'Divê huner bi awayekî azad xwe bigihîne civakê'

  • 09:02 15 Nîsan 2021
  • Çand û Huner
Sema Çaglak 
 
AMED - Hunermendên Amedê bal kişandin ser 15’ê Nîsanê Roja Hunerê ya Cîhanê û gotin: "Divê huner bi awayekî azad xwe bigihîne her qadên civakê, wê gavê huner serbixe dibê û dighije armanca xwe."
 
Her mirov bi rêbazên cuda hestên xwe tînin ziman, yek ji wan rêbazan huner e. Gelek kes bi wenê, muzîk, wêje, şano, xêzkarî û hwd hest û ramanê xwe tînin ziman. Ji sala 2012'an heta îro 15’ê Nîsanê li tevahiya cîhanê wekî Roja Hunerê ya Cîhanê tê pêşwazîkirin. Li kolan û cadeyan çalakiyên cuda yên hunerê tên li darxistin. Roja rojbûna Leonardo da Vincî wekî Roja Hunerê ya Cîhanê hatiye îlankirin. Bi minasebeta vê rojê hunermend Hediye Yaşar û wênesaz NeşeToprak ji ajansa me re axivîn. 
 
Hediye Yaşar ku hem şêwekariyê dike hem jî peykeran çêdike bal kişand li ser bandora hunerê ya li ser civakê û got: "Bi piranî gelek beşên hunerê di qadên girtî de pêk tên. Lê gava ku li derveyê çalakiyên hunerê pêk tê bala civakê dikişîne. Ji ber vê sedemê jî divê her beşên hunerê xwe bigihîne her beşên civakê."
 
‘Gelek pirsgirek hene lê belê nayên çareserkirin' 
 
Hediyeyê bilêv kir ku wan wek hunermend bi gelek pirsgirêkan ve rûbirû dimînin lê piraniya wan pirgirêkan nikarin çareser bikin û wiha dirêjî da axaftin: “Pirsgirêkên me yên herî mezin dîtina qadên pêşangehan e. Ez behsa qadên girtî nakim. Divê huner li derveyî bê peşkeşkirin, nêzî civakê bê û ne di nav 4 dîwaran de be." 
 
Hediye bal kişand ser hêla polîtîk a hunerê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Huner bi xwe polîtîk e û ji ber ku li dijî gelek tiştan derdikeve. Lê mixabin li hemberî gelek beşên hunerê sansûrek heye. Huner dive azad be û xweser be. Min mala xwe guherand atolyeye. Lê heke ji bo karên hunerê qadên berfirehî û xweser hebe dê wê demê karên serkeftî derkeve holê. Ez 15’ê Nîsanê li hemû hunermendan pîroz dikim."
 
‘Huner wateya jiyanê ye’
 
Mamosteya wêneyê Neşe Toprak jî diyar kir ku huner wateya jiyanê ye û hestên xwe yên li ser hunerê wiha anî ziman: “Mirov ji bo ku hestên xwe derxîne holê huner rolekê pir girîng digire. Huner bandorek mezin li ser civakê dide û pêşengtiya civakê dike. Pirsgirêkên jiyan û civakê nîşan dide. Di heman demê de muzîk jî wisa ye. Ji bo mînak gava mirov dengbêjî guhdar dike xwe têde dibîne, dîrok û çanda jiyana xwe tê de dibîne. Yanî huner mijara hîs kirin û wate dayîn e. Di vê hêlê de bandora hunerê li ser civakê pir mezin e.”
 
Di hunerê hişmendiya serdest a mêr
 
Neşeyê bal kişand li ser rola jinê ya di qada hunerê de û destnîşan kir ku hişmendiya serdest a mêr xwe di qada hunerê de li pêş e. Neşe wiha axaftina xwe berdewam kir. “Her tim gotinên wekî 'Jin nizanin' heye. Viya êdî nayê qebûl kirin. Ji ber ku jin jî êdî ew hişmendiya berê şikandiye. Ji ber ku jin afirîner û hilbêrîner in. Gava em dîrokê dinêrin jin hertim afirandiye. Huner jî tiştek wisa ye. Her çiqas hişmendiya serdest a mêr xwe di nav hunerê de jî nîşan bide êdî jin li dijî vê helwestê derdikevin.”
 
Di hunerê de pêşengtiya jinê
 
Neşeyê bilêv kir ku di tu qadê de jin nehatiye qebûl kirin û heman tişt xwe di qada hunerê de jî wihaye û wiha bi lêv kir: “Berê jî jin nivisîne, xêz kirin lê navê mêran hatiye bikaranîn. Ango em dikarin bêjin ku hemû qad ji bo mêran bû. Wêne jî wisa ye. Bêguman têkoşîna jinan a bandorê li vê pergalê kir. Wekî wênesaza jin Artemisia Gentileschî ji ber ku jin bû di serdema xwe de perwerdehiya wêneyê nedikariya bibîne loma ev hişmendiya serdest ê mêr ku xwe li ser hunerê bi cih kiriye qebûl nekir. Artemisia li hemberê vê hişmendiyê têkoşînek bêhempa da û gelek bedel daye. Bi vî awayî di hunerê de gelek têgehên zayendperest şikand û navê xwe heta îro anî." 
 
'Huner tê sansûrkirin' 
 
Neşeyê destnîşan kir ku huner xweser û tiştekî serbixwe ye û wiha pêde çû: “Divê huner di bin bandora rêbaz û rêgezan nemîne. Îro huner bi sansûrê re rûbirû ye. Huner di heman demê de şoreşek e. Ji ber ku huner li dijî feraseta desthîlatdariyê derdikeve. Lewra gava em li ser hunerê difikirin, dibêjin huner tiştekî polîtîk e. Huner şaşitî û pergala heyî qebûl nake. Yên ku ji xwe re dibêjin hunermend ev şaşitiyên ku xwe di nav vê pergalê de bi cih kiriye dibînin û wan tiştan di berhemên xwe de jî nîşan didin. Desthîlatdar jî ji vê tiştê qebûl nake û ji ber vê li hemberê hunerê dibe asteng. Ez herî dawiyê 15’ê Nîsanê Roja Hunerê ya Cîhanê pîroz dikim. Bi hunerê re bimînin."