Hejmara nû ya Kovara Zrîngê derket

  • 15:51 8 Sibat 2021
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya Kovara Zrîngê derket. Kovar di hejmara xwe ya nû de balê dikişîne ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê û polîtîkayên tunekirin.
 
Hejma 11’emîn a Kovara Zrîngê ku mehê carekê derdikeve hat çapkirin û bi naverokeke têr û tije îronî, mîzahî  û hizirî gihişît ber destên xwînerên xwe. Kovar di hejmara xwe ya nû de balê dikişanîne ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê û polîtîkayên tunekirin û tunehesibandina zimanê kurdî. Bi mîzah û îroniyan ji rewşa polîtîk, aborî, ziman, zext û tundiya bi taybetî li ser kurdan û giştî ya civakê vedibêje.