Amîdart wê dengên sembolîk ên Amedê derxîne holê

  • 09:02 16 Gulan 2021
  • Çand û Huner
Marta Somek
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Civaka Hunera Amîdart, di çarçoveya projeya ‘Wek mînaka mîrateya çandî ya ku ne şênber e dengê bajar Amed’ ya bi piştgiriya Ji bo Çandê Qad, dimeşîne de derfetên ji bo dengên çand-bajar zêde dike û parastina van dengan wê biguhere xebatek kolektîf.
 
Civaka Hunera Çanda Amîdart starta, projeya bi sernavê ‘Wek mînaka mîrateya çandî ya ku ne şênber e dengê bajar Amed’ ya bi piştgiriya Ji bo Çandê Qad, dimeşîne û dengên sembolîk ên li Amedê digire bin qadan, da. 
 
Koordînatora projeyê der barê hedef û xebatên xwe de ji ajansa me re nirxandin kir. Kordînatora projeyê wiha got: “Em ferq nekin jî dengên ku parçeyeke çand û jiyana me ne, di alî mîrateya çandî ya ne şêber de, xwedî girîngiyek mezin e. Bi vê projeyê em ê dengê neketine bin qeydan û nehatine arşîvkirin derxin holê.”Kordînatorê da zanîn ku  wê seranserê projeyê dengên sembolîk yên Amedê wê bi teknîkî qeyd bikin. 
 
Armanca projeya mijara gotinê wiha tê rêzkirin;
 
*Wê dengên senbolîk yên Amedê yên îroyî di alî teknîkî de bên qeydkirin û li gorî cureyên wan bên veqetandin û bi koleksiyona dîjîtal û pirtûkxanê bikeve ragîhandinê.
 
*Di demên pêş de dengên  bên erêkirin wê bên parvekirin û wê nexşerêyên deng yên li bajarên derdorê bên zêdekirin.
 
*Tê armnackirin ku di dîsîplînên cuda de dengên bajaran bên tespîtkirin, hilberandin bên kirin û di dîjîtalê de bê pêşkêşkirin û mayîndekirin.
 
*Wê mijarên hiş, hişê hevpar, hişê bajar û dengên bajar bê axaftin û bandor li hişmendiya civakê bê kirin.
 
*Armanca esas ev e ku fêdeya ji bo dengên çand û bajarî bê zêdekirin û ev deng bên parastin, ji bo vê xebatek kolektîf bê kirin.
 
Qeydkirina deng, gotûbêj, pêşangeh û qeydên deng esasê ewil yên faliyetên projeyê ne. Ji Beşa Teknolojiyên Muzîkê ya ÎTU Doç Dr. Sertaç Kakî di projeyê de wê pêşengiya xebatê bike. 
 
Her wiha hat destnîşankirin ku  tê hedefkirin ku 15 kesên bi mijarê re eleqeder in û li bajar dijîn wê tevlî atolyeyê bibin.  Di atolyeya mijara gotinê de wê dersên cureyên deng, derbasbûnên deng, pira deng, qeyda deng, pêlên deng, cureyên mîkrofon, qeyda mîkrofon, alavên qeydkirina deng, analog, dengê dîjîtal, mono,stereo, Surround, bên dayîn.
 
Parvekirina qeydên deng
 
Piştî atolyeya qeyda deng ya du mehan şûnde wê bi şêwirmendên projeyê re hevdîtin pêk bên û wê mijar bên diyarkirin û li qadê qeydan qeyda deng bên girtin.
 
Dîsa di vê pêvajoyê de ji bo bidestxistina qeda deng û bigihêje ekîba projeyê wê bang li rayagiştî bê kirin û bi sazî û dezgeyan re hevdîtin pêk bên.
 
Kordînatora projeyê destnîşan kir ku berhemên di lîsteya ‘Mîrateyên Çandî yên Ne Şênber’ ya UNESCO de cih digirin jî wê di çarçoveya projeyê de bê destgirtin.
 
Em dixwazin cudabûnekê biafirînin
 
Di projeyê de tê armanckirin ku faktorên hestî di lîsteyê de cih bigirin, bên parastin û ji pêşerojê re bê ragihandin, bê lêkolînkirin û belgekirin. Bi vê armancê jî tê hedefkirin ku cudahî bên zêdekirin.
 
Kordînatora projeyê da zanîn ku di qada ‘Arşîvên Serdema Dîjîtal, Hiş û Mîrateya Çandî’ de Nevîn Soyukaya, Nurçîn Îlerî, di ‘Veguhestin û Dengê Bajar, a Çandî’ de Sertaç Kakî û Alî Dogan Gonultaş, ‘ di ‘Hiş û dengê bajar de’ Pinar Çevîkayak û Udî Yervant cih digirin û got bi hevkariya Stream Yard wê li ser Youtube, Istagram û Twîtterê weşanên zindî bikin. Her wiha daxuyakirin ku wê xebatan bi vîodeyekê bidin nasîn.