'Di pêşketina ziman û wêjeyê de jina kurd pêşengî kiriye'

  • 09:04 29 Gulan 2021
  • Çand û Huner
 
Roza Metîna
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çîroknûs û Mamosteya Wêjeya Kurdî Lema Mihemed Elî li ser mijarên girîngiya ziman û wêjeya kurdî, têkiliya di navbera ziman û wêjeyê de, qedexekirina zimanê kurdî, rol û mîsyona jinên nivîskar, helbestkar, rewşenbîran a li ser pêşketina ziman û wêjeya kurdî nirxandin kir. Lemayê di nava nirxandinên xwe de bal kişand ser rola jinê ya di qada wêjeyê de û wiha got:"Di pêşketina ziman, wêje û hunerê de jina kurd pêşengî kiriye."
 
Lema Mihemed Elî ya Çîroknûs, Mamosteya Wêjeya Kurdî û di heman demê de xwediyê xelata wêjeyê têkildarî qada ziman, çîrok, wêje, êrişa li ser zimanê kurdî û rola jinê ya li ser wêjeyê bal kişand ser xalên girîng. Lemaya bal kişand ser girîngiya ziman û wêjeyê da zanîn ku ziman û wêje raborî, dahatûya civak û netewan diparêze, radigihîne û ronî dike. Lemayê di heman demê de li ser girîngiya yekîtiya di navbera nivîskar, helbestkar û rewşenbîrên kurd de sekinî û got:"Ji ber parçebûna di ramanên siyasî û partiyan de û bandora vêya ya li ser  rewşenbîran, dibe sedem ku têkiliyê wan qels bin. Ji bo ev qelsbûn rabe pêdiviya me bi komalgeheke zimanê kurdî heye."
 
'Wêje ziman diparêze û ziman wêjeyê pêş dixe'
 
Lemayê di destpêkê de bal kişand ser girîngiya ziman û wêjeyê. Bi vê yekê ve girêdayî têkiliya di navbera ziman û wêjeyê de nirxand û wiha got:"Di pêvajoya pêşketina hiş û ramanên mirovan û civakbûyîna mirovahiyê de, ziman hat afirandin. Bi rêya pêdiviyên mirovan bi çêkirina alavan re û bi navlêkirina li wan alavan ziman pêş ket. Ji bo ziman zindî bimîne, pêş bikeve û bi demê re qels nebe, di heman demê de ber bi tunekirinê ve neçe wêje hat afirandin. Bi rengekî din ji bo jiyan û nasnameya civakan were parastin û ragihandin, ji bo nifşên siberojê, pêdivî bi pêşketina wêjeyê hat dîtin. Ji bo vê yekê wêje ziman diparêze û di heman demê de ziman wêjeyê pêş dixe. Ziman nasname ye û bi rêya wêjeyê ev nasneme hatiye parastin. Ziman û wêje bêyî hevdu nabin. Mîna masiyên di nava avê de nikarin ji hevdu qut bibin. Gotineke pêşiyan heye 'Gelên bê wêje, di dilê mirovê bê ziman de ye'. Ziman û wêje raborî, dahatûya civak û netewan diparêze, radigihîne û ronî dike. Her wiha di pêvajoya dîroka mirovahiyê de gêlê bê wêje nehatine dîtin. Wêje ew pir e ku dîroka gelekî diparêze û ji nifşekî radestî nifşê din dike. Girîngiya wêjeyê jî ji vir hatiye." 
 
'Çîrok di wêjeyê de hîmekî bingehîn e'
 
Lemayê ya ku di heman demê de çîrokan jî dinivîse li ser rola çîrokê ya di qada wêjeyê de da zanîn ku çîrok di wêjeyê de hîmekî bingehîn e û wiha dewam kir:"Belê jixwe wêje mîna helbest, efsane, destan, gotinên pêşiyan, mamik, zûgotinok, çîrok û her wekî din di nava xwe de gelek cureyan dihewîne. Wêje ji du beşan pêk tê. Wêjeya devokî û nivîskî. Çîrok jî berhemek wêjeya devokî ye, ji zimanê gel hatiye wergirtin û ji nifşekî ji bo nifşekî din hatiye ragihandin. Bi rengekî bedew, lihevhatî û balkêş hatiye honandin û ji devekî derbasî devekî din bûye heta ku wêjeya nivîskî ava bûye û çîrok êdî bûye nivîskî. Rola çîrokê ya di qada wêjeyê de girîng e. Ew encama berhemên ji bûyerên bi rastî qewimîne yan jî nêzî rastî û mîtolojîyê hatine afirandin e. Bi şêwazekî xweş pêşkêşî guhdar û xwendevanan tê kirin. Çawa ku rola helbest, roman, huner, destan û efsaneyê di wêjeyê de rolên bingehîn in, çîrok jî roleke xwe ya bingehîn di warê wêjeyê de digire. Ew jî ev e ku rengek ango rêbazek ji rêbazên perwerdekirina civakê ye. Bi rêya çirokê şêwaza jiyana gelan tê ragihandin. Çîrok di wêjeyê de hîmekî bingehîn e." 
 
'Di wêjeya zarokan de çîrok roleke berbiçav e'
 
Lemayê di heman demê de têkildarî çîrok bandoreke çawa li ser derûnî û pêşketina zarokan dike, bi vê yekê girêdayî bandoreke çawa li ser wêjeya zarokan dike nêrînên xwe wiha anî ziman:"Di wêjeya zarokan de çîrok roleke berbiçav û bingihîn dilîze, ji ber vê yekê ji bo zarokan vegotin û nivîsandina çîrokan esas e. Bêguman rêbazê ku çîrok pê tê gotin û nivîsandin jî bandorker e. Şêwe û rengê ku çîrok pê tê vegotin zarokan dikşîne xwe. Her wiha bi rêya çîrokan zarok tê perwerdekirin û ev rêbazê perwerdeyê bandoreke erênî li hiş û derûniya zarokan dike.
 
'Qedexekirina ziman hişt çîrok heta astekê qels bimîne'
 
Lemayê derbarê asta çîrok û Wêjeya Kurdî de bi lêv kir ku ji ber desthilatdaran hemî rengên siyaseta asîmlekirinê li ser gelê kurd dane destpêkirin loma wêjeya kurdî li dijî vê siyasetê li berxwe dide û wiha pê de çû:"Ji ber rewşa parçekirina Kurdistanê, desthilatdaran hemî rengên siyaseta asîmîlekirinê li ser gelê kurd dan meşandin û didin meşandin. Qedexekirina zimanê kurdî û neçarbûna xwendin û axaftina bi zimanê dagirkeran hişt ku çîroka kurdî heta radeyekê qels bimîne, lê di salên dawî de tecrubeya ku li herêma Başûrê Kurdistanê çêbû hişt ku heta astekê çîroka kurdî xwe rake ser piyan. Di heman demê de tevî ku Şoreşa Rojava temenê wê biçûk e ango di demeke pir kin de pêk hat lê belê dîsa jî di aliyê çîrokê de gaveke pir balkêş li Rojava hatiye avêtin. Di van neh salan de wêje bi giştî û çîrok bi taybetî serê xwe rakirin û hewldanên balkêş ji bo nivîsandina çîrokê hatin kirin. Li Bakurê Kurdistanê jî hin hewldan hene, lê li ser her çar parçeyan hîn gelek kar û xebat ji bo nivîsandina çîrokan divê bên kirin."
 
'Divê nivîskar û rewşenbîr yekîtiyê ava bikin'
 
Lemayê ji bo pêşketina çîrok û wêjeya kurdî bal kişand ser rola nivîskar rewşenbîr, helbestkar, yekîtiyê û wiha dewam kir:"Bi rastî rola sereke û ya mezin dikeve ser milê nivîskar û rewşenbîrên kurd. Têkiliyên di navbera nivîskar û rewşenbîran de qels in. Ji ber parçebûna di ramanên siyasî û partiyan de û bandora vêya ya li ser  rewşenbîran, dibe sedem ku têkiliyê wan qels bin. Ji bo ev qelsbûn rabe pêdiviya me bi komalgeheke zimanê kurdî heye. Divê komalgeheke wiha hebe û ji her çar parçeyan nivîskar û rewşenbîrên kurdan tê de bicivin, yekîtiyê ava bikin. Her wiha têkiliyên cuda di navbera wan de bên avakirin. Aniha dem guncav e ku ev yekîtî çêbibe." 
 
'Di pêşketina ziman û hunerê de jina kurd pêşengî kiriye'
 
Çîroknûs û Mamosteya Wêjeya Kurdî Lema Mihemed Elî herî dawî li ser rol û mîsyona jinê ya di qada wêjeyê de sekinî û wiha gotina xwe bi dawî kir:"Ji destpêka kombûna mirovan a di civaka xwezayî de heta roja me ya îro jin bi rol û mîsyona xwe ya di qada wêjeyê de bê şik û guman li pêş û berbiçav e. Di her gaveke ku mirovahîyê avêtiye de jinê pêşengî kiriye. Bi taybet di warê afirandin û pêşketina ziman û wêjeyê de jinê kedeke mezin daye. Li Kurdistanê rola jinê ya di wêjeyê de her dem di asteke baş de bû. Jinên kurd bi her rengî di aliyê wêjeya devokî de parastin û pêşxistin da avakirin. Dapîrên me çawa ku zarok li dora xwe kom dikirin û çîrok ji wan re vedigotin ev wekî mîrateyekê ma. Em ji bîr nekin di pêşketina ziman, wêje û hunerê de jina kurd pêşengî kiriye. Di pêvajoya dîroka Kurdistanê de jî ev yek diyar e ku jinên wêjevan derketine pêş. Mestûre Erdelanî ya hem dîroknas hem helbestvan bû mînakek baş e. Di roja me ya îro de jî gelek jinên ku bi nivîsên wêjeyî re mijûl dibin hene û ev yek di nav jinan de hêdî hêdî pêş dikeve."  
 
Lema Mihemed Elî kî ye?
 
Lema Mihemed Elî di sala 1974'an de li Gundê Şêro yê girêdayî bajarê Dêrika Hemko ji dayik bûye. Li Zanîngeha Rojava Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî xwendiye. Li bajarê Qamişloyê dijî û li Akademiya Ş.Egîd Mamostetiya Wêjeya Kurdî dike. Çîrok, bîranîn û lêkolînên wêjeyî dinivîse. Her wiha Lemanê di Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê de di asta sêyemîn a kurteçîroka kurdî de xelat girt. Lemanê bi çîroka xwe ya bi navê "Leheng" hêjayî xelatê hat dîtin.