Komeleya Wêjekarên Kurd bernameya 21’ê Sibatê eşkere kir

  • 13:09 18 Sibat 2021
  • Çand û Huner
 
AMED -  Komeleya Wêjekarên Kurd plansaziya xwe ya ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê parve kir. Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray diyar kir ku êdî hemû kes girîngiya ziman dizane û wiha got: “Divê hemû kes di hêla xwe de xwedî li zimanê xwe derkeve û tenê bi gotinan re nemîne. Bila zimanê xwe bijî û bide jiyandin.”
 
21’ê Sibatê di sala 1999’an de ji aliyê rêxistina Neteweyên Yekbûyî; saziya perwerdehî, çand û Zanistê (UNESCO) ve wekî roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê hat îlankirin. Ev 21 sal in ev roj li tevahiya cîhanê tê pîrozkirin. Komeleya Wêjekarên Kurd plansaziya xwe ya ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê parve kir. Têkildarî mijarê Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray axivî.
 
'Em ê berxwedana ziman mezintir bikin'
 
Sultanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser grîngiya 21’ê Sibatê û wiha got:“ Ev roj bi taybetî jî ji bo kesên wek me yê ku zimanê wan qedexe ye girîng e. Bi salan in em ji bo zimanê xwe têkoşînê didin ku zimanê me bibe zimanê perwerdeyê.  Her ku diçe ji ber ku zimanê me qedexe ye ber bi tunebûnê ve diçe. Em her sal bi dirûşma “ Dê îsal bibe sala zimanê kurdî” xebatên xwe dikin.  Lê belê êdî em naxwazin bi gotinan xwe sînor bikin. Em ê berxwedana ziman mezintir bikin û em ê zimanê xwe rizgar bikin. Ji ber ku ziman ji bo netewekî her tişt e. Gava ku netewek zimanê xwe winda bike ew jî tune dibe.  Lewra divê em bi hemû sazîyên xwe re bibin yek û ji bo rizgarkirina ziman têbikoşin. Ji ber vê yekê em ji bo zimanê xwe israr bikin û ji bo ku zimanê bibe xwedî statu.”
 
'Em ê xwedî li pênûsa nivîskarên girtî derkevin'
 
Sultanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nivîskarên girtî jî û wiha got: “Derfetên nivîskarên girtî pir kêm in. Lazim e ku her kurd, wêjehez, nivîskar, weşanxane û hwd. li wan xwedî derkevin. Niha nêzî 74 nivîskar di girtîgehan de nin. Lewra divê em xwedî li pênûsa wan derkevin û wan tenê nehêlin. Ligel vê dê xebatên me yên ji bo nivîskarên girtî jî berdewam bikin.”
 
'Piraniya xebatên xwe li ser medyaya civakî pêk anî'
 
Sultanê got derfetên medyaya civakî ji bo wan bandorek erenî pêk anîye û ev tişt anî ziman: “Me îsal piraniya xebatên xwe li ser bernameya Zoom’ê û li ser medyaya civakî çêkir. Em di bernameyên xwe de li ser helbest, roman û cûreyen wêjeyê re disekinin û bi hev re nîqaşan dikin. Heta ku ev qedexe û pandemî ji holê rabe em ê li ser medyaya civakî xebatên xwe berdewam bikin. Bi vî awayî em dikarin xwe bigihînin gelek deveran û wêjehezan. Ji ber ku em hertim nikarin werin gel hev. Ango me tevî van yekan xebatên xwe yên li ser ziman û wêjeyê meşandin. Her wiha  em ê di demên pêş de rapora xebatên xwe parve bikin.”  
 
Sultanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Êdî ne hewce ye ku em bêjîn ziman girîng  e. Her kes girîngiya ziman dizane. Lewra divê hemû kes di hêla xwe de xwedî li zimanê xwe derkeve û tenê bi gotinan nemîne. Bila zimanê xwe bijî û bide jiyandin.”
 
Bernameya Komeleya Wêjekarên Kurd a ji bo 21’ê Sibatê wiha ye:
 
*Di 18’ê Sibatê li ser Zoom’ê ligel nivîskaran dê bernameya 21'ê Sibatê Ziman-Jiyan û Maf çekin.
 
* Dê di 19’ê Sibatê de ligel, PENa Kurd, Med-Der, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ya Mêrdînê dê daxuyaniya çapemeniyê bê dayin.
 
* Dê di 19’ê Sibatê de ji bo nivîskarên kurd qart bişînin girtîgehan.
 
*Di 21'ê Sibatê de li ser Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ew ê bi rêya zoomê panel bê lidarxistin.