Ji bo rojbûna Abdullah Ocalan kurtefîlm hat amadekirin

  • 12:49 30 Adar 2021
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 4’ê Nîsanê kurtefîlmek hat amadekirin. 
 
Ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 4’ê Nîsanê kurtefîlmek hat amadekirin.  Abdullah Ocalan di sala 1949’an de li gundê Amara yê girêdayî navçeya Xelfetî ya Rihayê hatiye dinê û dikeve 72 saliya xwe. Kurd her sal li Kurdistan û li gelek deverên cîhanê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz dikin. Îsal jî kurd û dostên kurdan xwe ji bo pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan amade dikin. 
 
Gotinên di kurtefîlma ji bo rojbûna Abdullah Ocalan de hatiye amadekirin wiha ne: 
 
“Navê wî Evdila ye, ango evdê Xwedê. 
 
Lê ji tu kesî re nebû evd. 
 
Wî her da dû xeyalên xwe. 
 
Bi hezkirin cot kir axa li ber mirinê. 
 
Ji axê re bû tov ji tovê re bû av. 
 
Bû wêneyek ku her tim lê tê nêrîn, 
 
bû dengek ku her tim tê guhdarkirin, 
 
bû hêviyek ji welat, ji cîhan û ji gerdûnê re. 
 
Rojbûna te rojbûna me ye.”