Em hêzê ji temaşevanên şonaya kurdî digirin

  • 11:24 17 Gulan 2021
  • Çand û Huner
 
STENBOL - Komîsyona Çand û Hunerê ya HDK’ê panela “Li Tirkiyeyê şanoya bi zimanê zikmakî, şanoya kurdî” li dar xist. Şanogerên kurd ên tevlî panelê bûn anîn ziman ku lîstikên kurdî çiqas têne astengkirin jî didomin û diyar kirin ew hêza xwe ji temaşevanan digirin.
 
Komîsyona Çand û Hunerê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di çarçoveya “Civînên Hunerê yên Aştiyê” de bi rêya onlineyê panela “Li Tirkiyeyê şanoya bi zimanê zikmakî û şanoya kurdî” li dar xist. Endama Şanoya Bajêr ya Amedê Berfîn Emektar, Endamê Teatra Jiyana Nû Omer Şahîn, Endamê Şanoya Seyr-î û Mesel Erdal Cevîz û Endamê Şanoya Wan Mencel Ferhat Aslan wekî axaftvan beşdarî panela bi moderatortiya Rewşan Apaydina pêk hat, bûn.
 
Rewşanê di serî de 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û ji bo nirxandina Şanoya Kurdî mafê axaftinê da axaftvanan.
 
‘Bi girseyî li Şanoya Kurdî xwedî derdikevin’
 
Endama Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar, bal kişand ser zehmetiya Şanoya Kurdî û wiha got: “Avantaja Şanoya Kurdî ya herî mezin temaşevan in. Em diçin li ku derê eywanên şonayan tije dibin. Bi girseyî xwedî li Şanoya Kurdî derdikevin. Qeyyuman xebatên me teng kirin. Me dizanibû dê qeyyumê xebatên me asteng bike. Lê dîsa jî em xebatên xwe didomînin.”
 
Endamê Şanoya Seyr-î û Mesel Erdal Cevîz, diyar kir, di dema xebatan de gelek caran rastî astengiyan tên û got, ew bi gelek zaravayên zimanê Kurdî ji şanoyê dikin.
 
Endamê Şanoya Teatra Jiyana Nû Omer Şahîn, di axaftina xwe de got ku him Şanoya Kurdî him temaşevanên wê polîtîk in.
 
Endamê Şanoya Wan Mencel Ferhat Aslan jî diyar kir ku piştî qeyyuman xebatên wan gelekî tên astengkirin û wiha got: “Tenê ne Şanoya Kurdî, axaftina Kurdî jî ji me re qedexe  dikin. Lê piştî vê yêkê me giringî da xebatên xwe û em zêdetir dixebitin.”