'Divê ziman bibe zimanê perwerdê'

  • 09:12 14 Gulan 2021
  • Çand û Huner
Marta Somek
 
STENBOL - Berîvan Sarûhan bal kişand ser Cejna Zimanê Kurdî û got: "Em dizanin ku zimanek nebe zimanê perwerdehiyê û nebe zimanê fermî yê civakê hebûna xwe ya nava gel naparêze. Hewladanên rewşenbîran, zimannasan û xwîneran tenê dihêle ku emrê zimên dirêj bibe."
 
Li paytexta Suriyeyê Şamê, di 15'ê Gulan a 1932'yan de, bi pêşengiya Celadet Ali Bedirxan kovara Hawar hat weşandan. Kovara Hawar ku bi alfabeta Latînî hatiye weşandan, di diroka kurdan de yekem kovare, ku bi zimanê kurdî hatiye nivisandin. Kovarê di sala 1932'yan heta dawiya 1943'yan de bi tevahî 11 salan weşan kiriye. Her wiha di 15'ê Gulana sala 2006'an de ji hêla Tevgera Ziman û Pêrwerdehiya Kurdî 'TZPKurdî' ve di Konferansa Ziman û Wêjeya Kurdî de, 15'ê Gulanê wekî roja Cejna Zimanê Kurdî hat pejirandin û pîroz kirin. Derbarê mijarê de ji Jinên Xwedî Zimanê Dayikê Berîvan Saruhan ji ajansa me re axivî. 
 
* Tu zimanê xwe yê zikmakî ji kengî ve bi kar tînî û di jiyana te da guherîn û hişmendiyeke çawa diafirîne?
 
Birastî ev hem pirseke asayî ye hem jî ewqas ecêb e. Ji ber ku tenê ji ferdên gelên mîna me ku li ser axa xwe bi awayekî azad nikarin bijîn û zimanê wan ne zimanê fermî ye û statuyeke wan tune ye tê pirsîn. Mirov nikare bi hêsanî ji tirkekî bipirse bê tu zimanê xwe ji kengî ve bi kar tînî. Ji ber ku zimanê wî zimanê fermî ye, bi her awayî hebû û heye. Di bin banê vê pirsê da ji bo me kurdan gelek kombinasyonên cuda derdikevin holê û ev tişteke xwezayî ye. Mînak hinek dê û bavê wan bi wan re kurdî diaxivin lê piştî demekê zarok diçin dibistanê, di bin bandora heval û mamosteyan da dimînin, fedî dikin napeyivin. Hinek dê û bavê wan bi wan ra napeyivin lê dema ku zarok mezin dibin, êdî digihêjin, hişmendîyekê, dibêjin em kurd in, divê em bi zimanê xwe zanibin, diçin kursan û bi mezinahî hîn dibin. 
 
Hinek gundên wan tê şewitandin, koçber dibin, diçin metropolan lê hîn jî kurdiya xwe diparêzin. Hinek kurd digel ku li Kurdistanê ne jî şeqşeqa wan e bi tirkî dipeyivin. Lê heke ez behsa xwe bikim, ez dikarim bibêjim ku zimanê xwe yê zikmakî ji roja ku hatime cîhanê bigire heta niha jî bi awayekî çalak bi kar tînim. 
 
Dê û bavê min bi me ra bi kurdî axivîn û hê jî di nav malbatê da zimanê me yê yekemîn kurdî ya kurmancî ye. Digel ku bavê min di dibistanên dewletê da mamosteyekî ku tirkî hînî zarokan dikir bi me ra herfekê jî tirkî neaxivî, Ji ber ku dê û bavê min zanîbûn bê zimanê yekemîn ji bo geşedana zarokan çiqas girîng û pêwîst e. Û ez tirkî digel çend hevokên ku min ji televîzyonê bihîstibû, bi gelemperî jî li dibistanê hîn bûm. Dê û bavê min hişmendîya ziman û çanda me dan me da ku min di zanîngehê da jî beşa ziman û edebiyata kurdî xwend û heke bibe ez ê vê hişmendî û daxwazê bidim zarokên xwe jî. 
 
* Tu dema ku bi nasnameya xwe ya jina kurd zimanê xwe yê zikmakî dide jiyandin bi tundî û astengkirinan ra rûbirû dimînî?
 
Ka biseke ez ê ji te ra tehlîlekê bikim û merheleyên xwe yên jîyanê ku heta ez li jinbûna xwe hay bûm ji te ra bijimêrim. Dema ku ez di kelkela havînî da li axa kurdistanê weke  keça dê û bavekî kurd hatime dinê, pitikeka kurd bûm. Dema ku ez çûm dibistanê û mamosteyeka qaşo îdealîst ji me ra digot 'sınıfta anlamadığım bir dilde konuşmayin’ û ez bi fêdî diaxivîm ez zarokeke kurd bûm. Dema ku ez li sikakên welatê xwe bi tirs dimeşîyam ku her roj du roj, şer, tevlihevî û kaos bû û min xwe weke di filmekî zanyarî da hîs dikir ez ciwaneke kurd bûm. (Li jora me robot hebûn li jêr jî em mirov). 
 
Ango ez dikarim bibêjim ku ez berî her tiştî li kurdbûna xwe hay bûm. Helbet pirsgirêkên jinên li derdora min, di civakê da heyîna cudahîya rolên civakî di nav jin û mêran da, bikaranîna zimanê mêrane her dem bala min dikişand. Ha îjar ez mezin bûm, min xwast ku tiştê ku ez dixwazim bikim jî bi zanebûn û bi xwendinê bikim êdî ez li jinbûna xwe hay bûm û hin pirs derketin holê. Çima di nav klasîkên cîhanê da, zimanê ku min bi darê zorê perwerde dît, di edebiyata neteweyên mîna Fransa, Ingilîstan hwd. ku ji xwe ra dibêjin em pêşketîne da jî nivîskarên jin kêm in, çima di nav edebiyata kurdî da nivîskar, helbestvan û zimanzanên jin hejmara deh tilîyên me derbas nakin. Ji ber ku ne serkeftî ne an ji ber ku hatine astengkirin? 
 
Jinên bi hejmar yên di dîrokê da jî ji peyitandinan, ji gelek têkoşînan derbas bûne. Cudahiyên di nav ziman da û bikaranîna wê tenê şewqvedana cudahiyên civakê ne. Heke civak jin û mêr wek hev nebîne û cuda bigire bikaranîna vegotinên bi vî awayî ew ê berdewam bibe. Tu vegotinên bi vî awayî ji zimên paqij bikî jî ne çareserî ye, ne pêkan e jî. Mixabin yekane pirsgirêka me ne ev e jî. Tiştên rojane ku min dîtine an ez dijîm li alîyekî ez dikarim bi kurtasî bibêjim ku di civakê da bi awayeke aktîf bikaranîna vegotinên mêrane ji bo min tundî ye, perwerdeya bi darê zorê ku min bi tirkî stand ji bo min tundî bû, ku ez nikarim niha li ser axa xwe bi dilekî rehet karê xwe bikim û kurdî hînî zarokan bikim ji bo min tundî û astengkirinên herî sereke û mezin in. Tenê ez dizanim ku divê em bêhtir li ber xwe bidin.  
 
* Di herêma ku tu lê dijî rêjeya bikaranîna zimanê kurdî çî ye?
 
Her çiqas avahiyên bajarên me talan bikin, ji peykeran hetanî lewheyan kurdî ji hişê mirov were derxistin jî li Kurdistanê her bajar û navçe xwedî karakterek e. Jixwe li Qoserê jî zimanê sikakê, civakê û bazarê bû. Li derdora me kesên ku bi tirkî diaxivîn tune bûn qey, helbet hebûn. Mirov û nasên me yên bi xwe di malbatê da tirkî diaxivin hebûn hîn jî hene lê hinek jî bi israra dê û bav, bi têgihiştin û hişmendiya mirov ve girêdayiye. Ez 24 salan li Mêrdînê bûm û ez dikarim bêjim ku jiyana min sedî 90-95 bi kurdî bû. Ez ewqas mecbûr nemama bi tirkî nedipeyivîm. Ji ber ku dema ku ez diçûm cihekî fermî karmend jixwe kurd in û tu bi wan re bi kurdî biaxivî nabêjin tu çima diaxivî. Kesek biyanî ne pêwîstî be nayê li welatê te li nifûsê, li sîgortê û dedaşê naxebite heyran. 
 
Dema ku ez di lîseyê da bûm di navberan da em bi kurdî diaxivîn, di polê da ji bilî waneyên mamosteyên tirk em bi kurdî diaxivîn. Min ji hevalê xwe ra nedigot 'Hasan, fazla kalemin var mı?’ Min digot 'Heseno hela qelemekê bide min lo’. Lê ev qederê du salan ez li Stenbolê dijîm her çiqas şiva kurdên vir li şiva kurdekî din bikeve û kurd bi şiklekî bigihêjin hev jî ev rêje daketîye sedî 75-80. Temam karê min e, ez wergerên tirkî-kurdî jî dikim. Ji ber teknîka wê dizanim bi min ne zehmet e lê di axaftinê da, di ravekirina vegotina hest û fikaran da zimanê tirkî êş dixe serê min. 
 
Ez bi xwe ferq dikim û min li Stenbolê bêhtir ferq kir. Car caran jî ez kurdî di mejiyê xwe da weke girêkekê, pençeşêrekê bi nav dikim. Hin tiştên analitik ez bi tirkî çêtir vedibêjim. Û ez dizanim heke ez bi kurdî nexwînim û neaxivim ew dê ew girêk mezin bibe û hişê min zeft bike. Kemoterapî pêwîst e. Tê hişê min, par. Ez çûm Vodafonê û min ji xebatkarî ra got ‘telefonum şarj yemiyor, buradan almıştım’. Mêrik wisa bi biçûkdîtinekê got 'Telefonunuzun şarj sıkıntısı mi var, doğru mu anladım’. Ne fedîkirin lê çi derewan bikim wisa min ecêb hîs kir û li ber xwe ketim. Ji ber ku tirkiya kurdên me yên bi salan e li vir dijîn jî di xwezaya xwe da gelek baş e û di hin civatan da ez huş dibim. 
 
* Heke em bandorên ku li ser ziman hatîne kirin jî bînin ber çav kurmancî bi salan e di nav zimanên qedexekirî da ye. Îqtîdara AKP'ê saziyên mîna TRT 6'ê vekir, ji bo bikaranîna kurdî destûr da lê belê di pêvajoya niha da zimanê kurdî weke zimanekî ku hatİye terorîzekirin tê dîtin û di parlementoyê da jî weke zimanê ‘X’ tê binavkirin. Di derheqê vê pênaseyê da hûn çi hîs dikin?
 
Min di derheqê neheqîyên li hember zimanê xwe hest û birînên xwe kewandine heyran. Êdî ne 18-19 salî me. Ya rastî divê em hîsên xwe deynin aliyekî û her çiqas qadeke êşan be jî dev ji dramatîzekirinê berdin û bi awayekî aqlî tevbigerin. Ji her wextî bêhtir bixwînin û bixebitin. Rast e ev 20 sal e ew li ser dikê ne, li ber çavên me ne û her çiqas em ji wan aciz bibin jî qedexeya li ser zimanê me bi AKP'ê dest pê nekir û ew dê bi wan jî neqede mixabin. Feraseta dewletê ev e. Heke car caran em hin tiştan bi dest bixin jî encamên kedên me ne. Tirko karê xwe bi plan bi program û bi prafesyonelî dike. Mêweyên ku niha dîstine jî bi xêra biryara ku sed sal berê amade kiriye. Heke zarokên kurd niha li kuçeyên Kurdistanê bi tirkî diaxivin ev tê wê wateyê ku dewlet bi piranî bi ser jî dikeve, ev feraseta dewletê ye, tu nikarî tiştekî din ji wî hêvî bikî. Helbet ew ê zimanê te qedexe bike, te tune bihesibîne, zilmê li te bike. Ji alîyekî din ve jî hêlên divê ku em xwe rexne bikin û weke kêmasî bibînin hene. Polîtîkayeke me ya zimanî heye? Saziyên sîwîl yên xurt hene? Qedirê ku me daye zimên çî ye? Doza me giran e yanê em dev ji hestan berdin û ji her wextî bêhtir bi kurdî biaxivin.
 
* Hûn weke ‘Anadili Kadınları’ ji bo jiyandina zimanê kurdî xebatên çawa dimeşînin, bi kurtasî dikarin behs bikin?
 
Bi rastî kollektîfeke nû ye û ez jî qederê du sê mehan e tevlî vê komê bûme. Jinên ji çand û zimanên cur be cur û bi karen cuda mijûl dibin ku her yek ji wan temsîlîyeta zimanê xwe dikin bi xemeke hevpar kom bûne. Hîn em di merheleya hevnaskirinê da ne. Di derheqê zimanên xwe da hev agahdar dikin, atolyeyan li dar dixin û fikar û xebatên cuda derdikevin holê. Ji bo vê pirse jî hê zû ye. Her çiqas komeke bizewq be, cudahî û rengînî bergeha mirov pêş bixe jî ez nikarim bibêjim yekser ji bo zimanê kurdî me tişteke bi dest xistiye. Di rojên taybet da em bi raya giştî ra video û stranan parve dikin. Ev ne saziyek be jî qadeke azad e û afirîner e. Ez ne bêhêvî me lê ez yeka realîst im. Hêvî dikim em hişmendiyekê heyî bikin. Her çiqas ji ber ku em hev fahm nakin, zimanê hevpar tirkî be jî kî dizane belkî ez zimanekî cuda hîn bibim û zimanê xwe jî hînî jineke din bikim. Ev jî ji bo min ew ê serkeftinek be. Van zimanên ku ji alî mêran ve hatine qedexekirin û tenê bikaranîna yek zimanî li me hatîye ferzkirin hêvî dikim bibin zimanên fermî û bijîn. 
 
* Weke takekes di jîyana rojane da teşebûs û hewldanên we yên ji bo bikaranîna zimanê we hene?
 
Helbet heye. Her çiqas min ziman û edebiyata kurdî xwendibe jî ji ber xemên xwe yên aborî ez jî berê xwe didim qadên cuda. Lê ez çi bikim jî ez dixwazim bi kurdî bikim û adapteyi jiyana xwe dikim. Dema ku min nû zanîngeh qedandibû ji bo zarokan û kurdên ku zimanê wan di jîyana wan da bûye zimanê duyemîn min sepanekî amade kiribû lê ji ber aboriyê min berdewam nekir.  Bi kar û marên bi vî awayî tenê ez dikarim bandor li derdora xwe û li malbata xwe bikim. Car caran bi ser jî nakevim. Bi hewldanên kesane em nagihêjin derekê mixabin. Divê zimanê me bibe zimanê fermî. Lê ez weke Bêrîvan, weke jineke kurd dizanim ku ez sêvekê jî bifiroşim ez ê bi kurdî bifiroşim.
 
* Herî dawî jî peyameke ku hûn dixwazin bidin an jî tişteke ku hûn dixwazin tevlî bikin heye an na?
 
Mixabin rewşa me bi rewşa sîyasî ve girêdayîye. Li Kurdistanê statûyeke me tune ye û em nikarin rewşa zimên ji vî tiştî cihê bigirin. Ha zarokek bi îstîsmara zayendî ra rû bi rû ma ha jî bi zimanekî ku fahm nake bi darê zorê tê perwerdekirin. Her du jî heman bandor li derûnî û hebûna mirov dikin. Zimanekî ku ev sed sal e nebûye zimanê fermî ew ê pirsgirêkên mezin derxin holê. Ji ber ku êdî li Kurdistanê dapîr û bapîrên kurd bi nevîyên xwe ra bi tirkî diaxivin. Li gor daxuyanîya Perwerdeyê, Zanistê, Çandê ya Neteweyên Yekbûyî ji ber ku hemû ziman vegotinên nasnameyên kollektîf in divê ji bo geşedana xwe ji hemû şert û mercên heyî sûd wergirin û berdewam dike dibêje ku li hember hiqûqê hemû ziman wek hev in. Hîndekarîya bi zimanê zikmakî mafê herî xwezayî ye.  Em dizanin ku zimanek nebe zimanê perwerdehîyê û nebe zimanê fermî yê civakê hebûna xwe ya nava gel naparêze. Hewladanên rewşenbîran, zimannasan û xwîneran tenê dihêle ku emrê zimên dirêj bibe. Dîsa jî em bêhêvî nebin û bi bawerîyê bixebitin. Roja Cejna Zimanê Kurdî li hemû kurdan pîroz be.