Jinên dengbêj stran gotin

  • 11:58 12 Adar 2021
  • Çand û Huner
 
STENBOL - Jinên HDP'yî û Aktivîstên TJA'yê çalakiya "Roja Dengbêjiyê" li dar xistin. 
 
Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiya "Roja Dengbêjiyê" li dar xistin. Gelek jin bi cilên xwe yên gelêrî beşdarî çalakiya li avahiya Başakşehira HDP'ê hat lidarxistin bûn. 
 
Di çalakiyê de jinan diyar kirin ku ew ê çanda xwe ya dengbêjiyê pêş bixin û gotin:"Em ê bi zimanê dayikê yê jêderka me ya jiyanê ye gotina stranan bidomînin. Em ê li dijî bişaftina ziman û çandê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Çalakiya greva birçîbûnê hat silavkirin
 
Jinan di çalakiyê de bal kişandin ser roja 106'emîn a çalakiyên greva birçîbûnê û çalakiya greva birçîbûnê hat silavkirin. Jinan kilamên xwe li ser jinên di têkoşîna ji bo demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane gotin. 
 
Endamên Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê bi erbaneyên xwe û bi klamên xwe beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Çalakî bi stran û govendê bi dawî bû.