Newaya Jin: Soza me ji bo dayikan welatekî bi kulîlkan hatiye xemilandin e

  • 09:03 3 Gulan 2021
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara Gulanê ya rojnameya jinê Newaya Jin derket pêşberî xwendevanan. Di vê hejmara 194’emîn de gelek rojev cih digirin û manşeta ‘soza me ya ji bo dayikan welatekî bi kulîlkan hatiye xemilandin e’ hat tercîhkirin.
 
Zîlan Diyar der barê dayikbûnê ya li Kurdistanê de nivîsî û balkişand ser polîtîkayên ku dewlet li dayikên Kurd rewa dibîne.  Zîlan dibêje ku edelet di bin axa ku Emîne Şenyaşar avêtiye ser zarokan de maye û dibêje ku wê zalim li hember dayikan serî bitewînin û efûyê ji wan bixwazin. (rupel 3)
 
Li her qada jiyanê Kurdî…
 
Yek ji rojeva sereke ya din a meha gulanê jî înkar û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hember ziman û berxwedana li dijî vê ye. Ji rêveberên Saziya Zimanê Kurdî ya Rojava Viyan Cudî serpêhatiye zimanê Kurdî ya ji 2007’an heta niha zemîna wê hatiye avakirin, parve kir û  Roza Metîna jî balê dikşîne ser avabûna etîmolojîk a Kurdî. Roza her wiha daxuyakirin ku ji her demê zêdetir divê xwedî li Kurdî bê derketin û zêdetir bê axaftin. (9-10)
 
Civaka Êzidî ji bo parastinê amade ye
 
Êrîşên DAIŞ’ê yên di 3’ê Tebaxa 2014’an de li hember Şengalê pêk hatin, vê carê ji aliyê Bexdat- Hewlêr-TC’ê berdewamkirin.  Ji Tevgera Jinan a Azad a Êzidî Soham Şengalî  der barê rewşa beriya fermanê û piştî wê de nirxandinkir û got di rewşa êrîşeke heyî de Civak Êzidî ji bo parastinê amade ye. (11)
 
‘Jin ji bo malbatê tê fedakirin’
 
Yek ji nivîskarên rojnameyê Nazan Ustundag der barê betalkiria peymana Stenbolê de axivî û da zanîn ku rakirina peymanê, peyama ‘malbat ji jiyana jinê binirxtir e’ dihewîne tê dayîn û her wiha dibêje maliyeta betalkirinê wê herî zêde li AKP’ê bê birîn. (rupel4)
 
Zerya Gul jî di beşa xwe ya vê mehê de ked, beden û zayenda jinê ku hatiye metakirin dinirxîne. (5)
Di rupela Jîneolojiyê de jî nivîsa Sarah Marcha ya  ku xebatên Esntîtuya Andrea Wolf ya di 2019’an de li Rojava hatiye avakirin, vedibêje, cih digire. (7)
 
Mîhrîcanên “Taca Zêrîn”
 
Rojnameger Berîtan Zagros jî balê dikşîne ser mijarek balkêş. Berîtan agahiyên der barê Mîhrîcana ‘Taca Zêrîn’ ya li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê hatiye destpêkirin, agahiyan parve dike û dibêje jinên bi turban yên temenê wan di navbera 13-20’an de tevlî mîhrîcanê dibin û dikevin pêşbirkê. (12)
 
‘Bendav, HES, kanên madenê’
 
Di kategoriya ekolojiyê de jî roportaja ku rojnameger Guler Yildiz bi Seroka Odeya Mîmaran a Enqereyê Tezcan Karakuş re kiriye cih digire. Di roportajê de bal tê kişandin ser armancên esas yên HES, Bendav û kanên madenê. (16)
 
Bi jinan re dîplomasiyek
 
Di vê hejmarê de, feraseta dîplomasiyê, tifaq û torên  têkiliyê yên  Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd ya di 1999’an de li Elmanyayê hatiye avakirin, di raportaja hatiye çêkirin de, cih girtin. Cenî di roportajê de balê dikşîne ser dîplomasiya ji bo jinan esas digirin. (6)
 
‘Mizgîna me’
 
Bermal Çem jî der barê hunermend Gurbet Aydin de nivîsek biyografiyê nivîsiye. (13)
 
Di kategoriya hunerê de venasîna abluma yekem a Yildiz Arslan a di 2015’an de derxistiye ‘Qîrayîş’ hat kirin. (rupel 15)