‘Em ne şanogerên şanoya dewletê ne’

  • 09:04 17 Sibat 2021
  • Çand û Huner
 
ENQERE - Aylîn Saraç a ku 30 sal in şanogeriyê dike û bi nasnameya xwe ya muxalîf tê nasîn, şanoya xwe ava kir lê ji ber pandemiyê niha zehmetiyan dijîn. Aylinê diyar kir ew ne lîstikvanên şanoya dewletê ne û şanogerên taybetin û got: "Ez ê şanoya muxalîf bidomînim. Em bi tiştên ku şano fêrî me kiriye li ser piyan disekinin.”
 
Qada hunerê jî ji pêvajoya vîrûsê bi bandor bû. Bi taybet hunermendên şanoya taybet, bi girtina sahneyan re pir zehmetî kişandin. Hunermend Aylîn Saraç ku şanoya xwe ‘Şano 1112 Garaj’ ava kir, di vê pêvajoyê de gelek zehmetî kişand. Aylîn ku demek dirêj di Şanoya Hunera Enqereyê de wek lîstikvan û derhêner xebitî di gelek lîstian de rol girt. Her wiha di gelek rêzefîlman de jî cih girt. Li ser Şanoya Zarokan a Şanoya Rastîn a Çîrokan xebat meşand. Aylînê da zanîn ku heta îro tu hikûmetekê derbarê qada çand û hunerê de polîtîka nemeşandiye.
 
‘Dema mask tê bikaranîn beden azad dibe’
 
Aylinê got di lîstikên mezin û zarokan de wek lîstikvan û derhêner xebitiye û got ji hostetiya Haluk Yuce fêde girtiye û bi tiştên ji wî fêr kirine li ser Maks û Kuklayê xebat meşandiye û got: “Min xwest ez hinek tiştên cuda bikim û min serî li rêbazên din dan. Ji ber dema mirov Mask bikar tînin bedena mirovan azad dibe. Mirov di bedenek din de ligel ruhekî dinin. Fêrkirina dîsîplînek wisa ji bo min pir cuda bû. Kukla jî wisa ye. Mirov enerjiya xwe li cihekî din bar bikin, jiyanê bidinê tiştekî gelek bi kêf e.”
 
'Min gelek şanogerên muxalîf nas kirin'
 
Aylînê da zanîn ku di şanoya Hunera Enqereyê de mezin bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez di Şanoya Hunerê ya Enqerêd e mezinbûm û ev tişt jî di hêla pêşketina qada hunerê de min pêş xist. Min gelek şanogerên muxalîf nas kirin. Dema huner bi mirovan re tê gel hev ne tenê di alî polîtîk de di heman demê de kurahiyê parve dike û mezin dike. Min jî di vê qadê de bi hemû karê ku meşand bawer kir. Temaşevanan karê me ecibandin. Min ji ber vê berdewam kir. Wek jinekê pêkanîna van zehmete, hele ku li Tirkiyeyê.”
 
‘Şano hiş e’
 
Aylînê balkişand ser girîngiya şanoya polîtîk û bi lêv kir ku vegotina tiştên hatine veşartin û bi temaşevanan re parvekirin gelek girîng e û wiha berdewam kir: “Şano hiş e, qadeke tiştên hatine jibîrkirin dide jiyînê ye. Ji ber vê jî tiştên hatine jibîrkirin bi temaşevanan tê bibîrxistin. Ev ji bo hunermendê şanoyê gelek bi nirxe. Bi şanoyên ez têde bûm, ev hiş gelek bi nirx dît.” Aylînê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ew şanoyên taybet hewl didin ku xwe heyî bikin û got vê jî bi saya reklam, venasîn, ders, atolyeyên li ser çapemeniya civakî dikin, dimeşînin û got piranî girseya wan xwendekarên zanîngehê ne. Aylînê bi lêv kir ku ew hewl didin ku xwe bigihînin hemû aliyan.
 
‘Polîtîkayeke derbarê hunerê de pêk naynin’
 
Aylînê da zanîn ku li Tirkiyeyê heta niha şano nehatiye nokteyekê û sedema vê jî ev e ku heta niha hikûmetan derbarê hunerê de polîtîka hilneberandine û got: “Rayedar derbarê huner an jî hunermend de polîtîkayan pêk naynin. Tenê bi dîmen û mriovên navdar re di nav nêzîkatiyeke populîst de ne. Ji bo civakên hunerî pêş bixînin polîtîkayên pêş naxînin. Ez vê tenê ji bo şanoyê nabêjim ji bo hemû baskên hunerê dibêjim. Hişê van axan şanoye. Ji ber van sedeman ez ê şanoya muxalîf bidomînim. Em bi tiştên ku şanoyê fêrî me kiriye li ser piyan disekinin.”
 
‘Ez ê bi jinan re xebat û berxwedanê bidomînim’
 
Aylînê di dawiya axaftinê de bi lêv kir ku demên berê bi femînîstan re di qada şanoyê de xebitiye û got: “Bi jinan re xebat min gelek kêfxweş dike. Ez gelek hez dikim ku di şanoya xwe de bi jinan re xebatê bimeşînim. Jin hîna li vî welatî biçûk tên dîtin. Ez ê bi jinan re xebat û berxwedana xwe bidomînim.”