Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan di roja duyemîn de didome

  • 15:06 21 Sibat 2021
  • Çand û Huner
 
MİNBİC - Li Minbicê bi dirûşma "Jin kaniya huner û afirîneriyê ne" Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan a Sêyemîn ku hatibû destpêkirin di roja 2'emîn de berdewam dike. 
 
Li Minbicê bi dirûşma "Jin kaniya huner û afirîneriyê ne" Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan a Sêyemîn ku hatibû destpêkirin di roja 2'emîn de berdewam dike. Mîhrîcan li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê li dar dikeve û jinên ji hemû pêkhateyên bajêr, dayika şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa, jinên Dêrazorê, endamên Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji Reqa, Tebqa û Kobanê beşdar bûn. 
 
Jinên ku tevli mîhrîcanê bûn bi cilên xwe yên gelerî beşdar bûn. Di roja yekemîn a mîhrîcanê de pêşandanên hunerî yên li ser folklora pêkhateyên ereb, kurd, suryanî hatibûn nîşandan.
 
Di roja duyemîn a mîhrîcanê de, hunermend Nesrîn Botan stran pêşkêş kirin.
 
Mîhrîcan bi pêşandanên hunerî yên cur bi cur dewam dike. Tê payîn ku mîhrîcan îro bi dawî bibe.