'Divê mirov ji bo pêkanînan xeyalên xwe têkoşîn bike'

  • 09:01 18 Sibat 2021
  • Çand û Huner
 
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Wênesaz Nadiye Mistefa hezkirin û girêdana xwe ya ji  hunerê wiha rave kir: "Her ku diçe zêdetir fêrî hunera çêkirina wêneyan dibim, da ku ez tiştên balkêş çêbikim û berhemên xwe ji civakê re pêşkêş bikim. Divê mirov ji bo pêkanînan xeyalên xwe têkoşîn bike."
 
Nadiye Mistefa bi temenê xwe 14 salî ye û ji navçeya Cindirêsê ya Herêma Efrînê ye. Koçberkirina wê ya ji ser axa wê Efrînê, jê re nebû astengî ku kar û xwendina xwe dewam bike. Nadiyeyê ji zaroktiyê de hezkirin û girêdana wê bi şêwakariyê re heye, bi riya tabloyên xwe xeyal û berhemên xwe pêşkêş dike. Wênexêzkirinê ji bo xwe weke cîhaneke cuda dibîne û bi riya tabloyên xwe beşdarî gelek pêşengehan bûye. Nêzî 30 tabloyên wê hene û xwestekên wê ku bibe şêwekareke mezin di pêşerojê de her zindî ne. Têkildarî mijarê Nadiye Mistefa ji me re axivî.
 
'Efrîn bajarê hunerê ye'
 
Di destpêka axaftina xwe de Nadiyeyê bal kişand ser jiyana xwe ya li Efrînê ya beriya êrişan û piştî wê û wiha got: "Ez ji wênexêzkirinê pir hez dikim. Dema ku em li Efrînê bûn jiyana me gelek xweş bû. Min bi zimanê xwe yê kurdî xwendina xwe dikir, lê piştî koçberkirina me ya ji Efrînê dîsa min li Şehbayê xwedina xwe bi zimanê xwe dewam dikir. Bajarê Efrînê bajarê hunerê ye, em gelek jê hez dikin û girêdana me pê re pir qayîm e. Malbata min gelek piştgirî dida min, da ku di aliyê hunerî de ez xwe bêtir pêş bixim. Dema em ji Efrînê derketin temenê min pir biçûk bû û her tiştekî di Efrînê de hîn di bala min de ye. Roja em derketine em pir dilşewat bûn, lê çavên me li vegerê ye.  Ez rondikên çavên dayika xwe ji bîr nakim, gelek ez pê êşiyam. Niha jî ez wan hemû bûyeran bi riya tabloyên xwe tînim bîra xwe û zindî dikim."
 
'Gelek tabloyên min li ser jiyana dayikan e'
 
Nadiyeyê destnîşan kir ku di piraniya tabloyên wê de ew destnîşanî jiyana dayikan dike û wiha pê de çû: "Zêdetir tabloyên ku ez xêz dikim li ser dayik û zarokan e. Dayik ji bo zarokên xwe gelek êş û zehmetiyan dikişîne, da ku di jiyaneke xweş de mezin bibin.  Mînak dema em ji Efrînê derketin, dayika me zêdetir aramî û hêvî di hundir me de dida avakirin. Her wiha hin tabloyan li ser xwezayê ez çêdikim, alavên ku civaka me berê bi kar dianîn ez tabloyan ser wan jî xêz dikim. Ez wêneyan bi kûmirê çêdikim. Her ku diçe zêdetir fêrî hunera çêkirina wêneyan dibim, da ku ez tiştên balkêş çêbikim û berhemên xwe ji civakê re pêşkêş bikim."
 
'Divê mirov ji bo pêkanînan xeyalên xwe têkoşîn bike'
 
Nadiyeyê di dawiyê bi lêv kir ku divê her mirovek ji bo xeyalên xwe têkoşîn bike û wiha bi dawî kir: "Navenda çand hunerê  gelek pêşengeh vekirin û ez jî bi tabloyên xwe beşdar bûm. Heta niha nêzî 30 tabloyên min hene,  gelek kesên ku beşdarî pêşengehê bûn tabloyên min ecibandin.  Pêwîst e mirov ji bo pêkanîna xeyalên xwe her têbikoşe."