Bikaranîna plastîkê bi berhemên xwe teşhîr kir

  • 09:03 25 Nîsan 2021
  • Çand û Huner
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Zeynep Atîk Mînîscalco bi berhemên xwe balkişand ser bikaranîna plastîkê ya ku zirarê dide jiyana zindiyan û diyar kir ku ji bo veguherîn bibe teşeyê jiyanê divê hewldan hebin.
 
Hunermenda seramîkê û wênesaz Zeynep Atîk Mînîscalco û operatorê helîkopterê Marcello Mînîscalco di pandemiya korona vîrusê de li peravên Foça û behra wê berhemên plastîk kom kirin û bi armaca balê bikişînin ser zirara wê ya li ser mirov û xwezayê, li Galeriya Hunerê ya Mîlîmetrîk di navbera 9 û 16’ê nîsanê de pêşangeh vekirin. Zeynebê da zanîn ku hedefa wan ev e ku berhemên xwe yên Arte Povera (Hunera xizan) bibin derveyê welat û bal dikişîne ser peywirên reveberî, welatî û çapemeniyê ya ji bo veguherîn bibe teşeyê jiyanê.
 
Zeynep heta niha tevlî 20 pêşangehên tevlihev û şexsî bûye û di berhemên xwe yên ji şûşeyên plastîk û parçeyên textan çêkiriye, sîlîkon, akrîlîk û boyaxa sprey bikar anî. Di salona pêşangehê de bi mekanîzmayeke aktîf bi şûşeyên plastîk, çavderiya binê behrê diafirîne. Ligel vê zirara ku dide zindiyên behrê û xwezayê jî vedibêje. Di pêşangehê de vîdeoyek ahtapotê ya 8 deqeyî ya Marcello Mînîscalco jî dikare bê temaşekirin.
 
Hatibû îdakirin ku plastîk wê xwezayê biparêze
 
Zeynebê destnîşan kir ku 100 sal berê dema ku plastîk ji petrolê dihat hilberandin, dihat gotin ku wê ev xwezayê û diran û çermê hinek sewalan jî biparêze û lê di asta heyî de hilberandina zêde ya plastîkê zirarek mezin dide xweza û mirovahiyê. Zeynebê wiha berdewam kir: “Gelo divê plastîk qet neyê hilberandin? Na, lê divê lîmîtek ji bo vê bê anîn û veguhertin bê kirin. Divê girîngî jib o cam, şûşe, turîkên kaxiz, bê dayîn. Ne tenê kes, divê civak û çapemenî bê teşwîqkirin. Daxwaza min eve ku ez cudabûnekê biafirînim. Pêşangeh nikare cudabûnekê biafirîne lê çapemenî bide bihistin wê gelek bi bandor be. Ez dixwazim vê diyariyê neviyên xwe û pêşerojê bikim, sedema vê jî ev e ku her kes vê wek hişyarî hîs bike.”
 
Dikare bibe teşeyê jiyanê
 
Zeynebê di dawiya axaftina xwe de berhemên di terza Arte Povera ya ku cureyê hunera têgehiye, li deverên cuda tên pêşandan wiha anî ziman: "Ez zarok bûm plastîk hat derxistin. Nêzî 60 sal berê. Berê plastîk tunebû. Cam, turikên paç, fîle û turîkên kaxizê hebûn. Sepet, seramîk, cam û porselen dihat bikaranîn. Li gorî min em dikarin vegerin demên berê. Konteynirên çopê hene. Karekî mezin dikeve ser milê şaredariyan. Li dibistanan li kargeriyên cuda dikarin konteyniran bi cih bikin. Ewropa vê ji zûde dike. Ji bo pêşangehê ji cihên cuda pêşniyar tên, ez armanc dikim ku pêşangeha xwe bibim derveyê welat. Ez ê peyma xwe ya ku pêşerojeke paqij ji nifşên pêşerojê re bihêlin, bidomînim.”