Mîhrîcana Huner û Wêjeyê bi dawî bû

  • 17:38 21 Sibat 2021
  • Çand û Huner
 
 
MİNBİC - Çalakiyên Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan a Sêyemîn li bajarê Minbicê dûh hatibû destpêkirin bi dawî bû.
 
Çalakiyên Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan a Sêyemîn li bajarê Minbicê dûh hatibû destpêkirin bi dawî bû.
 
Mîhrîcan li hola Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê hate lidarxistin. Di mîhrîcanê de stran û şano bi beşdarbûna pêkhateyên kurd, ereb, çerkes û tirkmen hatin pêşandan.
 
Jinên ji Dêrazorê, endamên Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên ji Reqa, Tebqa, Kobanê û dayika şehîd Hevrîn Xelef yadê Sûad Mistefa jî beşdarî mîhrîcanê bûn. Di roja duyemîn a mîhrîcanê de stran, helbest, şano hatin pêşkêşkirin. Koma Kevana Zêrîn a bajarê Kobanê bi navê "Keda Jinan" lîstekeke şanoyê pêşkêş kir. Her wiha helbestvan Heya Welîd El-Îsa jî helbest xwendin. Koma Minbicê ya şanoyê jî şanoyek bi navê "Jina ku namire" ku behsa berxwedan û têkoşîna jinan dike, pêşkêş kir.
 
Di dawiyê de komên beşdarî mîhrîcanê bûn, ji aliyê komîteya amadekar ve hatin xelatkirin.