‘Divê em li her derê zimanê kurdî biaxivin’

  • 09:02 11 Gulan 2021
  • Çand û Huner
 
WAN - Jinên di salên 90’î de ji ber polîtîkayên dewletê koçber bûn, bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew tevî astengî û asîmîlasyonê çand û zimanê xwe didin jiyîn.
 
Bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan, li bajarê Şamê di 15’ê Gulana 1932’yan de kovara Kurdî Hawar dest bi weşanê kir. Kovar yekem kovara Kurd ya bi tîpên Latîn hatiye nîvîsîn e û xwedî cihekî girîng e. Ji ber piştgiriya wê ya ji bo pêşxistina wêje û zimanê kurdî, her sal 15’ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
 
Polîtîkayên îmha, înkar, zext û asîmîlasyonê yên li hember zimanê Kurdî didomin. Bi taybet li Tirkiyeyê, her roj li van zext û astengiyan ên nû zêde dibin.
 
‘Kurdên herî baş kurdên mirî ne’
 
Îstîxbaratvanê berê yê ji doza ‘derveyê qanûnî guhdarkirin’ dihat darizandin Huseyîn Ozbîlgîn, di rûniştina doza qetilkirina Musa Anter de îfadeyên weke ‘Li erdê ciwanekî can dida. Hevalên me gotin ‘Bihêle dimre bila bimre, Kurdên herî baş Kurdê mirî ne’. 
 
Axaftina Kurdî hat astengkirin
 
Di salên 90’î de ku zextên li hember Kurdan zêdetir bûn, pergala cerdevaniyê hat ferzkirin, gund hatin şewitandin, stranên Kurdî hatin qedexekirin, pirtûk û rojname hatin qedexekirin, li hember cil û bergên gelêrî mudaxale hat kirin. Dîsa di vê pêvajoyê de bi hezaran Kurd hatin girtin, di hevdîtinan de axaftina Kurdî hat astengkirin. Ev pêkanîn hîna jî didomin.
 
Wek zimanê nayê zanîn derbasî qeydan bû
 
Zextên li hember Kurdan di 2009’an de bi operasyonên pêk hatin siyasetmedarên Kurd hatin girtin.  Parastinên siyasetmedaran ên bi Kurdî hatin kirin wek ‘zimanê nayê zanîn’ derbasî girtekan bû.
 
Kurdî 20 sal in di hedefa AKP’ê de ye
 
AKP ya ku 20 sal in desthilatdar e, polîtîkaya xwe bi ‘xwişk û birayên min ên Kurd’ da destpêkirin û di pêvajoyên dawî de dîsa bi polîtîkaya şer a înkar û îmhayê berdewam kir.  TRT 6 a di 1’ê Çileyê 2009’an de ku bi Kurdî weşanê dike ket jiyanê.  Di 2015’an de AKP’ê wek TRT Kurdî guhert û ev ne tesaduf bû. 
 
Pêşiya jiyana pirzimanî hat girtin
 
Bi taybet di 2014’an de bi DBP’ê re ‘jiyana pirzimanî’ ket jiyanê û  li bajaran tabelayên Kurdî hatin daliqandin û  navên kesên girîng yên ziman û wêjeya  Kurdî li kolan û cadeyan hat kirin. Kreşên Kurdî hatin vekirin. Lê di 2016’an de bi tayînkirina qeyûman li hember zimanê Kurdî êrîşan dîsa dest pê kir. ‘Jiyana pirzimanî’ hedef hat girtin. Hemû tabela hatin daxistin nav hatin guhertin û kreş hatin  girtin.
 
Di salên 90’î de koçber bû
 
Jina bi navê Besna Çîçek a ku ji bajarên derdorê di salên 90’î koçî taxa Suphan a Artemîtê kir  der barê polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê de axivî.
 
Besnayê destnîşan kir ku ji gundê Memedalanê yê Şaxê ya Wanê koç kirine û wiha got: “Ez her tim kiras û fîstan li xwe dikim. Kurdî diaxivim. Ez niha wesyeta xwe li zarok û neviyên xwe dikim ku Kurdî biaxivin.  Em Kurd in. Xwedê em Kurd anîne dinê. Ez zimanê dê û bavê xwe diaxivim. Wan çawa fêrî me kiriye ez wisa dijîm. Bila her dayik zimanê xwe fêrî zarokên xwe bike. Ez ji bûkên xwe re jî dibêjim bi Kurdî biaxivin.”
 
‘Em zimanê xwe diaxivin, didin fêrkirin’
 
Jina bi navê Behiye Komî jî  daxuyakirin ku li taxê her kes bi zimanê xwe diaxive û wiha dirêjî dayê: “Berê ji ber nexweşiyan diçim nexweşxaneyê min nikaribû zimanê xwe biaxivim. Niha gele bijîşk bi Kurdî dizanin.  Ji ber zimanekî din nizanim ew min fêm dikin. Em zimanê xwe diaxivin kevneşopiyên xwe dijîn û zimanê xwe didin fêrkirin.”
 
‘Divê em li her derê zimanê kurdî biaxivin’
 
Rafiye Tekel jî wiha got: “Divê li hemû saziyan Kurdî bê axaftin. Divê qedexeyên pêş zimanê me rabin.  Em dixwazin dîsa vegerin gundê xwe. Em ji gund hatin û dixwazin dîsa herin. Li dibistanê tenê Tirkî fêr dikin. Zarok zimanên xwe ji bîr dikin. Lê divê em li dijî vê bisekinin, li her qadê bi zimanê xwe biaxivin.”