Komelaya Wêjekarên Kurd bernameya onlîneyê ya hezîranê eşkere kir

  • 15:48 8 Hezîran 2021
  • Çand û Huner
 
AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd bernameya xwe ya meha hezîranê ya li ser mijarên Nirxandina Kovara Depderê, Helbest û Civak, Jin û Ziman a bi rêya onlineyê wê pêk bê, eşkere kir. Her wiha Komxebata Stûnên Helbesta Kurdî wê bi beşa yekem bi mijara Baba Tahirê Hemedanî, jiyan û berhemdariya wî di 17'ê Hezîranê de bi rêya zoomê dest pê bike. 
 
Komeleya Wêjekarên Kurd bernameya xwe ya meha hezîranê ya li ser mijarên Nirxandina Kovara Depderê, Helbest û Civak, Jin û Ziman a bi rêya onlineyê wê bi nivîskar û helbestkarên cuda re pêk bê, eşkere kir. Bernameya yekem a mijara Naverok û Nirxandina Kovara Depderê dê di 8'ê Hezîranê de saet di 21.00'an de bi moderatortiya Helbestkar Nûrcan Delîl li ser rûpela facebookê MYD TV'yê bê lidarxistin. Dê wekî mêvan Nivîskar Mewlûd Aykoç û Eyup Guven beşdarî bernameyê bibin. Bernameya duyem dê di 18'ê Hezîranê de saet di 21.00'an de bi moderatortiya Nivîskar û Rojnameger Roza Metîna li ser rûpela facebookê MYD TV'yê bê lidarxistin. Dê Nivîskar û Helbestkar Kamran Simo Hedilî beşdarî bernameyê bibe û li ser mijara Helbest û Civakê biaxive. Bernameya sêyem jî dê di 24'ê Hezîranê de saet di 21.00'an de bi moderatortiya Helbestkar Zozan Gulan dîsa li ser rûpela facebookê MYD TV'yê bê lidarxistin. Dê Helbestkar Gulîstan Kanîreş beşdarî bernameyê bibe û li ser mijara Jin û Ziman biaxive. 
 
Komxebata Stûnên Helbesta Kurdî
 
Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstutiya Kurdî ya Stockholmê, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê wê li ser tora civakî bi rêya zoomê
Komxebata Stûnên Helbesta Kurdî li dar bixin. Dê bi beşa yekem bi mijara Baba Tahirê Hemedanî, jiyan û berhemdariya wî di 17'ê Hezîranê de Komxebata Stûnên Helbesta Kurdî bi moderatortiya Nivîskar Meral Şîmşek û Azad Zal saet di 21.00'an de dest pê bike.