Pirtûka Şeyda Asmîn a ‘Raywanîya Rojawa de’ derket

  • 12:45 4 Hezîran 2021
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka nû ya Nivîskar Şeyda Asmîn ya bi navê ‘Raywanîya Rojawa de’ ji Çapxaneya Meyman derket. 
 
Pirtûka nû ya Nivîskar Şeyda Asmîn ya bi navê ‘Raywanîya Rojawa de’ ji Çapxaneya Meyman derket. Di pirtûka bi piştevaniya Rojnameya Jinê Newaya Jin ji bo çapê hat amadekirin de bi dehan çîrok cih digirin. Di pirtûka ji 80 rûpelî pêk tê de mijarên li Rojava derbas bûne cih digirin. Serhildana li dijî çeteyên DAÎŞ'ê wekî mijar hatiye destgirtin. 
 
Tevahiya çîrokên di 2012 û 2020'î de li Kobanê, Efrîn, Qamişlo, Heleb û Xinêreyê hatine nivîsandin "rengê şer" nîşan dide. 
 
Tevî pirtûka "Zeman Sey Fekê Kardî Bi-Hîkayeyê Koyî" çîrok û helbestên nivîskar ên li ser rojname û kovaran hatine weşandin jî hene. 
 
Kamer Soylemez ê ku pêşgotina pirtûkê nivîsandiye diyar kir ku çîrokên hatine nivîsandin eynika Rojava ye û got çîrokên berî Şoreşa 19'ê Tîrmehê û piştî wê cihê xwe di pirtûkê de digirin. 
 
Piştî meha tîrmehê dê pirtûk li ser van navnîşanan bikaribe bê temînkirin:
 
E-mail: meyman2018@gmail.com
Twitter: @Wesanen_Meyman
Site: pirtukxane.net