Ji Ma Muzîkê ji bo Zarok Ma konser

  • 09:01 3 Tîrmeh 2021
  • Çand û Huner
Sema Çaglak 
 
AMED - Akademiya Ma Mûzîkê ji bo vekirina dibistana Zarok Ma yê dê di 10’ê tîrmehê de konserek li dar bixe. Mamosteya Ma Mûzîkê Evîndar banga tevlîbûna konserê kir û got: "Vekirina dibistanê xeyalek me bû û em xeyalên xwe pêk tînin. Ji bo derdor û zarokên vê welatê tiştekî pîroz e." 
 
Akademiya Ma Muzîkê ku di sala 2017'an de li Amedê bi dirûşma "Ji bo her kesî muzîk li her derê muzîk" starta xebatên xwe da, bi projeyên nû yên derbarê muzîkê de xebatên xwe didomîne. Akademiya ku bi Orkestraya Ahengên Xwezayî ya MA'yê, Orkestraya Zarokan a MA'yê, Orkestraya Jinan a MA'yê û Orkestraya MA'yê ji bo muzîka kevneşopiya kurdî mohra xwe li bin xebatên serkeftî xist, niha jî ji bo perwerdehiya zarokên 0 û 5 salî dibistana Zarok Ma yê vedike.
 
Akademiya Ma Mûzîkê, ji bo avakirina dibistana Zarok Ma yê di 5’ê sibatê de li ser malpera fongogoyê bi armanca 220 hezar lîre kom bike kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin û piştî demek gihaştibû hedefa xwe. Niha jî Akademiya Ma Muzîkê wê ji bo vekirina dibistana Zarok Ma’yê dê 10’ê tîrmehê de konserek bide. Têkildarî mijarê Mamosteya Akademiya Ma Mûzîkê Evîndar Dûlek axivî.
 
‘Xeyalek me bû û em xeyalên xwe pêk tînin’
 
Evîndar di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji bo projeya Zarok Ma yê piştgirî û kedekî hêjahî çêbû got: “Bêguman pêvajoya çêkirina Zarok Ma yê her çiqas bi kelacan be jî ewqas bi zehmet bû. Pêvajoya karên înşaatê zehmet bû. Herî dawî jî niha ber bi qedandinê ve ye. Em hewil didin ku bigihêje 6’ê Tirmehê. Xeyalek me bû û em xeyalên xwe pêk tînin. Ji bo derdor û zarokên vê welatê tiştekî pîroz e. Her roj zarokek ji wir derbas dibe û dibêje em ê mala xwe bibînin. Meraqa wan a li ser gelek zêde ye û girîngî jî didin. Hem meraqa zarokan zêde ye hem jî yê malbatan zêde ye. Ango berdewariyek baş heye. Em jî dibêjin hema zû biqedînin û em ê zarokan li mala wan a duyemîn de bibînin.”
 
‘Di 10’ê tîrmehê de wê konserek bidin’
 
Evîndar anî ziman ku amedakariyên wan a ji bo konserê berdewam dike û wiha bi lêv kir: “Jixwe me ji bo Zarok Mayê difikirî ku konserek mezin li dar bixin. Di heman demê de hîn konserên Amîdayê jî berdewam dike. Ji bo konsera vekirina Zarok Ma yê jî em ê Orkestraya Mayê derxînin. Jixwe bêriya mehek de me dest bi amadekariyên xwe kiribû. Xweş derbas dibe û em bi kelecan in.”
 
‘Konser wê bi bîletê pêk were’
 
Evîndar bal kişand li ser derfetên wan a aliyê aboriyê jî û destnîşan kir ku ji ber kêmanîna derfetên aboriyê ew ê konsere bi bîletê çêkin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me xwest konser yek be. Heke 2 heb bibûya maneya wê zêde nedima. Lewma me xwest konsera bingehîn yê 10’ê tîrmehê de be. Di 6’ê tîrmehê de em wê spasiyên xwe ji bo piştgiriyan pêş bixin û malbatên xwe nas bikin. Bi taybet wê ji bo zarokan bibe şahiyek. Bila ew roj bibe roja zarokan û mala xwe nas bikin. Lê yê ji bo konsera 10’ê mehê jî amadekariyên me berdewam in. Konser dê bi bîletê çêbe. Ji ber ku piştî zarok mayê gelek tiştên me kêm man. Bi piştgiriyên malbatan em her çiqas sûdê bigirin û hîn mezin bibin jî lê ne wek serdema berê ye. Lewra konsera 10’ê mehê bi bilêt e. Me gelek dixwest bi dildarî konserek bida ya lê mixabin ji ber derfetên aborî em ê konserê bi bîletê bidin. Kesên ku dixwazin bîletê werbigirin dikarin xwe bigihêjin li ser malperên me û cihê akademiye.”
 
Evîndar wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji bo piştgiriyên ji destpêkê heya dawiyê ji niha ve spasiyên xwe peşkeş dikin û em dibêjin em ê hev re mezin bibin.”