Kongreya Komeleya Wêjekarên Kurd hat lidarxistin

  • 17:56 14 Adar 2021
  • Çand û Huner
 
 
AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd li Amedê bi beşdariya gelek nivîskar û helbestkaran kongreya xwe li dar xist.
 
Komeleya Wêjekarên Kurd a navenda wê li Amedê bi beşdariya gelek nivîskar û helbestkaran kongreya xwe li dar xist. Hevserokên Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray û Mehmet Devîren hatin hilbijartin. 7 jinên nivîskar ên bi navên Sultan Yaray, Ronahî Çelîk, Zozan Gulan, Roza Metîna, Fatma Tunç, Nûrcan Delîl, Dîlan Aydin di nava rêveberiyê de cihên xwe gittin.