'Helbest deryayeke bê dawî ye'

  • 09:01 3 Sibat 2021
  • Çand û Huner
 
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Nalîn Memdûh Yûnis a ji zaroktiya xwe de bi hezkirina nivîsandina helbestan mezin bûye, têkildarî helbestên dinivîse da zanîn ku helbest ji bo wê deryayeke bê dawî ye û wiha got:"Helbest îfadekirina hestên mirovan e. Ez di helbestên xwe de bêtir berxwedana şervan, jin, zarok û xwendekaran a li hember dagirkeran, vedibêjim. Ez hertim peyama berxwedanê didim pêş."
 
Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinan di qada wêje, çand û hunerê de pêş xistin. Jinên nikaribûn bi zimanê xwe binivîsin piştî şoreşê êdî bi rehetî wêjeya xwe û hunera xwe bi zimanê xwe honandin. Nalîn Memdûh Yûnis a 18 salî ya ji navçeya Til Temir a Kantona Hesekê ye yek ji wan jinan e ku di qada hunerê de xwe pêş xistiye. Nalînê ji zarokatiya xwe de bi hezkirina nivîsandin û xwendina helbestan, mezin bû. Nalîn a ku refa 10'an a dibistana amadehiyê dixwîne, li kêleka wê jî dema xwe bi nivîsandina helbestan derbas dike. Nalînê di gelek şahiyên ku tevlî dibe, helbestên ku nivîsandiye dixwîne û bi vê yekê bala hemû şêniyên navçeya Til Temirê dikişîne. Nalînê têkildarî nivîsandina helbestê axivî. 
 
'Ez bi hezkirina nivîsandina helbestê mezin bûm'
 
Nalînê di destpêkê de behsa zarokatiya xwe û hezkirina ji xwendina helbestê kir û wiha got: "Ji zarokatiyê de hezkirineke min pir zêde ji helbestê hebû û min dixwest ku ez bibim helbestvan. Ji 9 saliya xwe de dema ku ez li refa 3'yemîn bûm, min helbest dixwend û ji ber dikir. Heta 12 saliya xwe min bi vî rengî dewam kir, paşê ez fikirîm û min biryar da ku ez helbestan binivîsim û berhemên min ên taybet hebin. Min dîmen kom dikirin û li gorî wate û rêbazê wan helbestan, min helbestên taybet çêdikir. Helbesta ku di destpêkê de min nivîsandin bi navên Bakur, Başûr û Rojhilat bû. Di vê helbestê de min xwest ku berxwedana lehengên têkoşerên Kurdistanê, biteyisînim."
 
'Hinek helbestên min hîn bi dawî nebûne'
 
Nalînê bal kişand ser kêliyên nivîsandina helbestê û wiha pê de çû: "Pêwîst e di bêdengî, tenêbûn û li ber mûzîkeke nizim bim, da ku ez bikaribim helbestên xwe binivîsim. Carnan jî di meşa li kolanê de yan jî ku ez karekî dikim, peyv tên bîra min, wê demê eger ez wê peyvê nenivîsînim ji bîra min diçe. Caran jî ez saetekê ji xwe re vediqetînim û  dihizirim. Dema ku mirov dikeve nava xeyalan û dihizire, dikare helbestê binivîse. Her wiha dema ku ez helbestê dinivisînim, pêwîst e ku ez xwe bikim şûna ew kesa/ê şehîd, koçber an jî welat. Bi vî rengî ez feyzê digirim û gotinên pir bedew tên afirandin. Yên ne xwedî hestên nazik bin, gotin ji dil dernayên û helbest nayê hûnandin. Hinek berhemên min ên derbarê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ku jinê pêşengtiya wê kiriye hene, lê hîn bi dawî nebûne."
 
'Helbest deryayeke bê dawîye'
 
Nalînê da zanîn ku helbest pir kûr in, yên ku bikeve hundirê hestên wê winda dibe û wiha domand: "Mirov dikare ji helbestekê çar rûpelan binivîse, lê hinek helbest hene çiqasî kin û naveroka wan dagirtî be ewqasî hêsan e ku mirov bixwîne û jê sûd werbigire. Helbest deryayeke bê dawîye, yê ku bikeve kûrahiya wê bê guman wê winda bibe. Helbest îfadekirina hestên mirovan e. Ez di helbestên xwe de bêtir berxwedana şervan, jin, zarok û xwendekaran a li hember dagirkeran, vedibêjim. Ez hertim peyama berxwedanê didim pêş."
 
'Min li ser Waşûkaniyê helbest nivîsand'
 
Nalînê piştî dagirkirina Serêkaniyê helbesta bi navê Waşûkanî nivîsand û wiha ji me re behsa peyama ku dixwest têde ragihîne kir: "Li Waşûkanîyê ango Serêkaniyê ne tenê kurd ereb, aşûrî û sûryanî jî di nava wekheviyê de dijiyan. Dewleta tirk yekîtiya netewên Serêkaniyê wekî metirsiyekê li ser desthilatdariya xwe didît, lewra ew herêm dagir kir. Min helbestek bi navê Waşûkanî nivîsand. Min di vê helbestê de berxwedana şervanan û vegera li warê Mîtaniyan ku wê rojekê rizgar bibe, anîye ziman."
 
'Ez hewl didim ku pirtûka helbestên xwe çap bikim'
 
Nalînê bi vê daxwazê wiha dawî li gotina xwe anî: "Daxwaza min ew e ku di pêşerojê de hîn bêtir helbestên xwe pêş bixim. Gava duyemîn jî ez hewl didim ku pirtûka helbestên xwe çap bikim û ez niha jî li ser dixebitim. Gava sêyemîn û ya dawî jî ez ê dibistana xwe xilas bikim. Paşê biçim Zanîngeha Rojava û beşa tipê yan jî parêzertiyê bixwînim û bikaribin civak ji min sûdê bigire."