4'emîn Mîhrîcana Jinan a Fîdan Dogan dê di 3'yê Tîrmehê de bê lidarxistin

  • 16:02 16 Hezîran 2021
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 4'remîn Mîhrîcana Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) wê di 3’yê Tîrmehê de li Parîsê were lidarxistin.
 
Wê di 3’yê tîrmehê de li Parîsê 4'emîn Mîhrîcana Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) were lidarxistin. Festîval wê bi dirûşma "Li hemberî qirkirina jinê dem dema parastina jinên azad û civaka azad e" li qada Parc Interdepartemental a herêma Parîs Val De Marneyê were lidarxistin.
 
Mîhrîcan îsal di şexsê Fîdan Dogan de diyarî Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez û diyarî Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) hat kirin. Di bernameya mîhrîcanê de Yelda Abbasî, Nûarîn, Meral Alkan, Reqsên Gelê Tamîlê, Kevana Zêrîn, Koma Govendê ya Tev-Çandê jî cih digirin.
 
Di mîhrîcanê de wê çalakiyên li hemberî pergala baviksalar, qetlîamên li ser jinan ên li Rojhilata Navîn, li dijî êrişên dewleta tirk werin lidarxistin. Di mîhrîcanê de ji bo zarokan qada lîstikê, standên agahdarkirinê yê li ser çanda kurdan û têkoşîna jinên kurd werin vekirin. Mîhrîcan wê di 3’yê tîrmehê roja Şemiyê pêk bê. 
 
Komîteya Amadekar diyar kir ku wê ji bajarên Strasboûrg û Parîsê jî tevlîbûna ji bo mîhrîcanê were kirin. Komîte banga tevlîbûna jinan kir.