MED-DER amadekariya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dike

  • 09:02 16 Sibat 2021
  • Çand û Huner
 
AMED - Mamosteya MED-DER’ê Seyhan Şaşmaz têkîldarî plansaziya MED-DER’ê ya ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê axivî û diyar kir ku dê wê rojê bi bernameyên cûrbicûr têr û tijî derbas bikin.
 
21’ê Sibatê di sala 1999’an de ji aliyê rêxistina Neteweyên Yekbûyî; Saziya Perwerdehî, Çand û Zanistê (UNESCO) ve wekî roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê hat îlankirin. Ev 21 sal in ev roj li tevahiya cîhanê tê pîrozkirin.  Li Tirkiyeyê zimanên wekî kurdî, çerkezî, lazî, pomak, suryanî bi tevahî 18 ziman tên axaftin. Lê tenê tirkî esas tê  girtin û zimanê fermî yê dewletê ye. Ji ber vê zimanên din jî bi êrîş û polîtîkayên bişaftinê re rûbirû dimînin.
 
Komelaya Lêkolînên Çand û Zimanên a Mezopotamyayê (MED - DER) amadekariya 21’ê Sibatê dike. Têkîldarî mijarê mamosteya MED-DER’ê Seyhan Şaşmaz axivî.
 
‘Perwerdeyên me me li bi rêya onlînê tên dayîn’
 
Mamosteye Seyhan Şaşmaz di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatên komeleyê û diyar kir ku li gorî salên din piraniya xebatên xwe bi rêya dîjîtalê rêve dibin. Seyhanê wiha berdewam kir“Wekî ku tê zanîn ji ber rewşa pandemiyê me dersên xwe yên kurmancî û kirmanckî li ser bernameya Zoomê berdewam kirin. Gelek serlêdanên dersan hene û dersên me eleqeyek mezin dibînin. Gava me dest bi xebatê kir bi rastî jî em bi fikar bûn. Ji ber ku heta wê demê me ders rûbirû dabûn û dersên bi rêya online ji bo me tiştekî nû bûn. Helbet avantajên wê jî hebûn. Ji ber ku berê tenê kesên ku li Amedê bûn dikaribûn perwerdehiyê bigirtin. Lê niha bi rêya online li hemû bajar û welatên derve  kesên ku bixwazin kurdî fêr bibin xwe digihînin me.”
 
‘Pêwîst e ku her roj girîngiya ziman bê vegotin’
 
Seyhanê bal kişand ser girîngiya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê û wiha got: “21’ê Sibatê bi taybetî ji bo kesên ku zimanê wan hatiye qedexekirin rojekê girîng e. Em jî wekî civakeke ku zimanê wan hatiye qedexekirin vê rojê bi cûr bi cûr bername û panelan pîroz dikin. Bêguman girîngiya zimanê kurdî ne tenê di rojên taybet de divê her roj girîngiya ziman bê vegotin û li gorî vê divê helwestek bê nîşandan.   Her wiha em vê rojê ne tenê ji bo pîrozkirinê di heman demê de ji bo xwedîderketina li ziman girîng dibînin. Lewra em jî di 21’ê Sibatê de mafên xwe yê perwerdeheyî dixwazin.”
 
‘Em ê 21’ê Sibatê bi bername û panelan derbas bikin’
 
Seyhanê diyar kir ku 21’ê Sibatê ew ê bi cûr bi cûr bername û panelên têr û tijî derbas bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî min anîbû ziman ev sal ji salên din cudatir e. Lê dîsa jî me xebatên xwe yên 21’ê Sibatê ranewestandin. Yek ji wan Komeleya “MED-DER” û “Tora Ziman û Çanda Kurdî” dê hemû xebatên zimanê de cihên xwe bigirin. Her wiha dê ji bo TV’yê potên girîngiya ziman vedibêjin bên çêkirin.  Wê rojê dê hastagekek were amedekirin.  Bi pêşengtiya Tora Ziman û Çanda Kurdî dê li ser medyaya civakî daxuyanî bên dayîn û bername bên çêkirin. Her wiha dîsa bi pêşengtiya Tora ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî dê kampanya were destpêkirin. MED-DER, Pena Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd dê ji bo nivîskarên girtîgehê kartan bişînin. Ya din jî wê rojê dê daxuyanîyek bê dayîn û her wiha li ser medyaya civakî dê panel bên lidarxistin. Di navbera 21’ê Sibat û 15’ê Gulanê de dê bi rihê seferberiyê xebata ji bo ziman were meşandin. Dîsa têkîldarî wê rojê rêzevîdyo dê were belav kirin. Her wiha derheqê girîngiya zimanê de ew ê dosya werin amade kirin. vidyoyên kurt ku balê dikşînin li ser zimanê dê ji hêla xwendevanan ve bêne amade kirin. Em dixwazin xwendevanên me yên niha ders digirin bila ew girîngiya vê rojê bînin li ser ziman. “
 
Seyhan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bangawaziya min wek min got tenê ne di van rojên taybet de em ê her roj girîngiya zimanê kurdî bixin bîra xwe û vebêjin. Zimanê me hertim divê di bîra me de be. Ji ber ku di her qadên jiyanê de hewcehî bi zimanê heye. Lewra kesên ku dixwazin fêrî zimanê kurdî bibin bila qeydên xwe li ser online çêkin û perwerdeheyê bigirin.”