MED-DER’ê bernameya xwe ya ji bo 15’ê Gulanê aşkere kir

  • 09:02 13 Gulan 2021
  • Çand û Huner
 
AMED - Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan bal kişand ser bernameya xwe ya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û wiha got: “Em ê 15’ê Gulanê bi bernameyên cûr bi cûr pêşwazî bikin. Di çarçoveya bernameyên bernameyên ku bên lidarxistin de em ê bi zimanê kurdî 5 hezar dîmenên jinan ên balkêş biweşînin.”
 
Di 15'ê Gulana 1932'an de ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve, li paytexta Sûriyeyê Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Beriya vê dîrokê jî nivîs, weşan û pirtûkên Kurdî hatine weşandin û çapkirin. Lê heta kovara Hawarê tu nivîs bi tîpên latînî nehatine nivîsandin. Kovara Hawar yekem kovar e ku  bi zimanê Kurdî û bi tîpên latînî weşan kirye. Ji bo bîranîna vê rojê ji 2006'an û vir de 15'ê Gulanê wek Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. 
 
‘Em ê cûrbicûr bername û çalakiyan li dar bixin’
 
Şîlan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Roja 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û wiha axivî: “15’ê Gulanê ji bo netewa kurd rojek pîroz e. Ji ber ku ziman bi netewa xwe ve girêdayî ye. Pêşketina ziman di heman demê de pêşketina netewekê ye. Têkiliya netew û ziman, têkiliya jin û ziman û têkiliya civak û ziman wateya wê tê nîqaşkirin. Ji ber vê rastî jî di 15’ê Gulanê de kelecaneke mezin bi me re çêdibe. Çiqas ji ber pandemiyê qedexe hebin jî em ê dîsa bi cûrbicûr bername û çalakiyên xwe vê rojê pîroz bikin.”
 
'Keda jinên kurd ji bo pêşxistina ziman zêde ye'
 
Şîlanê di berdewamiya axaftina xwe de girîniya jinan a diwarê pêşxistina ziman de bi bîr xist û got ku jinan girîngiyeke mezin daye ziman û ev tişt got: “Wekî hûn dizanin jinên kurd heta niha bi şêwaza devkî û bi çanda dengbêjiyê ziman û dîroka kurdî gihandine heta vê rojê. Di warê xwedî derketinê de bi van rêbazan ziman pêş xistine. Bi minasbeta vê rojê em ê ji bo nivîskarên jin ên kurd spasnameyan bişînin. Xebata me ya li ser vê hê berdewam e.  Her wiha em ê bi figûrên kurdewarî dîmenek amade bikin. Dû re em ê ji bo parlementoya Ewropayê ya ku di hêla karên demokrasi û dîplomasiyê de xebatan dimeşîne qertekê bi minasebeta 15’ê Gulanê bişînin. Em ê jî li Botan, Amed û Serhedê ji bo jinan şahiyan ji jinan re li dar bixin. Di heman demê de bernameyek me ji bo zarokan jî heye. Em ê li 3 gundan bi zarokan re werin gel hev û di çarçoveya zimanê zikmakî de hin bernameyan li dar bixin. Em ê bi van çalakiyên xwe  alfabeya kurdî bi zarokên kurd bidin naskirin û li ser girîngiya ziman biaxivin.”
 
‘Dê 5 hezar dîmenên jinan bê weşandin’
 
Şîlanê bal kişand ser 5 hezar dîmenên ku wê ji bo jinan di 15'ê Gulanê de biweşînin û berdewam kir: “Bernameya me ya ji bo 15’ê Gulanê a herî girîng ew e ku em dixwazin bi zimanê kurdî 5 hezar dîmenên jinan biweşînin. Em wek jin dibêjin hebûn û dîroka xwe dê bi zimanê xwe ragihînin û binivîsin. Pêşroja xwe dê bi zimanê kurdî ava bikin. Ji ber vê me xebatên xwe yên 15’ê Gulanê îsal bi taybet ji bo jinê amade kirine. Em ê xebatên xwe yên li Bakurê Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdîstanê û li Ewropayê bidin meşandin. Me xwest jinên ku li wan deran bi zimanê kurdî re têkildar in, 5 hezar dîmenên ji helbest, çîrok, henek û gotinên bi kurdî wek spot bikşînin û bi çapemeniyê re parve bikin. Ji Amed, Serhed, Cizîrê, Botan bigirin heta Rojava,  Rojhîlatê, Başûr û ji Ewropayê li benda dîmenên her kesî ne. Em dibêjin jin wê dîroka xwe ya 5 hezar salan bi zimanê xwe lêkolîn bikin û em ê hebûna jinê di nav civakê de misoger bikin. Ev xebatên me yên tevahî helbet ji bo tundî û zexta li ser zimanê nabe bersîvek mayînde lê divê em xebatên xwe yên di vê çarçoveyê de hin mezîntir bikin. Ji bo vê yekê jî xwedî derketin pêwist e. Lewra bi vê rojê re em ê xwedî derketinek çêkin. Bêguman pêşengtiya vê jî dê jinên kurd bikin. Yên ku civak û zimanê pêş dixin jinên kurd in. Heke jin di destpêkê de xwedî lê dernekeve civak ber bi tunebûnê ve diçe. Têkoşîna herî mezin ji bo me ziman e. Heke ziman nebe çiqas kar û xebat bêne meşandin jî bingeha civakê lawaz dimîne.”
 
‘Xwedî derketina kampanyayê divê’
 
Şîlanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kampanyayê jî û ev tişt got: “Kar û xebatên me yên li ser kampanyaya ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî hê jî didome.  Li her bajaran komisyona ji bo vê kampanyayê hatiye avakirin. Ev kampanya rast jî pêngavek gelek girîng e.  Wekî em dibêjin ziman bi netewa xwe ve girêdayî ye. Loma divê xwedî zimanê bê derketin.”