Kovara Dilopê bi hejmara xwe ya nû 3 sal li dû xwe hişt

  • 13:19 11 Adar 2021
  • Çand û Huner
 
AMED - Kovara Dilopê ku ji her du mehan carekê bi kurdî û tirkî di warê çand-huner û polîtîkayê de weşanê dike bi hejmara xwe ya 19'an li pêşberî xwîneran e. Kovara ku di Newroza 2018'an de dest bi weşanê kiribû, bi vê hejmara xwe 3 sal li dû xwe hişt.
 
Hejmara Adar-Nîsanê ya Kovara Dilopê derket. Di vê hejmara kovarê de bi zimanên kurdî û tirkî dîsa gelek nivîsên balkêş hene.
Kovar di dosyeya hejmara xwe ya nû de meseleya bişaftinê nîqaş dike. Bulent Kuçuk hîndekarê Zankoya Boğaziçiyê yê “yek ji zarokên ku zimanê wî hatiye dizîn” roportajê daye. V.Metin Bayrak û tê de li ser dahûrandina bêzimaniyê perspektîfeke pirr-alî pêşkeş dike.
 
Barış Avşar di hejmara nû ya kovarê de şaristaniya Urartuyê hildide dest û serencama wan bi awayê çîrokbêjekî pêşkêşî xwîneran dike. Sezai Sarioglu yê Helbestkar jî ji Urartuyan wê de serdana bajarê Qersê dike, çavdêriyên xwe yên vê serdanê weke helbestkarekî radigihîne.
 
Mesut Alp ê arkeolog nivîsên xwe yên li ser mîtan berdewam dike û bi van nivîsan dide pey bermayiyên mîtan ên îroyîn. Mesut, di vê hejmarê de mîta Şahmaranê hildide dest, zanînên şaş ên derheqê wê de nîqaş dike û bermayiyên wê yên îroyîn ên di jiyana rojane de bi mînakan li ber çavan radixe.
 
Ayhan Erkmen çîrokbêjek e ku çîrok ji xwe re kiriye derd, daye dû wan û wan berhev dike û dixwaze bigihîne gel. Ronî Nasirkaya di vê hejmarê de ligel Ayhan hevpeyvînek kiriye û serencama wî ya di vê qadê de bi hemû aliyan gihandiye xwîneran.
 
Di vê hejmara nû de nivîseke balkêş jî ya Ozan Serhedî ye ku derheqê klamên Şakiro de analîzekê dihewîne. Serhedî li hêmayên ‘erotîk’ ên klamên Şakiro kolaye û wan bi mînakan raxistiye ber çavan.
 
Yaşar Kemal di 28'ê Sibata 2015'an de wefat kiribû. Lêkoler Mehmet Bayrak di vê hejmarê de hevnasîna xwe û wî nivîsiye, sekna wî ya serbilind a li hemberî meseleyên polîtîk û nemaze bangên wî yên derheqê kêşeya Kurd de cardin bi bîra xwîneran xistiye.
 
Xelef Diljan ê rengvan di xebatên xwe de hêmayên kurdî rengîntir dike her weke vê hejmara kovarê jî wisa kiriye. Hevpeyvîna ku Mela Mihyedîn ligel Diljan kiriye strana Ozan Brader a navdar tîne bîra xwîneran: “Lo lo rengvano”.
 
Wênesaz Fewzî Bîlge jî dîsa bi wêneyeke xwe reng dide kovarê. Di hejmarê de Çîdem Baran, Bulent Gedîk, Bengi Berfin Odabaşı, Savaş Yadırgı, Veysi Ulgen, Ragıp Încesagir, Îbrahîm Genç û Şeyhmus Diken bi nivîsên xwe, Arjen Arî, Mela Ehmedê Namî û Hejar Mukriyanî jî bi helbestên xwe li pêşberî xwîneran in.