‘Hûn dîl bigirin jî wê dirî xwe biparêze’

  • 09:04 16 Hezîran 2021
  • Çand û Huner
 
Marta Somek
 
STENBOL - Fatoş Îrwen a ji ber tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bû sê salan li Girtîgeha Amedê girtî ma, xebatên bi navê ‘Ji derveyê dema asayî’ di depoyê de bi pêşangehekê derxist pêşberî hezkiriyên xwe. Fatoşê der barê xwe, xebatên xwe de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Wênesaz û mamoste Fatoş Îrwen di xebatên xwe yên Depo û Hunera Dijber de pêşangeha xwe ya bi navê ‘ji derveyê dema sayî’  vekir û heta 27’ê Hezîranê wê bidome. Şahidî, edalet û merhamet naveroka pêşangeha wê ava dike.
 
Ji bilî çend berhemên wê, hemû berhemên wê ji salên girtî ya li Girtîgeha Amedê çêkiriye pêk tê. Me der barê xebatên wê de bi Fatoşê re hevdîtin kir.
 
Fatoş ji zarokatiya xwe de bi komkirinê mijûl dibe û ewil bi porê xwe dest pê dike û her tiştî dibîne kom dike. 
 
Odeya ewil a pêşangehê ji Huner Dijber re hevaltiyê dike û kuratoriya wê Wenda Koyuncu dike. Odeya ewil li ser jiyana rojane, zarokatî hinek objeyan hatiye çêkirin û piranî xebatên portreyên zarokan tên dîtin. Ji telikan heta meqesê, li ser obje û nexşên li girtîgehê sekiniye.
 
Fatoş li girtîgehê her sibeh pirça çûkan kom dike û vê jî bi xebatek xwe ya enstalasyon pêşkêş dike. Li aliyê din potreyên zarokan û cilên wan, cih digirin. Hemû xêzên Fatoşê bi pênûsa kurşunê hatine xêzkirin. Boyax nedîtiye, bi boyaxa pêlavan reng dayê.
 
Rastiya zarokên girtî
 
Fatoşê rastiya zarokên li girtîgehê jî nîşan daye û Ronî li  girtîgehê mezin bûye û dayika wî her tim jê re ji bermahiyan pêlîstokan çêdike. Fatoşê jî ev nîşan daye.
 
Fatoşê diyar dike ku li girtîgehê her nesneyek wisa nirxê qezenc dike û got telikên hevala wê ya Leyla jî yek ji van e.
 
Ew cih derxist derve
 
Fatoşê diyar dike ku di xebata xwe ya ‘Dîwar’ de , ji dema şevên greva birçîbûnê di dema nobetan de bi bandor bûye û wê ew cih derxistiye derve.
 
Fatoşê her wiha destnîşan kir ku piranî xebatên xwe diyariyên hevalên xwe yên  girtîgehê yên şoreşger kiriye û  ji bo ev mayînde bibe xêz kirine.
 
Fatoşê ji kaxizên dan û stanê mîmariya kampus û kampa koguşan xêz kiriye û bi por û bendan temam kiriye.
 
Li ser dîroka jinê ya ne nivîskî sekinî 
 
Fatoşê di xebata xwe ya bi navê ‘Dîroka din’ de ji 40 metnî 6 parçeyê nîşan dide. Fatoş li ser dîroka jinê ya ne nivîskî disekine. Fatoş diyar dike ku bi vê xebatê îdareya girtîgehê nerehet kiriye û got: “Min 40 metn wek diyariya ji bo dîroka 40 salî ya Amedê pêşkêş kir. Ji ber ku nahêlin ku mirov bi dîroka wir a girtîgehê re jî bên rû hev. Her wiha rûpelên ku min bi porê xwe bi hev re girêdayê heye.” 
 
Fatoşê destnîşan dike ku dema nû hatiye girtin ji kaxizên nameyan, bi koza cigarê û hingiv xebatên organîk çêkiriye. 
 
Fatoşê bi nivîsa xwe ya ‘nan, av û mîvanê Xweda’ çîroka dayikan nîşan dide. Fatoşê da zanîn ku ji ber ku dayik nav û av didin, sûcdar tên hesibandin û ji vir derketiye rê.
 
Fatoşê bi mehan bi derzî û ben xebata xwe çêdike û çîroka mirovahiyê û erdnîgariyê vedibêje. Fatoşê xebata xwe ya ‘Gulleler’ de jî diyariyê hevalên xwe yên girtî dike. 
 
‘Ez ji jinên me derketim rê’
 
Fatoşê di xebata xwe ya bi navê ‘Jin’ de jî  li ser laçika spî jinekê xêz dike û diyar dike ku ev xebateke ku xwediyê kite kiteyên berfireh e.
 
‘Hûn dîl bigirin jî wê ew dirî xwe biparêze’
 
Xebata Fatoşê ya bi navê ‘Dilê min baxçeyê diriyan’ jî  mekanîzmayeke parastinê ya nayê sekinandin temsîl dike. Fatoş bi lêv dike ku refleksa parastinê ya nebatan heye û  nêzîkatiyeke li ser têkiliya desthilatdarî û bedenê pêşkêş dike. Fatoş şîrovaye ‘hûn dîl bigirin jî wê dirî xwe biparêze’ dike.
 
Fatoş der barê lêgerîna tazî de jî xebata bi navê ‘Dev Cuce’ çêdike. Her wiha xebata wê ya bi navê ‘Yuva jî dîsa balê dikişîne’. 
 
‘Ez ji Îsa Pêxember û Dayika Meryem bi bandor bûm’
 
Fatoşê di xebatek xwe ya din de jî du jinên bi navê Yade Fehîme û Yade Yildiz ku li girtîgehê pê re maye vedibêje. Fatoşê diyar dike ku di vê xebata xwe de ji Îsa Pêxember û Dayika Meryem bi bandor bûye. 
 
Fatoşa ku di meha adarê de ji girtîgehê derket, der barê Sûrê de jî xebateke vîdeoyê çêkiriye. Fatoşê xebata xwe ya ‘Hoyukler’ jî bi por û bikaranîna zimanê dayikê çêkiriye.
 
Fatoşê her wiha fistanekî spî yê ji porê jinên girtîgehê pêk tê çêkiriye. Xebata wê ya ‘Sur Fragmanlari’ jî ji performansa wê ya zindî ya di 2012’an de kiriye pêk tê. Di xebata xwe ya ‘Baxçeyê Beton’ de jî  xebatek enstalasyone û ji nesneyên li girtîghê kom kiriye çêkiriye. Fatoşê destnîşan kir ku bi xebata xwe ya ‘Human Rîghts’ balê dikişîne ser mafê mirovan.