'Leyla heskirina xwe ya welat bi helbestan anî ziman'

  • 09:03 24 Sibat 2021
  • Çand û Huner
 
Medya Uren 
 
MÊRDÎN - Leyla Saraç di girtîgehê de pirtûka xwe ya yekemîn a bi navê “Werzeba” ya helbestan derxist û diyarî dayika xwe Sultan Saraç kir. Sultan wiha behsa Leylayê kir: "Leyla jiyanek ji rêzê derbaz nekir û her tim ji bo nasnameya xwe di nava têkoşînê de bû. Jiyana xwe û heskirina xwe ya welat bi helbestan şîrove kir. Pirtûka wê ji nîşaneya têkoşîna wê ye."
 
Leyla Saraca di nava malbatekî welatparêz de tê dinê ji zarokatiya xwe heya niha ji bo nasnameya xwe têdikoşe. Li hemberî vê bi dehan caran tê girtin û niha jî li Girtîgeha Bayburtê ye. Leyla ligel ew qas gefan û ligel girtîgehê ji nasnameya xwe parast û xebatên xwe berdewam kir. Yekemîn pirtûka xwe ya bi navê “Werzeba” ya helbestan ku diyariya diya xwe Sultanê kiriye derxist. Werzeba bi tevkariya Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê hat weşandin.
 
Leyla ji ber xebatên çandê tê girtin
 
Leyla Saraç di 1979'an de li Hezexa Şirnexê di nava malbatekî welatparêz de tê dinê. Hîna Leyla biçûk bû bavê wê tevlî tevgera azadiyê dibe û di sala 1985’an de jiyana xwe ji dest dide. Leyla di bandora vê de dimîne. Lê her tim ji bo nasnameya xwe li ber xwe dide. Ligel ku di temenê xwe yê biçûk de gelek caran tê girtin jî dev ji berxwedana xwe bernade. Di sala 2006’an de tê girtin û di sala 2013’yan de tê berdan. Cardin di bin banê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) de xebatên xwe berdewam dike. Di adara 2016’an de jî ji ber xebatên xwe yên çandê tê girtin. Tê hêvîkirin ku herî dereng di mijdara vê salê de cezayê wê biqede. Yekem car ji pirtûka bi navê “Werzeba” di girtîgeha Baybûrtê de dinivîse. 
 
‘Xwestin pênûsa wê kelepçe bikin’
 
Dayika Leylayê Sultan Saraç, têkildarê jiyana Leylayê de wiha axivî: “Bûyerên ku me jiyane ji me re zor dihat, lê hesreta Leyla bû hezkirinek mezin di dilê wê de. Welat û azadî bû evîn ji wê re. Hîna biçûk bû min vê di çavên wê de didît. Ev heskirina wê ya welat û heskirina jiyanê bû pênûsek bi hêz. Bi helbestan re vê hestên xwe zindî kir. Leyla di heman demê de çîrokan ji dinivîse. Di helbestên xwe de jî gelekcaran pile digire. Her wiha di aliyê nivîskarî, dîlan û şêwekariyê de jî gelek jîr bû. Her tim bi nûbûnan re hewil dide ji hestên xwe re bibe bersiv. Xebatên wê her tim hatin îlegalîzekirin û xwestin kelepçe li pênûsa wê bidin.”
 
‘Nikarîn pênûsa Leylayê asteng bikin’
 
Sultan wiha berdewam kir: “Ji bo ku pênûsa Leyla raweste bi dehan caran wê binçav kirin û girtin. Gef lê kirin bi her şeklî bi ser de hatin. Lê hezkirina Leyla jêre dibû vînek bi hêz. Ji ya xwe nehat xwar. Di hindirê girtîgehê de jî destûr neda ku pênûsa wê were astengkirin. Bi nivîsên xwe bêdeng nebû. Ev pirtûka wê û hewildana wê min pir şad kir. Bi taybet jî di kesayeta min de diyariyê hemû dayikan kiriye, ev min bêhtir bextewar kir. Ez bi Leylayê serbilindim û ez ê tim jî serbilind bim. Tenê daxwaza min ew e ku keça min û hemû rêhevalê wê bigihêjin azadiya xwe.”
 
Helbestek ji pirtûka "Werzeba" ye; 
 
Welatê min,
 
Bajar û gundên te di demsalên komkujiyan de asê mane,
 
Birînên xwe bi rondikên dayikan dikewîne.
 
Di berîka zarokekî de rojên ku naçin ava hil tên.
 
Dilê xwe datînim ser asîmanên te,
 
Dixwazim bi baskên xwe baweşîn bikim,
 
Birînên kamilbûyî di laşe te de.
 
Zarokên te yên dukezî di kolanên bêderî de vêga destên xwe dirêj dikin,
 
Ber bi xwezaya te rûyê xwe dişon,
 
Bi tîrêjên roja te.
 
Loma dixwazim di avzêyên çiyayên te de xeyalên xwe bişom,
 
Hebûna xwe bikim dermanê birînên te.
 
Dixwazim hesret û bêrîkirinên salan,
 
Ên ku di çavên min de asê mayî birijînim.
 
Rûyê xwe bixemilînim bi renge te,
 
Welatê min,
 
Hebûn û jana min.