Li Mêrdînê serlêdanên sezona biharê ya qursên hunerê destpê kir

  • 09:02 13 Nîsan 2021
  • Çand û Huner
Medya Uren 
 
MÊRDÎN - Navenda Çandê ya Mezopotamyayê sezona biharê ya qursên hunerê vekir. Mamosteya muzîkê Sema Ozal Asî ya di derbarê qursan de agahî parve kir bang li zarok, ciwan û herkesî kir ku serlêdana qursan bikin.
 
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) sezona biharê ya qursên hunerê vekir û serlêdanên qursan da destpêkirin. Wê navenda çandê tevî ewlehiyên bilind ên li hember şewba koronoyê qursên tembûr, gîtar, erbane, şano û qoroya zarokan bide şagirtan.
 
‘Em ji bo waneyan amade ne’
 
Sema di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qursên dane destpêkirin û wiha got: “Me weke navenda çandê ya Mezopotamyayê dest bi qursên xwe yên sezona biharê kir. Ji bo qursan hemû amadekariyên me temam in. Mamosteyên me li benda şagirtan in. Serlêdanên me yên qursan dest pê kir û wê heta du hefteyan berdewam bike.  Hêvîdar im herkes beşdar bibin û ji waneyan kêm nemînin. “
 
‘Em ê nebin nexweşî, em ê bibin derman’
 
Semayê di berdewamiya axaftina xwe de jî diyar kir di vê pêvajoyê de yek ji xalên ku wan dixe nava gumanê şewba koronoyê ye û wiha got: “Li hemberî şewbê me hemû ewlehî girtiye. Amedekariyên me yên di hêla tendirustiyê de jî temam in. Em ê di her polekê de bi qasî 3 an 4 şagirtan bigirin. Maske, dezefenktan û cîhaza agirpîvanê ango ji bo paqijiyê jî tiştê pêwîst me amade kirine. Em dikarin bi dilekî rehet dest bi fêrbûnê bikin. Em ê di şewbê de nebin nexweşî em ê bibin derman. Ji ber ku şewb û pirsgirêkên bi şewbê re di nava civakê de rû dane dibin sedema xirabûna derûniya civakê. Li dijî van pirsgirêkan ji bo aramiyê muzîk derman e.”
 
‘Em li benda we ne’
 
Semayê herî dawî anî ziman ew ji bo şagirtên derfetên wan tune ye jî dibin alîkar. Sema wiha dom kir: “Gelek welatî di aliyê aboriyê de jî pirsgirêkên wan hene. Ji ber vê sedemê em dirav nagirin. Lê ji bo debara saziyê jî pêk were em li hêviya alîkariyê ne jî.  Yên ku ji dilê wan tên bi saziyê re alîkariyê dikin. Weke din em li ser esasê diravgirtinê muzîkê fêrî welatiyan nakin. Pêvajoya serlêdanê du hefte ye. Em li benda serlêdana we ne. Bê huner nemînin. ”