Dibistana Zarok Ma bi şahiyekê hat vekirin

  • 21:02 6 Tîrmeh 2021
  • Çand û Huner
AMED - Akademiya Ma Muzîk ji bo perwerdehiya zarokên 0 û 5 salî bi dirûşmeya "Mala we ya duyemîn" Zarok Mayê bi şahiyekê vekir.
 
Akademiya Ma Muzîk ji bo perwerdehiya zarokên 0 û 5 salî bi dirûşmeya "Mala we ya duyemîn" Zarok Ma yê vekir. Ma Mûzîk ku ji bo vekirina dibistana Zarok Mayê ev demek dirêj amadekariyan dikir. Ji bo vekirina dibistanê şahiyek hat organîzekirin. 
 
Kordînatorê Ma Muzîkê û perwerdekarê Zarok Mayê Şêrko Kanîwar di şahiyê de axivî û destnîşan kir ku Zarok Ma ne proje bû û got: "7 sal berê Zarok Ma bi 8 zarokan ve dest bi kar kir.  Piştî wê ev 8 zarok xwe gihand bi hezar zarokan. Ew bi bawerî û piştevaniya we çêbû. Ji roja ku me got em ê Zarok Mayê ava bikin lê pandemî dest pê kir. Lê me dev ji xeyala xwe berneda û bi ekîba Ma Muzîkê bi piştevaniya we ew xeyalê pêk hat.  Em tena serê xwe ne tiştek in. Soza me ji roja destpêkê de ew e ku em ê zarokên vê welatê bê mûzîk nehêlin. Zarok Ma eşqa perwerdekarên Ma Mûzîk bû. Zarok Ma pîroz be!"
 
Pîştî axaftina Şêrko, kesên ku piştevaniya Ma Mûzîkê kirine navê wan hat xwendin û bi plaket hat dayîn. 
 
Şahî bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.