Mîhrîcana Fîlmên Kurdî bi sansûrkirina 'Kurdistanê' hat destpêkirin

  • 14:18 11 Hezîran 2021
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Şangay ku îro dest pê dike wê heta 20'ê hezîranê bidome. 
 
Di mîhrîcanê de fîlmekî kurdî jî heye lê navê "Kurdistan" jê hat rakirin. 
 
Mîhrîcan Fîlman a Navneteweyî ya Şangay (Shanghai Film Festival) îro deriyên xwe vedike. Fîlmekî kurdî di pêşbaziya sereke de ye. Ev pêşbaziya sereke ku wekî Pêşbaziya Navneteweyî jî tê zanîn fîlmê serketî hildibijêre û bi Xelata Qedeha Zêrîn wan xelat dike. Fîlmê kurdî bi navê "Neighbours" (Cîran) ku ji aliyê derhêner Mano Xelîl (Khalil) ve hatiye çêkirin di vê beşê de ye. Fîlm diçin mîhrîcanan li ber tê nivîsandin ku li kîjan welatan hatiye kişandin. Di fîlmê Xelîl de "Swîsre/Kurdistan" hatibû nivîsandin. Mîhrîcanê pêşî bi vî rengî li ser malpera xwe belav kir, lê paşê ew navê "Kurdistan" rakirin, tenê Swîsre hiştin. 
 
Tê gotin ku ji ber di festîvalê de fîlmekî tirkî jî heye dibe ku aliyê wan ve hin destwerdan hatibin