Nêrgiz Ismayîl: Helbest, çîrok û romanên kurdî stûna wêjeyê ne

  • 09:01 6 Tîrmeh 2021
  • Çand û Huner
 
Roza Metîna
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û helbestkar Nêrgiz Ismayîl da zanîn helbest, çîrok û roman dema bi zimanê kurdî bên nivîsandin bandoreke erênî li ser pêşketina wêjeya kurdî dikin û wiha got:"Helbest, çîrok û romanên kurdî stûna wêjeyê ne. Hevdu xwedî dikin û dema ji aliyê jinê ve bên nivîsandin dê bandoreke mezintir di heman demê de li ser pêşketina çand, ziman û civakê bikin." 
 
Nivîskar û helbestkar Nêrgiz Ismayîl a ji Hilêliya Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê ye û bi nivîsandina helbest, çîrok û romanê qadeke berfireh a ji bo parastina ziman û wêjeya kurdî ji xwe re ava kiriye li ser helbest, roman, çîrok bandorên wan ên li ser ziman, wêje û civakê, nirxandin kir. Nêrgizê di heman demê de bal kişand ser rola jinê ya di qada wêjeyê de û got:"Helbest, roman û çîrokên bi kurdî qada têkoşînê û çavkaniya azadiyê ya jinê ye. Ger jin di qada wêjeyê de serkeftî be wê di hemû qadan de jî bi cewhera xwe ya jinbûyînê pêşeng be." 
 
'Helbest çavkaniya azadiyê ye'
 
Nêrgizê ya ku helbestê wekî çavkaniya azadiyê pênase dike da zanîn helbest dihêle ew her demê nêzî xwezaya Îştarê bibe û wiha got:"Helbest her demê ji min re dibe rêya ku bersivan ji nakokiyên xwe re bibînim. Helbest mirovan bi taybetî jî jinê bi hêz dike. Ji ber jin helbest bi xwe ye. Di kîja şerd û mercê de be jî helbest dibe çavkaniya azadiyê. Tu caran helbest kevin nabe, lê belê hostayên wê ger kevin bibin û nikaribin wê hêza azadî û jiyanê di xwe de afrîner bihêlin wê demê ev ê bibe mijareke gengeşeyê. Bi helbestê re herikîneke bê dawî dibînim. Ew herikîna sebir, berxwedan û tekoşînê dide min. Helbest min bi xwezayê re dike yek. Dihêle ku her demê nêzî xwezaya Îştarê bibim. Min hîn negotiye ku ez êdî nikarim helbestê binivîsim. Heger min di vê jiyanê de helbest ji xwe re wekî şansekê hilbijarti be ev hilbijartineke di cih de ye. Ez û helbest em pêrgî hevdu hatin. Bi jan, keder, bedewiyan...Em dikarin rêya rastiyê bi hev re bibînin, bikin deng û binivîsin. Bextewar im bi vê cêwîkbûnê re."
 
'Helbestê hest û pênûsa min bi bask kir'
 
Nêrgizê da zanîn wê di temenekî biçûk de dest bi nivîsandina helbestê kiriye û wiha got:"Rastiya êşê hişt ku ez helbestê binivîsînim. Ji temenekî biçûk min dest bi nivîsandinê kir. Li jiyaneke hezkirin lê zêde, aram, bi edalet, rêzgir, digeriyam. Biçûkxistina kurdayetiya min, bindestiyê, jinbûna min hişt ku bi hestên xwe helbestê bipelînim. Helbestê hest û pênûsa min bi bask kir. Ne poşman im."
 
'Qada helbestê qada tekoşîna jinê ye'
 
Nêrgizê bal kişand ser rola jinê ya girîng a di qada helbestê de û wiha dewam kir:"Di qada helbestê de rola herî mezin jinê girtiye ser xwe. Di vî warî de jin dema xwe nas bike ev girîng e. Jin xwe nas neke bi rastî nikare di vê qadê de hebe. Loma gelek caran jin ji ber hişmendiya mêr li dû maye. Jinan gelek caran helbestên evîndariyê li ser mêran nivîsandine lê belê ji ber hişmendiya mêr jî mixabin av û av çûye. Mebesta min ew e ku divê jin xwe nas bike û xwe binivîse. Ez baş dizanim ev yek jî ne hêsan e. Gava ez dibêjin jin weke takekesî vêya nagirim dest. Jin di civakê de ne kesek ji rêzê ye. Ew bingeha civakê û mirovahiyê ye. Loma em nikarin tenê bi takekesî bifikirin. Jin jiyan bi xwe ye. Wê navên bedew li her tiştî kiriye. Wê her tiştên jiyanê bi nav kiriye. Dayiktiya fîzîkî jî kiriye û ya hestiyarî jî kiriye. Nabe jin qada helbestê ji kesekî din re bihêle. Estetîka helbestê, peyvên helbestê û rihê helbestê mê ye û jîn bi xwe ye. Jin bi helbestvaniya xwe divê bihêle ku civak vegere ser kesayeta xwe ya resen. Helbestên bi hizrên ji xwe nebawer, şikestî û perçebûyî nahêle jin bibe jiyana helbestê. Divê jin di helbestên xwe de bikaribin şoreşekê bigerînin û ji qelsiyê hêzê ava bikin. Qada helbestê qada tekoşîna jinê ye. Ger jin di qada wêjeyê de serkeftî be wê di hemû qadan de jî bi cewhera xwe ya jinbûyînê pêşeng be."
 
Bandora helbestê ya li ser ziman û wêjeyê 
 
Nêrgizê derbarê bandora helbestê ya li ser ziman û wêjeyê de diyar kir naveroka xurt a helbestê bandoreke erênî li ser ziman û wêjeyê jî dike û ev tişt anî ziman:"Naveroka helbestê xwedî bandoreke sereke ye. Gava naverok bi wate be ev bandorê li ser pêşketina ziman û wêjeyê jî dike. Gava naverok rasteqînî be hîna bi bandortir e. Honandina hest û peyvan jî ji hev ne dûr in. Peyv jî bingeha wêjeyê ye. Helbesta ku tê nivîsandin di kîja dem, şerd û mercan de tê nivîsandin bila bê nivîsandin di dawiyê de ew helbest ji civakê re tê nivîsandin. Lewra divê honandina evîn, êş, lêgerînên civakê û rewşa heyî bikaribe bijî û bide jiyîn. Helbesta ji naverokeke xurt dûr be û fêdeya wê ji ziman û wejeyê re tune be ew demkî dimîne. Lewma dema dem derbas dibe ew  helbest jî tê ji bîrkirin. Gelekî girîng e, helbesta mayînde cihê xwe di hişê her kesî de bihêle. Helbesta di hişê mirovan de cihê xwe bigire ew ê bêtir bandora erênî li ser ziman û wêjeyê jî bike." 
 
'Bi nivîsandina çîrokê çand, dîrok, heqîqet tên parastin'
 
Nêrgizê ya ku di heman demê de çîrokan jî dinivîse da zanîn jin dema çîrokan binivîse çîrok bêtir bi watedir dibe û wiha got:"Bi rastî wekî jin min xwest di destpêkê de ez bikaribim berpisiyariya wêjeya resen, xwezayî û devokî bigirim ser xwe. Gelek çîrokên gelêrî hene, jiyana dayikan heye ku wêjeya devkî heta niha parastine. Ya herî balkêş a ez gelekî pê şad dibim ew e ku dema dayik derdê xwe dibêjin peyvên ji kûrahiya hestên wan bi aheng derdikevin. Ev hunereke xwezayî ye, di tu pirtûk û bazarên cîhanê de tune ye. Min xwest bi nivîsandina cîhana jinê ya xwezayî dest pê bikim. Bêyî ez bi hestên wan bilîzim. Min xwest mîna ku ez li antîkayên dîrokî di nav raman, hizir û hestên wan de bigerim piştre wan xisletên wan ên xwezayî bikim nivîs. Bi guhdarkirinê çêjeke şêrîn digirim û bi nivîsê re jî hîna xweştir sermest dibim. Nivîsandina çîrokan dihêle jiyan bi xwezaya xwe bimîne. Ji ber xwezaya mirovan ev e, ravekirin, vegotin û şîrovekirin e. Lewma çîrok dihêle ku naveroka xwezaya dayiktiya jiyanê zindî bimîne. Ger jin bibe nivîskara çîrokan ev hîna bi watetir e. Jinê ewqas derd û kul jiyaye. Heger jin bikaribin bi hêzdarî evîn, kêfxweşî, derd, serfiraziyên civakî binivîse wê şoreşa herî mezin ev be. Dema ez biçûk bûm dapîr û bapîrên min her şevê ji me re çîrok digotin. Xewn û xeyalên me berfireh dibûn. Ji wan çîrokan hîna jî tama tiriyên rezên kalikê min ser zimanê min e. Bi wan re diçûm Nisêbînê, Omeriya û Cibilgirawê. Jixwe dema ew çîrok weke kilamên dengbêjiyê jî digotin hîna qurmê darê qayim dibû. Ji ber wê bi nivîsandina çîrokê çand, dîrok, heqîqet tên parastin. Çiqas dem derbas bibe jî ev tişt zindî dimînin. 
 
'Çîrok û helbest hevdu temam dikin'
 
Nêrgizê li ser têkiliya di navbera helbest û çîrokê de bi lêv kir helbest û çîrok mîna du cêwîka ne, hev temam dikin û wiha dewam kir:"Helbest û çîrok ji hevdu ne qut in. Bê guman di warê pîvanan de pêwîst e her yek ji wan bê parastin. Têkiliyeke gelek hevbeş di navbera helbest û çîrokê de dibînim. Helbest û çîrok mîna du cêwîka ne, hev temam dikin. Mirov dikare di helbesteke kurt de jî çîrokekê pênase bike, mirov dikare di çîrokekê de jî bûyerekê pênase bike. Şêwaza helbestkariyê bi bandor e, honandina çîrokê jî balkêş e. Lê belê pirsgirêka ku derdikeve ev e ku heta niha di warê ziman û honandinê de qelsiyên me hene. Ev jî bandoreke neyînî hem li helbest hem jî li çîrokê dike. Hin nivîskar çîrokên rasteqînî nanivîsînin, dixwazin bişibin hinekî din. Ev jî zirarê dide pêşketina wêjeyê. Gelekî girîng e em helbest û çîrokên Kurdistanî binivîsînin. Bi rihê Kurdistanî, em ji hêmanên welatê xwe dest pê bikin. Em ji koka xwe dest pê bikin. Hinek helbest û çîrok gava mirov lê guhdarî dike di cih de mirov dibêje ev a Hindî, Çînî, Erebî û hwd. ye. Nexwe li vê derê pêwistiya me bi nasnameya helbest û çîrokên Kurdistanî heye."
 
'Nivîs ji hîskirinê dest pê dike'
 
Nêrgizê di heman demê de bal kişand ser girîngiya ziman, naskirina rastiya dîrokî, lêkolîna jinê û hîskirina ji bo nivîsê û wiha pê de çû:"Baweriya min bi yek xalê heye ew jî bi gerê û geştê mirov dibe nivîskar. Lê belê ez girîngiya xwendinê jî li vir înkar nakim. Gava jin li ser kulîlkekê dinivîsîne wê kulîlkê nebîne jî wê xweş binivîsîne lê belê ne mîna ku bêhn bike, destên xwe bidê, ango wêneyekî xwe pê re bikişîne. Nivîs ji hîskirinê dest pê dike. Gava çav dibîne dil hîs dike, ew lêdana dil dihêle mirov mîna çemekî şêt û har biherike û azad raneweste. Pêwîst e jinên kurdan gelekî bixwînin, lêkolînan bikin, rastiya xwe ya dîrokî jî nas bikin heta ku bikaribin azad binivîsînin. Jina ku bi êşa jinê nizanibe wê çawa bikaribe çîrokên jinê binivîsîne? Jinên bi zimanê xwe nizanibin wê çawa ziman û wêjeya xwe li ser piyan bihêlin? Bi taybetî jî ziman ji bo berdewamiya parastina nasnameyê gelekî girîng e. Ziman, wate, naverok û honandin hev temam dikin. Jixwe jin çavkaniya vê ye lê gava jin hêza xwe nas neke nikare van hemî bedewiyan bike rastiya jiyanê."
 
'Bê çîrok wêje nakemile' 
 
Nêrgizî têkildarî girîngî û bandora çîrokê ya li ser pêşketina wêjeyê wiha got:"Hemû bûyerên jiyanê dikarin bibin çîrok. Ji zimanê pirole wêdetir xwerû û zelal be çêtir e. Çîrokên sûdewar ji bo mirov zarokên xwe pê mezin bikin jî girîng in. Ji bo pêşketina wêjeyê çîrok stûneke bingehîn e. Bê çîrok wêje nakemile. Çîrok bi hemû deman re dimeşe. Kevin û nuh jê re nîne. Li ku derê be dikare xwe nuh bike, ava bike û pêşketinan çêbike. Lê belê dîsa jî neçar im bibêjim ku ziman û honandina naveroka çîrokê bandoreke gelekî kûr li paşxistin an jî pêşxistina wêjeyê dike. Bi taybet çîrokên ku ji bo zarokan têne nivîsandin gelekî girîng in. Dema zarokên kurd bi rêya çîrokên kurdî mezin bibin wê demê dê bingeha wêjeyê jî xurt bimîne." 
 
'Piştî Şoreşa Rojava jinan bi azadî nivîsandin'
 
Nêrgizê bi bîr xist ku beriya Şoreşa Rojava jinan nikaribûn bi awayekî azad binivîsandina lê belê piştî şoreşê di nav avakirina Komîteya Wêjeyê de cihên xwe girtine û wiha dewam kir:"Beriya Şoreşa Rojava jî û niha jî zext, zilm û zordestiya rejîmê heye. Lê piştî Şoreşa Rojava ya em wekî şoreşa jinê pênase dikin êdî jinan bi azadî nivîsandin. Berê jinan bi dizî dinivîsandin. Lê dema şoreş pêk hat jinan di avakirina Komîteya Wêjeyê de cihên xwe girtin. Bi vê yekê re gavên erênî hatin avêtin. Di qada wêjeyê de gelek nivîskarên me yên jin hene. Hem bi kurdî hem jî bi erebî dinivîsin. Lê belê mixabin hîna jî lawazî di warê ziman û honadinê de heye. Çîrok û helbestên şoreşê divê bêtir bên nivîsandin. Gelek bandorên neyînî yên ji bo nivîsandina jinê dibin asteng mixabin hîn didomin. Yek ji van bandor û astengiyan jî pergala malbatî ye. Loma jin gelek carî nikarin herikbar û bi hestên azad binivîsin. Şer, rewşa zehmet jî dibin asteng. Jin jî di qada wêjeyê de dixwaze xwedî misyon û rol be lê belê ev jî mijareke tekoşînê ye. Pêwîstiya me bi şoreşa wêjeyê ya di nava şoreşa jinê de heye. Dem, sebir û zanebûn wê xurtbûnê ava bike."
 
'Helbest, çîrok û romanên kurdî stûna wêjeyê ne'
 
Nêrgizê ya di heman demê de romana bi navê Çirrik nivîsandiye têkildarî nivîsandina romanê ya bi zimanê kurdî û têkiliya di navbera Helbest, çîrok û romanên kurdî de wiha got:"Helbest, çîrok û romanên kurdî stûna wêjeyê ne. Hevdu xwedî dikin û dema ji aliyê jinê ve bên nivîsandin dê bandoreke mezintir di heman demê de li ser pêşketina çand, ziman û civakê bikin. Helbest, roman û çîrokên bi kurdî qada têkoşînê û çavkaniya azadiyê ya jinê ye. Roman di nêrîna min de ji bo avakirina civakek nûjen û dîrokî stûna herî bingehîn e. Ji ber di romanê de gelek mijaran mirov dikare di nava hev de bihone. Min jiyana qehremana romana Çirrik şopand û nivîsand. Di vê romanê da min xwest jiyana gelek jinan bînim ziman. Her wiha rewşa welatê me û şoreşa ku ne ji niha ve bi sala ne heye bidim nivîsandin. Ji mêran zêdetir pêwîst e jin romanê himbêz bike. Bi hezaran romanan binivîsîn. Jin bi xwe romanek e û hîna li benda nivîsê ye. Ez gelekî kêfxwş im bi vê ezmûna xwe ya yekemîn û wê ev ne ya yekemîn be jî. Ez ê gelek romanan binivîsînim û diyarî jinê û civaka me ya bedew bikim."
 
'Xelata mezin honandina heqîqetê ya bi pênûseke baş e'
 
Nêrgizê herî dawî bal kişand ser xelatên xwe yên girtiye û wiha bi dawî kir:"Bêguman xelata mezin ew e ku jinek bikaribe heqîqetê bi honandineke rast û baş binivîse. Ango xelata mezin honandina heqîqetê ya bi pênûseke baş e. Di 2019'an de min di Mîhrîcana Osman Sebrî de xelata sêyemîn a helbestê girt. Di heman demê de di 2020'î de bi çîrokekê beşdarî pêşbirka çîrokê ya ku ji hêla nivîskarên Saziya Welatê Wenda pêk hatibû bûm. Min xelata çaremîn a çîrokê girt. Ev xelatên min girtin moral dan min. Xelat weke sembolê dimînin lê belê xelata herî mezin a ji bo jinekê ew e ku civak wê bi xelat bike." 
 
Nêrgiz Îsmaîl kî ye?
 
Nêrgiz Ismayîl di 1975'an de li Hilêliya Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Perwerdeya bi zimanê erebî heta dibistana navîn diqedîne. Niha li Rojava dijî û gelek berhem nivîsandiye.
 
Berhemên Nêrgizê wiha ne:
 
Xelata Xewna Min (Helbest) -2003
Hisret (Helbest) - 2004
Mêşîn ( Helbest) - 2008
Guliyên Eşqê (Helbest) - 2019 
Stêrvana (Pexşan) - 2015
Rûpelên Jînê (Çîrok) - 2018
Çirrik (Roman) - 2019