Şîlan Elmaskan: Xebatên ji bo parastina ziman dê bidomin

  • 09:03 7 Tîrmeh 2021
  • Çand û Huner
Sema Çaglak 
 
AMED - Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmaskan, diyar kir ku şahiya zarokan a li gundan bi coşeke mezin pêk hat û got: "Hewldana zarokan ji bo hînbûna ziman girîng bû. Em ê çarçoveya xebatên xwe berfireh bikin û bidomînin."
 
Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ya li Amedê xebatên ziman bi rê ve dibe, ji bo ku balê bikşîne li ser girîngiya ziman berê xwe dabû gundan û ji bo zarokan şahiyah li dar dixin. MED-DER di çarçoveya bernameyên xwe de li çar navçeyên Amedê de bi zarokan re civiya û bernameyên cûrbicûr li dar xisti. Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmaskan tekîldarî bernameyê de ji ajansa me re axivî. 
 
Şîlan da zanîn ku wan ew bernameya xwe di çarçoveya xebatên xwe yên 15’ê gulanê dabû destpêkirin û wiha axivî: “Ji bo ku em balê bikşînin li ser girîngiya ziman û dewlemendiya zimanê kurdî me ev xebatê da destpêkirin. Her wiha ji ber pêşîlêgirtina bişaftina zimanê kurdî xebata me gavekê girîng e. Ji ber ku zimanê kurdî ne zimanekê fermiyê bi bişaftinê re rûbirû dimîne. Me xwest ziman û netewa xwe di nav civaka xwe de bêtir zîndî bikin." 
 
‘Me xwest balê bikşînin li ser tîpên kurdî’
 
Şîlan bal kişand li ser bernameyê ku di çarçoveyê plansaziya xwe de kirin e û got: “Berê her tiştê me xwest em balbikşînin li ser tîpên kurdî. Hem ji bo kurmancî hem jî ji bo dimilkî de me perwerde da. Ango gundên ku bi kurmancî diaxivin û gundên ku bi dimilkî diaxivin me bijart û xwest wan beşdarî bernameyê bikin. Em û hevalên çandê bi hev re xebat da meşandin. Wan ji zarokan re rîtmên xwezayî fêr kirin. Rûyê wan boyax kirin. Wan hînî stranên bi kurdî kirin, bi hev re wêne çêkirin. Di dawiyê de jî me bi hev re li gel rîtmên xwezayî stranên xwe got." 
 
‘Helwesta zarokan gelek bi kêf û coş bû’
 
Şîlan destnîşan kir ku di şahiyan de coşek mezin hebû û wiha bi lêv kir: "Zarok bi kêf û coş tevlî bernameyan dibû. Li vir hînê tîpên kurdî bûn û hînbûn bi kurdi bû û bi kurdî dijiyan. Her wiha şahiyên ku di nava xwezayê de pêk dihat jî kêyfxweşiyek bû. Zarok ji me re digotin 'Ne tenê carekî her tim bên li vir'. Zarok bi nêzikatiya xwe dixwastin bi zimanê kurdî perwerde bibin. Dixwestin ku bi kurdi bixwînin û binivîsinin jî."
 
‘Xebatên me dê berdewam bike’
 
Şîlan, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tenê li 4 gundan xebat hat kirin. Lê dê xebatên me yên bi vî rengî bidomin. Li gorî demê em ê dîsa xebaten cûrbicûr bidin meşandin. Em ê li ser girîngiya ziman rawestin û her tim di rojevê de bihêlin."