Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek kongreya xwe pêk anî

  • 15:13 11 Nîsan 2021
  • Çand û Huner
ŞIRNEX - Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek yekemîn kongreya xwe ya asayî pêk anî. 
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê Komeleya Ziman û  Çandê ya Birca Belek yekemîn kongreya xwe ya asayî pêk anî. Di kongreya ku li bexçeyê komeleyê hatî lidarxistin de, endamên komeleyê rêxistinên HDP'ê yên navend, navçe û aktîvîstên TJA'yê tevlî bûn. Di kongreyê de pankarta " Zimanê Dayîkê Rihê Civaki ye" hat daliqandin. Kongre bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Piştre nivîskarê kurd Bahadîn Rubar axivî. Bahadîn, bal kişand ser girîngiya ziman û wiha got:" Em dizanin ku ziman fikr û mejiyê civakê ye. Dema ku em dibêjin ziman hiş û zimanê civakê ye bêgûman em dikarin bêjin kesê bê hiş û bêmejî çiqas dikare bijî?  Civakek zimanê xwe yê dayîkê jî nejî û neaxive bêgûman ew civak jî gêj e û ew civak nikare hebûn û çanda xwe biparêze. Em weke xebatkarên ziman û Gelê Kurd zimanê dayîkê ji bo hebûna xwe xala herî girîng dibînin. Divê bê zanîn ku ne tu netew û ne tu hêz zimanê civakekê û netewekî nikare qedexe bike. Ji bo bi rêxistinkirina ziman divê em zêdetir tebikoşin."
 
Ji bo hevserokatiya komeleyê Nuran Kaplan û Mîrza Kurt hatin hilbijartin. Piştî axaftinan kongre bi stran û  bi gerandina govendê bi dawî bû.