Tora Ziman û Çanda Kurdî amdekariya 21'ê Sibatê dike!

  • 09:06 2 Sibat 2021
  • Çand û Huner
 
AMED - Endama Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî, Zuhal Tekîner derbarê xebatên xwe yên di çarçoveya 21’ê Sibatê de axivî û diyar kir ku zarok pêşeroja vivakê ne û ji ber wê ew ê xebatên xwe yên di çarçoveya 21’ê Sibatê bi mijara ziman û zarok bidin meşandin. 
 
Di sala 1999’an de Rêxistina Perwerdeya, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (UN) ji bo pêşî li ber windabûna zimanan bigire, 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî îlan kir. Tora Ziman û Çanda Kurdî jî ku berî bi demeke kur hat avakirin ji bo parastina Zimanê Kurdî di çarçoveya amadekariyên 21'ê Sibatê de xebatên xwe didomîne. Derbarê xebat û plansaziyên 21’ê Sibatê de Endama Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî, Zuhal Tekîner, ji ajansa me re axivî. 
 
‘Kampanyaya “dersa kurdî hildibijêrim” da destpê kirin’
 
Zuhalê,  diyar kir ku xebatên wan ên di çarçoveya 21'ê Sibatê de bi civînan berdewam dikin û wiha got: “Ji ber rewşa zimanê kurdî û ne bikaranîna ziman me li ser medyaya civakî kampanyayek bi navê 'Dersa kurdî hildibijêrim' da destpêkirin. Bi vê kampanyayê armanca me ew e ku em bidin nîşandan Gelê Kurd ji ber pergalê û serdestên xwe çawa pirsgirêkan dijî. Heta 21’ê Sibatê ev kampanyaya me dê bidomîne.”
 
'Mijara me ya 21’ê Sibatê ziman û zarok e’
 
Zuhalê anî ziman ku xebatên xwe yên ji bo 21’ê Sibatê di çarçoveya mijara ziman û zarok de didin meşandin û ev tişt got: “Wekî ku tê zanîn, zarok pêşeroja civakê ne. heke zarok zimanê civaka xwe bi kar neyinin, ew ê ew ziman bimire. Ji bo her zimanê ev yek derbasdar e. Lê belê ji bo zimanê kurdî ev rewş bêhtir xwe dide nîşandan. Ji ber wê jî em bang li malbatan dikin ku di warê bikaranîna ziman û hînkirina ziman de baldar bin.”
 
‘Divê zimanê kurdî xwe ji malbatê bigihîne qadên civakê’
 
Zuhalê destnîşan kir ku dive zimanê kurdî ji malê xwe bigihîne hemû qadên civakê û wiha pêdê çû: “Gava ku em li malbatan dinêrin, zarok her çiqas bi malbatên xwe re bi zimanê xwe biaxivin jî gava diçin derve li dibistan û li her qadên jiyanê dest bi axaftina zimanên biyanî dikin. Ango ziman herî zêde bandorê li ser zarokan dike. Zarok zimanê kurdî tenê wek zimanê malê dihesîbînin. Ev pirsgirêkek pir mezin e.  Ji ber ku ev rewş nakokiyan di serê zarokan de çêdik û bandorek pir neyini li ser wan dike. Ji ber vê zarok di warê derûnî de nikarin xwe ji bin hişmediya ku zimanê kurdî zimanê malê rizgar bikin. Tevî vê yekê xebatên ji bo zimanê kurdî divê ji dibistanê dest pê bikin. Ji ber ku zarok piraniya jiyana xwe li dibistanan derbas dikin.”
 
‘Li hemberê êrîşên li ser ziman têkoşînek mezin heye’
 
Zuhalê di axaftina xwe de bal kişand ser zext û êrîşên li ser ziman û got: “Tenê ne zarok, hemû kes zimanê xwe li her qadên jiyanê dixwaze bi kar bîne. Lê belê li hemberê wê daxwazê zext û êrîşên li ser zimanê kurdî zêde ne. Armanca êrîşan jî ew e ku zimanê kurdî tune bikin. Ligel van êrîşan kurd têkoşînak mezin didin.  Çiqas qedexe li ser zimanê hebe jî gelê kurd ji bo zimanê xwe biparêze alternatîfan ava dike.”
 
‘Xebatên me wê hêzê bide’
 
Zuhal wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me di vê pêvajoyê de piraniya xebatên xwe li ser medyaya civakî pêk anîn. Ji ber ku bandora medyaya civakî zêdetir e û bi rêya wê dikarî xwe bigihînî mîlyonan, helbet xwe digihîne malbatan jî. Êdî her kes aktîvîte û karên xwe li ser medyaya civakî dikin. Hewiha teknolojî di warê pêşxistina ziman de rolekê girîng dilîze. Bangawaziya me ya li ser navê Tora Ziman û Çand ew e ku,xebatên ku em di pêşerojê de deklere dikin, wê hêzê bide ku em gelê xwe re vî karî bimeşînin.”