2021
  • Çand û Huner
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Helbestkar Leyla Yarar (Mazîçînê) a li dijî zextên li ser zimanê kurdî her bi kurdî nivîsand da zanîn a wê xweşik dike têkoşîna wê ya ji bo wêjeyê ye û wiha got:"Ez ji nivîsandina bi zimanê xwe hez dikim. Ez ê tim xizmetê ji zimanê kurdî re bikim."
 
Huner zimanê hest û giyanê mirovan e. Jinên ku timî êriş li wan hatiye kirin û li dijî vê êrişê li berxwe dane bi hunerê hestên xwe vegotine. Yek ji jina bi beşên hunerê hem wêjeyê hem jî wênexêziyê hestên xwe vegotiye Helbestkar Leyla Yarar e. Leylayê rexmê astengiyên derketine pêşiya wê hunera xwe bi kurdî û rengê jinê neqişandiye. Em bi hev re bibin şahidê huner û serkeftina wê.
 
Bi hezaran wêne xêz kiriye
 
Leylayê ya îro me dike mêvanê xwe bi wênexêziyê dest bi pêşkêşkirina hunera xwe dike. Odeya xwe ya ku bi wêneyên xwe xemilandiye nîşanî me dide. Qat, qat wêneyan derdixe. Li gorî nêrîna me wê herî kêm bi hezaran wêne li gel xwe kom kiribû. Gelek wêneyên xwe nîşan da û di hemû wêneyan de jin hebûn. Em kêm rastî wêneyên xwezayê û siruştê hatin. Niha jî ew boyaxên xwe yên avê li ber xwe rêz dike û dest bi çêkirina jinekê dike. Di navberê de jî ji me re qala jiyana xwe dike. Leylayê bi van gotinan dest pê dike:"Ez ji Dêrika Çiyayê Mazî me. Ji ber wê yekê min navê Mazîçinê li xwe kir. Min dibistana seretayî li Dêrikê, dibista navîn û amadekariyê jî li Amedê qedand. Min piştre li Îzmirê beşa Hunera Xweşik qezenç kir û min li wir jî qedand. Ez bûm mamosteya nexşên destan. Min dev jê berda û min car din
amadekariya ezmûnan kir. Min mamostetî û temaşekirina zarokên pêşdibistanê kir. Beriya ez bibim 20 salî jî ez bi zorê dan zewicandin ku ji vê zêdetir ez naxwazim zêde qala zewaca xwe bikim."
 
Bi têkoşîna xwe bû hunermend
 
Berê xwendina jinan bêje hema qet ne pêkan bû. Leylayê bi têkoşîna ku daye re dibistan qedand. Ew bû yek ji jinên wê demê yên ku dibistan qedandiye. Bê guman berdewamiya van serkeftinan jî her tim tîne. Leylayê di serê salên 2000’î de dema ku yekem car li Amedê qursên zimanê kurdî hatin avakirin beşdarî qursan dibe. Ew vê carê ji xwe re dike armancek herî mezin ku zimanê xwe hîn bibe. Heta vê demê gelek nivîsên Leylayê di kovar û rojnameyan de derdikeve. Wêneyên wê ango nivîsên wê şayanê xelatan tê dîtin. Di sala 2006’an de jî yekemîn pirtûka xwe ya bi navê Mazîçinê ya ku bi kurdî nivîsiye çap dike. Mazîçinê weke her carê serî hildide û bi berxwedana xwe dibe  xwendekar û hunermend.
 
'Heta huner azad nebe hişmendiya me jî azad nabe'
 
Leylayê bi astengiyên pê re rû bi rû maye re berdewam dike û dibêje:"Ji zarokatiyê de hezkirina min a wênexêziyê û nivîsê hebû. Lewra malbata min ji vê taybetmendiya min pir xemgîn dibû. Min dinivîsand û xêz dikir, min çiqasî ev berhemên xwe li cihekî ewle veşartiba jî diya min didît kom dikir û dişewitand. Her tim astengiyên wisa derdiket pêşiya min. Min jî tim digot encax hûn mejiyê min bişewitînin, da ku ez hunerê biterikînim. Min nikaribû huner biterikanda, ji ber ku ez û huner weke parçeyekî bûn. Ez qet ji bîr nakim, min helbestek nivîsî û beşdarî pêşbirkekê bûm. Di nava tirkiyeyê de yekem derket û vê min pir ecêb hişt. Piştî wê helbesta min xelat jê girtibû di rojnameyan de derket. Mala hevjînê min çûn cihê rojname çap kirine û hemû rojnameyên wê rojê kirîn. Anîn malê û gotin ji min re dikirin. Her tim dixwestin min bifetisînin. Heta huner azad nebe hişmendiya me jî azad nabe."
 
'Ez ê tim xizmetê ji zimanê kurdî re bikim'
 
Leylayê diyar kir ku evîna wê ya hunerê tu carî kêm nebûye û wiha pê de çû:"Me bi çend hevalan re pirtûkek din jî çap kir. Ez bi nivîs û wêneyên xwe re tevlî bûm. Me jiyana jinên koçber honandibû. Niha jî min gelek helbest nivîsandine. Min serpêhatiya çend jinan amade kiriye û min gelek çîrok berhev kirine. Lê ez ê çawa komî ser hev bikim û çap bikim nizanim. Niha her tişt bûye pere. Yê ku pereyên wan hebe dikare binivîse. Ez di navberê de wêneyan xêz dikim Car car jî nexşên destan çêdikim. Ez bi vî rengî tucarî dev ji evîna xwe bernadim. Gelek xwestin ku me veqetînin lê nikarin. Niha jî ji ber ku ez kurdî dinivîsim ji min pişt ve diçin. Lê ez ê her tim ji bo ziman û hunerê xizmetê bikim. Heta dawiya jiyana xwe ez ê vêya bidomînim."
 
'Divê jin neyên astengkirin'
 
Leylayê di vê navberê de wêneyê ku xêz dike diqedîne û dest bi nexşên ku çêdike dike. Gelek berhemên ku çêkiriye jî nîşanî me dide. Em di vê navberê de firsetê dibînin û dipirsin, gelo çima timî jinan xêz dike. Leylayê wiha bersiva me dide:"Ger jin azad be wê civak jî azad bibe.  Ji ber wê sedemê jî pêwîst e jin neyên astengkirin û çewisandin. Naxwazin jin bi xwe bihesin û serî rakin. Weke ku ji min re bûne asteng ji hemû jinan re bûne asteng. Ez li dijî vê hişmendiya zayendperest timî jinan xêz dikim. Ji min re jin bêhtir aramtir tê."
 
'Têkoşîn me xweşik dike'
 
Leylayê herî dawî bi van gotinan me oxir dike:"Ez şanaz im ku jinên ciwan ên xebatkar dibînim. Min ji bo vê têkoşînek mezin da û dema we jî dibînim hestên min ên wê demê nû dibin. Ez têkoşîna xwe bi bîr tînim. Divê jinên ciwan netirsin. Her ku bitirsin wê bêhtir werin çewisandin û bişaftin. Wê mafên wan ji destên wan werin sitendin. Pêwîst e jin xwedî li serkeftinên xwe derbikeve. Ez dizanim her jinek cewherek mezin e. Ew jîr in û dikarin loma ev têkoşîn jî me xweşik dike. Ji bo em xweşik jî bimînin divê em têbikoşin."