Zarok Ma gihaşt armanca xwe

  • 13:29 4 Adar 2021
  • Çand û Huner
 
AMED - Akademiya Ma Muzîk ji bo avakirina 'Zarok Ma' projeyek dabû destpêkirin gihaşt armanca xwe.
 
Akademiya Ma Muzîkê ku di sala 2017'an de li Amedê bi dirûşma "Ji bo her kesî muzîk li her derê muzîk" starta xebatên xwe da, bi projeyên nû yên derbarê muzîkê de xebatên xwe didomîne. Akademiya ku bi Orkestraya Ahengên Xwezayî ya MA'yê, Orkestraya Zarokan a MA'yê, Orkestraya Jinan a MA'yê û Orkestraya MA'yê ji bo muzîka kevneşopiya kurdî mohra xwe li bin xebatên serkeftî xist, niha jî ji bo perwerdehiya zarokên 0 û 5 salî Zarok Ma yê vedike. 
 
Akademiya Ma Mûzîkê, ji bo avakirina Zarok Ma yê di 5’ê sibatê de li ser malpera fongogoyê bi armanca 220 hezar lîre kom bike kampanyaya alîkariyê da destpêkirin, gihaşt hedefa xwe. Zarok Ma di malpera xwe de ragihand ku proje bi ser ketiye û spasiya ji bo yên ku piştgiriyê dane kir.